Di dibistana Çapemeniya Azad de stûnek: Seyît Evran

  • rojane
  • 10:10 21 Îlon 2025
  • |
img

ŞIRNEX – Rojnameger Ekrem Berekat ku mamosteyê xwe rojnameger Seyît Evran vegot, diyar kir ku Evran stûneke dibistana Çapemeniya Azad bû û got: “Dibe ku ji hêla fîzîkî ve bi me re nebe lê tiştên wî hîn kirin hêj dijîn.”

 
Ji kedkarên Çapemeniya Azad Seyît Evran, di 22’yê Îlona 2023’yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 54 saliya xwe de li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Evran, di sala 1969’an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bû û di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de 30 salan li her çar parçeyên Kurdistanê geriya. Evran, di 11 saliya xwe de şahidiya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê kir û bû şahidê sepanên dermirovî. 
 
Rojnameger Evran, di nava 30 salan de kevneşopiya Çapemeniya Azad di serî de Kurdistan, li Rûsya û Ermenistanê jî dewrî hemû rojnamegerên pê re xebitî kir. Evran, li Zanîngeha Çukurovayê Gurbetellî Ersoz nas kir û di serdemeke şer giran bûyî, gund dihatin şewitandin û cînayetên kiryarnediyar dihatin kirin de dest bi xebatan kir. Di sala 1994’an di Rojnameya Ozgur Ulkeyê de dest bi xebatê kir. 
 
Evran, Berpirsyarê Karên Nivîsan a Ozgur Ulkeyê b û û di şeva 3’yê Kanûna 1994’an de ofîsên wê yên li Stenbol, Enqere û Amedê hatin bombekirin. Di êrişan de Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkarên rojnameyê jî birîndar bûn. Evran jî bi awayekî rasthatî bêyî birîndar bibe rizgar bû. Dema nûçe dişopand gelek caran bi mirinê re rû bi rû ma. Evran, di sala 2015’an de bû yek ji damezirînerên Akademiya Çapemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Evran, di akademiyê de li ser kevneşopiya Çapemeniya Azad ders da û rê nîşanî gelek hempîşeyên xwe da. 
 
Evran, di sala 2017’an de jî derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû û li vir gelek nûçeyên girîng çêkir. 4 sal piştre dîsa derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di vê navberê de li dijî nexweşiya dil li ber xwe da. 2 caran ji dilê xwe emeliyat bû. Lê tevî hemû zehmetiyan jî heta dawiya emrê xwe dev ji têkoşîna xwe berneda. Evran, di 22’yê meha Îlonê de ku digot “Her cara tê ez xemgîn dibim” de jiyana xwe ji dest da. Di peyama li pey xwe hêlatî de jî got: “Ji bo ku mirov her kêliya jiyanê watedar bike, hewcehî bi têkoşîneke mezin heye. Ez jî ji bo vê wateyê têkoşiyam.” 
 
Rojnameger Ekrem Berekat ku yek ji 6 xwendekarên ewil ê Akademiya Çapemeniyê ya Seyît Evran vekirûbû ye, tiştên bi Evran re jiyayî û bandora Evran a li ser pêşketina Çapemeniya Azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegot. 
 
‘PEYV BI TÊRÎ VEGOTINA WÎ NAKIN’
 
Berekat, got: “Mirov nikar heval Seyît weke mirovekî asayî vebêje. Peyv, bi têrî vegotina wî nakin. Yek ji stûna herî saxlem a dibistana ji bo Çapemeniya Azad hatibû vekirin bû. Jiyana wî mînak bû. Li ku bûya, li wir jiyanek aj dida. Li ku b3uya li wir hezkirin, rêzgirtin, exlaqê partiyê hebû. 
 
