Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin

  • rojane
  • 09:04 7 Cotmeh 2025
  • |
ÊLIH - Siyasetmedarên ku banga mitînga "Civaka Demokratîk û Aştiyê" ya ku dê di 12'ê Cotmehê de li Êlihê bê lidarxistin kirin, gotin: "Armanca mitînga me azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna tavilê biryara 'mafê hêviyê' ya DMME'yê ye."
 
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 12'ê Cotmehê de li Xaçerêya Dortyol a li navenda Êlihê mitînga "Civaka Demokratîk û Aştiyê" li dar bixe. Endamên Platformê banga beşdarbûna mitîngê kirin.
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Havva Canê diyar kir ku ev mitîng dê ji bo pêkanîna "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin. Hava Canê bang li tevahiya gelê kir û got: "Divê em pabendbûna xwe ya ji bo xurtkirina destê birêz Abdullah Ocalan di siyaseta Tirkiyeyê de nîşan bidin. Em ê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kir wekî rêberê xwe qebûl bikin û vê paradîgmayê di her aliyê jiyana xwe de bicîh bînin. Gelê kurd, li ku derê be jî, divê rola xwe bilîze." Havva Canê anî ziman ku gelê kurd li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dîrokê dinivîse û got: "Ji bo gelê kurd pêvajoyeke dîrokî dimeşe. Ji ber vê yekê, çareseriya vê pirsgirêkê bi birêz Ocalan re ye. Ev mitîng ji bo me di vî warî de pir girîng e. Werin em wê rojê li qadê bin û bi yek dengî banga xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê dubare bikin. Wekî gelê kurd, em amade ne ku rola xwe bilîzin. Em amade ne ku ji bo aştiyeke birûmet bijîn. Wekî partiyên siyasî, em ê berî her tiştî li qadan bin da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê xwe azad bikin."
 
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ PÊKANÎN'
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Êlihê Azad Esîn diyar kir ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan serdemeke nû daye destpêkirin. Esîn got: "Armanca mitînga me ew e ku azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna bilez a biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser 'mafê hêviyê' ye. Ji ber vê yekê, em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga ku em ê di 12'ê Cotmehê de li dar bixin."
 
'TECRÎD DIDOME’
 
Hevserokê navçeya navendaî ya DEM Partiyê Nurullah Mermertaş diyar kir ku Abdullah Ocalan berpirsiyariyeke dîrokî girtiye ser xwe û banga beşdariyeke xurt li mitînga 12'ê Cotmehê kir û got: "Armanca me ji lidarxistina vê mitîngê ew e ku em bi hev re civakeke demokratîk ava bikin û aştiya ku her kes dixwaze bînin. Wekî din, ew ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan e ku di tecrîdê de ye û vegera wî ya nava gelê xwe. Ji ber vê yekê, beşdarbûna vê mitîngê ji bo me pir girîng e."
 
'ARMANCA AZADIYA ABDULLAH OCALAN E'
 
Hevserokê Navçeya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Acar bang kir û got: "Werin em ji Êlihê ji bo pêşeroja gelê kurd û gelên Rojhilata Navînê ji bo aştiyê bibin bersiv. Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan û ji bo girtiyên siyasî." 
 
Hevseroka DBP'ê yê Êlihê Mehdiye Demîrê der barê mitîngê de wiha got: "Em hemû gelê xwe, tevî gund û navçeyan, vedixwînin ku di mitînga xwe ya herêmî ku em ê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehan de, bi taybetî jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixin, dengê xwe bilind bikin."
 

Sernavên din

07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'
09:52 ‘Li Herêma Federe ya Kurdistanê alozî dibe sedema koçberiyê’
09:29 Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
09:15 Hevserokê KNK'ê: Dê komplo bi yekîtiya neteweyî bi temamî pûç bibe
09:00 ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2025’AN
04/10/2025
18:52 Bi girseyî serdana şîna Bûlûş û Bûmîn hat kirin
17:20 Ji bo Komkujiya 10'ê Cotmehê bîranîn
16:57 Tûrhanê ku ji girtîgehê derket: Dem dema bi rêbertiya azad civaka azad e
16:37 Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
16:08 Li Pîranê şewat
16:01 Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê dest pê kir
14:56 'Platforma Şiyar Be ya Şirnexê' hat avakirin
14:05 Nagîhan Akarsel li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
14:00 ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta Aslan, Narîn û Gumuş pirsîn
13:27 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser hevdîtinên temam kirin
13:22 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turgut Yenîsoy pirsîn
12:48 Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:37 DFG: Bila kesên Nagihanê qetil kirin bên eşkerekirin
11:07 Ji Pexşan Ezîziyê bersiv ji bo DYA'yê: Divê dest ji gurkirina komkujiyan berde
11:01 Ocalan zêdetirî 26 sal in di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin
09:49 Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwistiyên siyasî û hiqûqî ve giredayiye