COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, diyar kir ku li gundê Dêzê yê girêdayî navendê nexweşiya şarbonê hatiye tespîtkirin, lê ne di asta belav bibe û herêmê bixe talûkê deye.
Walîtiya Colemêrgê, derbarê bûyera şarbonê ya li bajêr a berî du rojan ji aliyê ajansa me ve nûçeya wê hat dayîn de, daxuyanî da û got: “Li goma Kêrîser a gundê Dêzê ya girêdayî navendê nexweşiya şarbonê hatiye tespîtkirin.”
Walîtiyê ji bo nûçeya “heya niha li gund 200 sewal mirin” jî di daxuyaniya da de wiha got: “Ev ji rastiyê dûre. Ekîbên me yên çûn herêmê, rastî tu sewalên mirî nehatin. Raste, nexweşî heye lê ne di asta belav bibe û herêmê bixe talûkê deye.”