Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê

img

ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di Civîna Nirxandina Sala Qanûndanînê ya 3’yemîn a Serdema 28’an a Meclisê de pirsa rojnamegeran a “Gelo dê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike?” bersivand û got: “Ev mijar hêj neketiye rojeva komîsyonê.” 

 
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di Civîna Nirxandina Sala Qanûndanînê ya 3’yemîn a Serdema 28’an a Meclisê de axivî. Kurtulmuş, bal kişand ser agahiyê rêxistinên civaka sivîl li Meclisê kirin û hêvî kir ku ev nirxandin li derveyî meclisê jî bidomin. Kurtulmuş, got: “Pêvajoyeke hesas didome lê di heman demê de divê em destê xwe lez bigirin. Şert û mercên herêmê û hevsengiyên herêmê pir zû diguherin û lewma divê Tirkiye vê pêvajoya aştî û xwişk-biratiyê bi lez û bez biencam bike. Li hêla din jî em hewl didin li her kesî guhdarî bikin û civakê jî qaneh bikin.” 
 
‘DIVÊ EM DESTÊ XWE LEZ BIGIRIN’   
 
Bi domdarî Kurtulmuş destnîşan kir ku ji bo pêvajo biencam bibe divê destê xwe lez bigirin û got: “Dema vê dikin jî divê em cihê piyê xwe baş danîn; ev pêvajoyeke wisaye ku divê hevsengiyeke pir baş hebe. Li rexekî hûn ê maf û rûmeta Kurdan ber çavan bigirin li hêla din jî hesasiyet û rûmeta Tirkan ku piraniya Tirkiyeyê ew in, ber çavan bigirin. Heta niha ev hevsengî li ber çavan hate girtin û pêvajo heta îro hat.” 
 
‘DI ÇARÇOVEYA XEBATÊN ÎMRALIYÊ KIRIN DE’  
 
Di berdewamê de Kurtulmuş bal kişand ser bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku divê pêwîstiyên terona şewitandina çekan a li Silêmaniyeyê ya sembolîk bên cîbicîkirin. Kurtulmuş, diyar kir ku divê rêxistin pêvajoya çekberdanê bidomîne û got: “Divê hemû pêkhateyên rêxistinê yên li hundirê Tirkiyeyê û derveyî welat jî xwe fesix bikin. Bi vê yekê re dê pêvajo bileztir bibe.” 
 
GELO DÊ KOMÎSYON BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE?  
 
Li ser pirsa rojnamegeran a “Gelo dê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike?” jî Kurtulmuş, wiha bersiv da: “Ev mijar hêj neketiye rojeva komîsyonê. Heke bibe rojev, wê demê komîsyon dê biryara xwe bide. Biryar, li gorî piraniya dengan tê dayin. Anku biryar dê bi gotina min nebe.” 
 
‘DÊ KOMÎSYON RAPORA XWE PÊŞKEŞ BIKE’  
 
Kurtulmuş, got ku komîsyon ne komîsyoneke wisaye ku yasayan amade bike û wiha domand: “Peywira sereke ya komîsyonê, ji bo pêvajo bi serkeftî temam bibe bişopîne, kontrol bike, di vir de pêşengtiyê bike û di dawiyê de jî çarçoveyekê ava bike ku pêdivî bi sererastkirinên qanûnî heye. Em ê çarçoveyekê çêbikin û ji Meclisê re bibêjin hewceye ev gav bên avêtin. Em ê vê bi rapora dawî ya komîsyonê re û bi tevahiya mijarên din pêşkeş bikin. Wezîfeya komîsyonê ev e. Jixwe heke hemû partiyên li vir lihev bikin, wê demê derxistina yasayan dê pir hêsantir bibe. Dê di demekî pir kin de yasa bên derxistin.” 
 
‘DI CIVÎNA DAWÎ DE DÊ SEROKÊ MÎT’Ê Û WEZÎR HEBIN’  
 
Kurtulmuş, da zanîn ku civîna dawî ya guhdarîkirinê dê bi beşdariya Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û wezîran were lidarxistin û wiha pê de çû: “Dikare civîneke ku çarçoveya giştî binirxînin were lidarxistin. Ya muhim ew e ku êdî pêvajoya guhdarîkirinê temam bibe û dest bi sererastkirinên pêwîst were kirin.” 
 
‘GUHERTINA HINEKAN XALA MECBÛRÎ YE’ 
 
Pirsên têkildarî xebatên nû yên destûra bingehîn jî Kurtulmuş wiha bersivand: “Ne tenê xebata destûra bingehîn a nû. Çar metnên yasayî yên topografyaya welatekî demokratîk nîşan dide hene; destûra bingehîn, rêziknameya Meclisê, yasaya partiyên siyasî û yasaya hilbijartinê ye. Divê têkildarî van tevan de guhertin bên kirin û ev mecbûriyet e. Anku şert û merc nîşan didin ku divê têkildarî van xebat bên kirin û tavilê bên biencamkirin. Li gorî min pêdiviya Tirkiyeyê bi vê heye.” 
 
