Derbarê malên TOKÎ'yê yên Nisêbûnî de vekolîn hat destpêkirin

  • rojane
  • 09:45 12 Hezîran 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Malên TOKÎ'yê ku piştî qedexeye derketina derve ya Nisêbînê hatin lêkirin û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan gelek caran kir amûra hilbijartinê, li gel ku bi ser lêkirina wan de 3 sal derbas bûye jî hê teslîmê gel nehatine kirin. Hat hînbûn ku di înşakirina van malan de bi milyaran nelirêtî hatiye kirin û ji ber vê yekê derbarê malan de vekolîn hatiye destpêkirin. 

 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî qedexeya ku di 14'ê Adara 2016'an de hat îlankirin û di 21'ê Nîsana 2018'an bi temamî hat rakirin, ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Malên Komî (TOKÎ) ve biryara lêkirina 9 hezar û 500 daîre hat dayîn. Li gel ku demeke dirêj di ser de derbas bûye jî hê daîre bi temamî bi dawî nebûne. Malên ku desthilata AKP'ê her tim bi wan propagandaya xwe dike û ji ber biçûkbûna gel ji wan gilîker e, nayê zanîn ku dê kîngê bê teslîmkirin. 342 daîre û 36 kargehên ku di meha çileyê de bi peşkê xwediyên wan hatibûn diyarkirin jî teslîmî xwediyên xwe nehatine kirin. 
 
ERDOGAN 'TESLÎM KIR' PIŞTGIRIYA KIRÊ HAT BIRÎN
 
Serokkomar Erdogan beriya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê hatibû Mêrdînê û li bajar ji bo malên qala wan tê kirin 'merasîma teslîmkirinê' li dar xistibû û ragihandibû malan teslîmê xwediyê wan ktiriye. Lê piştî çûyîna Erdogan mal teslîmê xwediyê wan nehatin kirin. Her wiha piştgiriya kirê ku ji bo kesên malên wan hatibûn hilweşandin diha dayîn jî bi binasiya merasîmê hat birîn. 
 
VEKOLÎNA NELIRÊTIYÊ YA DI HEMÛ ASTAN DE 
 
Li aliyê din derket holê ku derbarê malên ku hê gelek kêmasiyên wan hene de vekolîna nelirêtiyê hatiye destpêkirin. Hat hînbûn ku serçavdarên Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê di meha gulanê de hatine bajar û di her astê de derbarê înşakirina malan de vekolîna nelirêtî û bêusûliyê daye destpêkirin. Hat hînbûn ku hemû amûrên ku di înşakirina malan de hatine bikaranîn û fîrmayên berpirsyar jî ketin ber vekolînê û vekolîna hatiye destpêkirin hê jî didome. Tê gotin ku fîrmayên berpirsyar bi awayekî neheq bi miyonan pere kar kirine û piştî vekolînê dê derbarê van fîrmayan de lêpirsîn bên destpêkirin. 
 
FÎRMAYEKE DIN ÎXBAR KIR!
 
Her wiha hat ragihandin ku bi heman rengî vekolîn derbarê malên TOKÎ'yê yên li navçeya Artûklûyê jî hatiye destpêkirin. Hat hînbûn ku vekolîna li vir li ser îxbara fîrmayeke ku di înşakirina malan de cih digire hatiye destpêkirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

15:56 Dayika 56 salî hefteyekê di bin çavan de hiştin: Kodê te çiye?
15:23 Peymana 3 hekîman fes kirin
14:58 Aksakoglu: Bi îdîanameyê dixwazin civaka sivîl krîmînalize bikin
14:44 Cenazeyê Aslan piştî 40 mehan hat teşhîskirin
14:37 Kubîlay: Divê Tirkiye vegere polîtîkayên aştiyane
14:23 Qamyona ka lê barkirî qelibî
14:12 Rêveberekî DBP'ê hat binçavkirin
14:07 Kavala yê 20 mehin girtî ye. Îdîaname xizmeta bêîtîbariyê dike
13:42 Bachelet: Divê dewletên têkildarî DAIŞ û mabatên wan ên li Sûriye berpirsiyar tev bigerin
13:41 Ciwanê ku bi avê re çû hê jî nedîtine
13:26 Danişîna Doza Geziyê dest pê kir
13:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da
13:09 KESK: Rejîma yek zilamî hejiya
10:29 Zarokê di bin wesayîtê de ma jiyana xwe ji dest da
10:16 Samî Tan û Aslihan Yildirim bûn hevserokên PEN’a Kurd
09:48 Dayika wî dafdan erdê û wî jî binçav kirin
09:40 Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr encamanên ragihand
09:01 Li Heskîfê şikefta dîrokî xistin bin betonê
09:01 Li bazara zad a Rihayê bêdengî heye
09:00 Zarok li gel mûçeyên kêm jî di karên zor de dixebitin
09:00 30 salin sera kirê dike û debarê dike
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2019'AN
23/06/2019
21:55 Li Qamişlo teqîn: Welatiyek birîndar bû
21:50 Serokê YSK’ê Guven: Piştî pêvajoya îtîrazê em ê mazbatayê bidin
21:21 Erdogan têkçûna Bînalî Yildirim qebûl kir
20:52 Îmamoglu li 28 navçeyan bû yekemîn
19:49 Îmamoglu: Carek din hat dîtin ku pêdivî bi demokrasiyê heye
19:25 Bînalî Yildirim: Rikberê min Îmamoglu li pêş e
19:24 YSK: Qedexeya li ser weşanê rabû
19:08 Cenazeyên du birayên hev ku fetisîn hat dîtin
19:04 ANKA: Sindoq ji sedî 55 vebûn: Namzetê CHP'ê Îmamoglu ji sedî 11 li pêş e
18:20 Li Peyasê nêzî hezar donim genim şewitî
18:19 Li Mêrdînê 4 ciwan hatin berdan
17:59 Serokê Desteya Hilbijartinê ya Stenbolê spazma dil derbas kir
17:59 Li Stenbolê jimartina dengan dest pê kir
17:41 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê kurd destûrê nedin êrîşan
17:11 Li Stenbolê sindoq hatin girtin, deng dayîn bi dawî bû
16:50 Li Edenê zilamekê xwişka xwe kuşt
16:09 Bertek nîşanî xemsariya AFAD’ê da: Cenaze bi saetane di avê de
15:35 Ciwanê ket Çemê Dicle ber avê ket û winda bû
14:58 Cenazeyê ciwanê ket Çemê Avaşîn hat dîtin
14:51 Abullah Gul: Înşellah wê her tişt pirr xweş be
14:49 MEBYA-DER'ê 1'emîn kongreya asayî li dar xist
14:10 Bûldan a dengê xwe da: Dê ji sindoqan azadî û aştî bipijiqin
14:09 Karkerê ji 70 metreyî ket jiyana xwe ji dest da
13:42 Li gundê Entaxê agir bi zeviyên çandiniyê ket
13:32 Ekrem Îmamoglu: Her tişt wê pir xweş bibe
12:56 Bînalî Yildirim raya xwe da: Biryara gelê Stenbolê ser seran ser çavan
12:10 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Batûfayê bombe kir
12:09 Walîtiya Bedlîsê li gundên Tetwanê qedexe îlan kir