STENBOL - Derket holê ku EPP ku ji hêla Emlak Konut GYO A.Ş. ya Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve hatiye damezrandin, di serlêdanên xwe yên kar de çendi ne qanûnî be jî "agahiyên nijad, etnîsîte û endametiya sendîkayê" xwestiye.
Hevkariya Veberhênana Emlak Konutê ku girêdayî Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ye, li seranserê welêt gelek projeyên înşaetê pêk tîne. Gelek karkerên înşaetê jî ji bo kar serlêdanê dikin.
Serlêdanên kar bi rêya malpera EPP'ê tên qebûlkirin. Karkerên înşaetê serdana malpera EPP'ê kirin da ku ji bo projeyên înşaetê yên berdewam û yên pêşerojê serlêdanê bikin. Panela malperê agahiyên kesane yên karkeran xwest. Malper dibêje, "Me ev belgeya eşkerekirinê amade kiriye da ku hûn, mêvanên me, xerîdar, wergirên xizmetê yên potansiyel, namzetên kar, karmend, hevkarên karsaziyê, bikarhênerên platformê û aliyên sêyemîn ên din, li ser daneyên kesane yên ku em di çarçoveya çalakiyên xwe de ji bo armancên pargîdaniyê li gorî qanûnên têkildar pêk tînin, der barê pêvajoyê de agahdar bikin" û rave dike ku armanca berhevkirina daneyan ev e, "Em daneyên jêrîn di çarçoveya çalakiyên pargîdaniya xwe de berhev dikin."
AGAHIYÊN KESANE
Di panela malpera EPP'ê de tê hat dîtin ku rêzeke berfireh ji agahiyên kesane tên xwestin. Di nav van de "agahiyên nasnameyê, agahiyên têkiliyê, ewlehiya danûstandinan, ezmûna pîşeyî, agahiyên personelê, agahiyên danûstandinên xerîdar, agahiyên rêveberiya rîskê, agahiyên darayî, agahiyên cihê, agahiyên ewlehiya qada fîzîkî, tomarên bihîstwerî, agahiyên danûstandinên qanûnî û agahiyên bazarkirinê" hene.
PIRSA 'NIJAD, ENDAMTIYA SENDÎKAYÊ...'
Her wiha hat dîtin ku malpera EPP'ê agahiyên nû yên tên xwestin jî lê zêde kiriye. Panela malperê her wiha "agahiyên li ser nijad û etnîsîteyê, mezheba olî, endametiya komeleyê, endametiya weqfê û endametiya sendîkayê" jî dixwaze. Karkerên înşaetê yên ku ji bo kar serlêdanê dikin tekez kirin ku ev celeb agahî nû li malperê hatine zêdekirin û gotin ku ev neqanûnî ye û dê li ser bingeha agahiyên wekî nijad, etnîsîte û endametiya sendîkayê bibe sedema cudakariyê.
MA / Omer Îbrahîmoglû