Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin

  • rojane
  • 09:54 7 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirr. PYD’ê jî diyar kir ku dê gel bi tenê neyê hiştin û banga piştevaniyê kir. 

 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên komên paramîlîter ên girêdayî “Hikûmeta Demkî ya Şamê” yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyên nivîskî dan. 
 
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkê êrişa komên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê şermezar dikin. Ev êriş binpêkirina aşkera li dijî mafên gelê Efrînê yê ku bi darê zorê ji warê xwe koçber bûye û îro bi destê komên girêdayî hikûmetê rastî cureyên tund ên zulmê tê.
 
Êrişên dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewama kiryarên nijadperestî û bicihanîna siyaseta parçebûnê ya ku hikûmeta veguhêz pêk tîne ye. Aşkera ye ku wê ders ji bûyerên li peravê û Siwêdayê negirtine. Heman hişmendî û heman fikra desthilat e û ev wê Sûriyeyê ber bi karesat û wêraniyeke bêveger ve bibe. Ji lew re em bang li tevahî Sûriyeyiyên azadîxwaz û welatparêzan dikin piştgiriyê bidin gelê me yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Her wiha em bang li hêzên demokratîk ên Sûriyeyê, rêxistinên navneteweyî û civata navneteweyî dikin ku siyaseta ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê pêk tîne bi dawî bikin.
 
Tiştê îro rû dide piştrast dike ku tu cidiyet ji bo dîtina çareseriyeke berfireh a dozên niştîmanî yên girêk nîn in û tê aşkerakirin ku hin alî li şûna diyaloga avaker û xebata hevbeş a ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî ku têra hemûyan dike, şertgirê zimanê çekê û pevçûnên navxweyî ne.
 
EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN BERXWEDANA REWA YA LI DIJÎ ÊRIŞAN
 
Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di demekê de van êrişan bi tundî şermezar dikin, aliyên êrişan pêk tînin berpirsên karesatên mirovî û siyasî dibînin. Em bang li keç û xortên gelê xwe yê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku helwestên xwe yên neteweyî û mirovî nîşan bidin û li kêlek xwişk û birayên xwe yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bisekinin, piştgiriyê bidin berxwedana wan a rewa li hember van êrişan.
 
BANGA JI BO GELÊN SÛRIYEYÊ  
 
Em bang li gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wê dikin ku li hember her kesê hewl dide di nava gelê yek welatî de fitneyan derxin bisekinin û nehêlin ji nû ve trajediya berê pêk were.
 
Em diyar dikin ku rêya aştî û çareseriya demokratîk rêbaza yekane ya bidawîkirina krîza Sûriyeyê ye û hedefgirtina sivîlan û herêmên ewle ji bilî wêraniyeke zêde tiştekî bi xwe re nayne.”
 
PYD: GELÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ BI TENÊ NÎNIN   
 
PYD’ê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. PYD’ê diyar kir ku gelê Sûriyeyê û cîhan li hêviya diyalog, tifaq û beşdariya hemûyan di avakirina Sûriyeyê nû de û bidawîkirina alozî û bêistiqrariyê ne, lê hikûmeta demkî bêyî ku girîngiyê bide peymanên ku îmaze kirine, bi taybetî peymana 1’ê Nîsanê ya li gel Meclisa Sivîl a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hewl dide demê qezenc bike û temenê pêvajoya demkî dirêj bike. PYD’ê fikarên xwe ji ber nêzîkatiyên hikûmeta demkî anî ziman û da zanîn ku ev nêzîkatî êşa welatiyan zêde dike û pêvajoya diyaloga nîştimanî asteng dike.
 
PYD’ê di dewama daxuyaniyê de got: “Tevgerên dawîn ên hin komên çekdar ên girêdayê Tirkiye yên di nava hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, girtiyan rêyan, ambargo û êrişên li ser sivîlên banga rakirina ambargoyê dikin, di heman demê de êrişên li ser Dêr Hafir û Bendava Tişrînê beşek ji plana derxistina şerekî fireh li Sûriyeyê, wêrankirina jiyana û qetilkirina hejmareke zêdetir a Sûriyeyê ye, mîna bûyerên li Siwêda û peravê rû dane."
 
Bi domdarî PYD’ê destnîşan kir ku fitne gefan li ewlehiya tevahiyan dixwe û dê welat ber bi talukeyê ve bibe. PYD’ê bi domdarî got: “Em ji gelê xwe bawer in ku dê tevahî komployên li dijî yekitî û nasname û jiyana wê pûç bikin. Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku bi lehengî li dijî êrişên çeteyên DAIŞ, rejîma Baasê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer kirine, dê li hemberî êrişan ne bi tenê bin.”
 
BANGA JI BO GELÊN SÛRIYEYÊ  
 
PYD’ê bang li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê kir û got: "Bi aqilmendî û berpirsyarî tev bigerin, li hember planên fitne û şerê navxweyî bisekinin, neyên lîstok û gotinên nefret, nîjadperastî û mezhebperestiyê, hevgirtina civakî biparêzin. Em bang li raya giştî ya cîhanê û Erebî dikin ku bi rola xwe ya berpirsyar rabin, girîngiyê bidin rewşa Sûriyeyê, rê nedin ku welat ber bi şerekî navxweyî ve biçe û parastina sivîlan bikin. Em bang li hêzên ku dixwazin bi rêya normalîzkirina têkiliyan bi Şamê îstiqrarê mîsoger peyda bikin, dikin ku hemû kelemên li pêşiya diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata demkî de rakin, da ku rê li ber pêkanîna peymana 10’ê Adarê were vekirin. Li gel gef û êrişan diyalogên berhemdar nin in.”
 
Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta demkî hat kirin û wiha hate gotin: “Êrişan rawestîne, rê û deriyan veke, dawî li kiryar û gotinên neyninî yên ku lihevhatina navxweyî asteng dike, bîne, ne bi çek û gefan, lê bi diyalogan pirsgirêkan derbas bikin.  Parastina sivîlan û yekitiya welat û rûmeta welatiyan divê armanca pêşîn a hemûyan be.”

Sernavên din

07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
09:52 ‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
09:29 Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
09:15 Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe
09:00 ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN
04/10/2025
18:52 Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
17:20 Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
16:57 Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
16:37 Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
16:08 Li Pîranê şewat
16:01 Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
14:56 'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
14:05 Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
14:00 ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
13:27 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên temam kirin
13:22 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
12:48 Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye