AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli li dijî tayînkirina qeyûm li Dadgeha Îdarî ya 1’emîn a Amedê îtîraz kiribû, lê îtîraza Mizrakli hat redkirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selcûk Mizrakli, li dijî tayînkirina qeyûm serî li Dadgeha Îdarî ya 1’emîn a Amedê dabû û îtîraz kiribû. Dagehê îtîraza Mizrakli red kir. Dadgeh wê têkildarî serlêdana “betalkirina muameleyê” dûre hevdîtin bike.
Mizrakli roja Dulşemê wê serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Dîlokê bide û biryarê îtîraz bike.