ŞIRNEX - Li Cizîrê, ciwanê ji bo xwe honik bike ket Çemê Dîcle, ber avê ket û winda bû.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, ciwanê 18 salî Salih Karakoyûn ji bo ku xwe honik bike ket Çemê Dîcle. Karakoyûn dûre ber avê ket û winda bû. Piştî bûyerê ekîbên tenduristî, lêgerîn û rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Ekîbên hatin cihê bûyer dest bi lêgerîna Karakoyûn kirin. Xebatên lêgerîna Karakoyûn dewam dike. Xizmên Karakoyûn ên bûyer bihistin hatin cihê bûyer û li benda xelas kirina Karakoyûnin.