‘PÊDIVÎ BI DESTÛREKE BINGEHÎN A NÛ HEYE’  
 
Kurtulmuş, axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiye êdî nikare vê destûra bingehîn a heyî ragire. Divê bi uslûbeke nû were destgirtin. Bêguman fikrên min ên şexsî jî hene. Lêbelê ji ber pozîsyona xwe naxwazim bandorê li xebatên destûra bingehîn bikim. Lêbelê deme ev xebat bi ser ket, wê demê dikare destûreke nû ya bingehîn a Tirkiyeyê were çêkirin. Dikare di metna hiqûqa navxweyî de serersatkirin bên kirin. Armanca ji van tevan ew e ku standartên demokratîk ên Tirkiyeyê bên bilindkirin, kapasîteya sazûmaniyê ya dewletê were zêdekirin û gavên baweriyê ava dikin bên avêtin. Di vê mijarê de hemû partî xebatên xwe didomînin. Hêvîdarim atmosfereke mîna vê komîsyonê ava bibe û Tirkiye di demekî herî nêz de dest bi çêkirina destûreke bingehîn a nû bike.” 
 

Sernavên din

30/09/2025
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
26/09/2025
19:31 Rojnamevan Celaletîn Yalçin ji girtîgehê derket
16:16 Li Şengalê Cejna Cimayî tê pîrozkirin
16:14 Ji bo meşa dê ji bo Rojîn Kabaîşê bê lidarxistin banga tevlibûn hat kirin
16:13 Kesên bi sûcê tecawiza li dijî zarokê tên darizandin nehatin girtin
15:38 Qeyûmê Mêrdînê şêniyên gundên Şemrexê mexdûr dike
15:24 Dê ‘kapasîteya krîmînal’ a faîlê Gulîzar Yildiz qetil kiribû bê lêkolînkirin
15:24 Ji Kovara LeMan’ê 3 kes hatin berdan
14:46 Rojnameger Yalçin hate berdan
13:48 Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê
12:10 Rojnameger Heval Arslan 4 roj in binçavkirî ye
12:02 Daxwaza tehliyeyê ya Ozer nehate qebûlkirin
12:01 Li ser rêya bi 15 milyon lîreyan hatibû çêkirin xebatên kolandinê dan destpêkirin
11:44 TOHAV dê çalakiya ‘di perwerdeyê de zimanê dayikê’ li dar bixe
11:02 Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin
09:59 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
09:08 Ûnvana 'bilindahiyê' ya Gola Masîya ji dest wê çû
09:07 Wan bi qirkirina ekolojiyê hatiye dorpêçkirin: 20 bendav û HES, 18 GES û 2 RES
09:06 Dayika Rojîn Kabaîşê: Bila kiryar bên dîtin û cezakirin
09:04 Piştî ku ferzkirina sîxurtiyê red kir bi malbata wî gef lê xwarin
09:02 Di salên 90'î de dewlet, niha jî Cengîz Holdîng: Koçberiyê li gundiyan ferz dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2025'AN
25/09/2025
18:53 Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn
16:12 Jin li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
15:52 Ji qeyûmê Wanê qirkirina daran
15:51 Der heqê Demîrtaş de dozeke din hate vekirin
15:51 Somayeh Raşîdî li Girtîgeha Qerçaxê jiyana xwe ji dest da
14:50 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê konferansa xwe li dar xist
13:31 Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin
13:25 Rojnameger Heval Arslan hate binçavkirin
13:24 Gotina ‘Serokê AKP’î yê diz’ sûc hat dîtin
12:30 ‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’
11:41 Fîlozof Rebecca Goldstein ji bo banga Ocalan piştevanî xwest
11:40 ANHA servîsa xwe ya Tirkî digire
11:14 TJA dê ji Amedê bimeşe Enqereyê: Azadiya Ocalan, azadiya me ye
10:54 Coşkun: Guhdarîkirina komîsyonê ya li Ocalan ne tawîz e, mecbûriyet e
09:58 Ezio Menzione: Helwesta dewletê dê di pêvajoyê de diyarker be
09:55 'Ji bo baweriya bi pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan divê'
09:13 Erdogan wekî sala malbatê ragihandibû: Di 9 mehan de zêdetirî 200 jin hatin qetilkirin
09:07 'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira'
09:06 Ava qirêj a 8 navçeyan diherike Gola Wanê
09:04 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Li ser atletê wê xwîna aîdî jinekê hatiye tespîtkirin