AMÛDÊ - Endam Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Asya Abdullah, derbarê operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike de axivî û banga, "Ger em bibin yek, emê vê dagirkeriyê vale derxîn in" kir.
Gelê navçeya Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin, meşek li dar xist. Endama Koodînasyona Kongreya Star Asya Abdullah, piştî meşê axivî û got: "Armanca Tirkiyeyê û Erdogan ewe ku DAIŞ'ê ji nû ve zindî bikin. Niha hewl didin ji Rojava û heta hemû parçeyên Kurdistanê dagir bikin.
Asya, destnîşan kir ku TSK'ê û çeteyên wê heta niha biryara agirbestê pêk ne anî ne, heta niha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dikin. Asya, da zanîn ku ev yek jî îdîa û derewên siyaseta Tirkiyeyê ji herêmê re û paşguhkirina helwestên navneteweyî radixe ber çavan.
Asya, di dawiya axaftina de banga yekitiyê li gel kir û wiha got: "Ger em bibin yek, emê vê dagirkeriyê vale derxîn in."