AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amed Dogan Hatûn bang li her kesî kir ku beşdarî konsera Koma Amedê bibin ku piştî 30 salan dê li Amed bê lidarxistin û got ev kom dengê berxwedanê ye.
Koma Amed dê di 25'ê Cotmehê de li Parka Newrozê ya Amedê ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û şaredariyên Peyas ve tê lidarxistin, konserekê bide. Tê payîn ku konsera ku bê heq e û ji bo gel vekirî ye, bi deh hezaran kes ji Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê beşdar bibin. Konser dê di heman demê de dawî li hesreta 30 salan bîne. Koma Amedê ku mohra xwe li ser bîra çandî, hunerî û civakî ya salên 1990'î xistiye û bi muzîka xwe ya resen bîra berxwedanê ya nifşekî afirand, piştî 30 salan dê li welatê xwe bi gel re dîsa bicive. Melodiyên komê bûne yek ji hêmanên herî hêja yên hişmendiya civakî û bîra çandî ya kurd. Kom dê di 25'ê Cotmehê de li Parka Newrozê ku ji bo Kurdan cihekî girîng ê dîrokî ye, bi hezkiriyên xwe re bê cem hev.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed Dogan Hatûn diyar kir ku Amed ji bo gelê Kurd cihekî girîng e û xelkê bajêr vexwend konserê.
Hatûn diyar kir ku Koma Amed ruhê berxwedanê yê salên 1990'î nîşan dide û got: "Di wan salan de gundên me hatin şewitandin û em koçber bûn. Me gelek êş kişand. Di wê demê de Koma Amed bû dengê gelê Kurd. Ji bo gelê Kurd cihekî girîng e. Ew bûn dengê berxwedanê."
HESRETA 30 SALÎ
Hatûn destnîşan kir ku hesreta 30 salî ya Koma Amedê dê bi konsereke mezin bi dawî bibe û got: "Em hêvî dikin ku hatina Koma Amed dê bibe pêşeng di alîkariya hunermendên sirgûnkirî de. Bi beşdarbûna vê konserê, gelê me dê tevkariyeke girîng di pêşxistina çand û hunera Kurdî de bike. Ji bo hatina gelê me ya qadê hemû aliyên teknîkî hatine berçavgirtin."
KONSERA AŞTIYÊ
Hevşaredarê Şaredariya Peyasê Cengîz Dundar banga beşdariyeke xurt kir û got: "Koma we, Koma Amed, piştî 30 salan ji bo azadî û aştiya gelan vegeriya welatê xwe. Em li bendê ne ku hemû gelê me beşdarî konsera mezin a aştiyê ya ku Koma Amed dê di 25'ê Cotmehê de li Qada Newrozê bide bibe."
Perwerdekara MA Musicê Sarya Ertaşê jî bal kişand ser girîngiya Koma Amedê ji bo gelê Kurd û xwest ku hezkiriyên hunerê beşdarî konserê bibin. Sarya Ertaşê diyar kir ku Koma Amed bîra berxwedanê ye û got: "Koma Amed di tevahiya hebûna xwe de navendeke bêhempa ya berxwedana hunerî bûye, bi rêya muzîkê tevî zilm, sirgûn û qedexeyan ziman, çand û nasnameya Kurdî zindî hiştiye. Melodiyên komê bûne yek ji hêmanên herî hêja yên hişmendiya civakî û bîra çandî ya Kurd. Ew heta roja îro berbelav bûye. Em hemû gelê xwe, rêxistinên civaka sivîl û hezkiriyên hunerê yên ku xwe di melodiyên Koma Amedê de dibînin û ji bo aştî û demokrasiyê dilsoz in vedixwînin konsera dîrokî."