Min hevalê Seyît di sala 2012’an de nas kir. Mi perwerdeya ewil a rojnamegeriyê ji heval Seyît girt. Salên ewil ên şoreşê bû, li ser navê Çapemeniya Azad tiştek li Rojava tune bû. Jixwe rejîma Baasê ji bo Çapemeniya Azad ava nabe her tişt kiribû. Yek ji hevalên ewil ên ji bo perwerdekirina me hatibû, heval Seyît bû. Gotineke wî pir bandor li min kir. Ji me re got; ‘Ji vir şûnde em ê dîroka xwe bi xwe binivîsin. Nivîsandina vê, peywira we ye.’ Min jî jê re got; ‘Çima em?’ Ji me re got ku heta niha em azad nebûn lewma her tim dagirkeran dîroka me nivîandine. Piştre jî me bi hev re gelek xebat kirin. Tecrûbeyên xwe her tim parve dikir. Hemû pirsên me di bersivand. Her tim dikeniya û mirûzê wî xweş bû. Li cihê xwe nedisekinî. Dema min jê pirsa ma tu na westî dikir, digot; ‘Ez deyndarê tevgera azadiyê me, nikarim bisekinim.’ Her tim xwe deyndarî gelê Kurd di dît. Çûbûya ku derê ji xwe parçeyek dihişt. Ji hêla fîzîkî ve niha bi me re nîne lê tiştên hînî me kirî hêj dijîn. Bîra Çapemeniya Azad bû. Dema kamera digirt destê xwe kesê herî keyfxweş ew bû. Dema li ser komputerê nîçe dinivîsand, dê bibêjî qey pê re şer dikir. Her tim dinivîsand.”
 
‘ÇÎROKBÊJEKÎ BAŞ BÛ’
 
Ekrem Berekat, da zanîn ku Seyît Evran bandoreke mezin li ser wî û hevalên wî yên rojnameger kiriye û got: “Hem şoreşgerî hem jî rojnamegerî hînî me kir. Bandor li her kesî kir. Kesek nîne ku tiştek ji heval Seyît negirtibe. Di hemû kovar, rojname, radyo, televîzyon û hwd. ên li Rojava de keda wî heye. Di sala 2012’an de cara ewil li ser israra heval Seyît beşdarî televîzyonekê bûm. Çîrokbêjekî baş bû. Dema bo me behsa Mazlum Dogan dikir, dê bibêjî qey bi wî re jiyaye û bandoreke wisa çêdikir. Heval Seyît ji bo me şensekî mezin bû. Şehadeta wî bo me windahiyekî mezin bû. Heke niha hêj bijiya, Çapemeniya Azad niha di astekî din de bûya.” 
 
BARÊ XWE DEWRÎ ME KIR 
 
Berekat, got ku Seyît Evran gelek caran daxwaza xwe ya dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aniye ziman û axaftina xwe wiha qedand: “Her tim dixwest Rêbertiyê zindî bibîne. Dema behsa Rêbertiyê dihat kirin, çavên wî dibiriqîn. Heke dîmenên dawî yên Rêbertiyê bidîta dê gelek keyfxweş bûbûya. Dilsoziyeke wî ya kûr bi Rêbertiyê re hebû. Her tim digot ‘Dê tevgera azadiyê bi ser keve.’ Niha barê xwe dewrî me kir. Em ê cihê heval Seyît lê hiştî vî bartî rakin û xebatan bidomînin.” 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

25/09/2025
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN
08:34 Elyakut piştî 32 salan hate berdan
24/09/2025
20:19 Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin
20:13 Ji bo beşdariya li meşa ji bo Rojîn Kabaîşê bang
18:39 Hêzên hikûmeta demkî li Hamayê xanî û dikan talan kirin
18:26 Sal û 8 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Kaya hat birin
18:12 Civîna komisyonê bi dawî bû: Em ê raporeke xurt berpêşî meclisê bikin
17:45 Bi girseyî serdana şîna Adem Kûrtay hat kirin
17:38 Îbrahîm Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:26 MKG’ê bertek nîşanî gefên li rojnamegerên jin hatine xwarin da
16:03 Çelenk: Têgehên Ocalan dê ji bo aştiyê sûdewer bin
15:41 Şînên Ertaş, Işik û Oztan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:40 YSK’ê ji bo kongreya CHP’ê ya Stenbolê biryara domandinê da
14:56 Ayşegul Dogan: Daxwaza civakê gavên şênber e
14:05 YSK dê ji bo kongreya CHP’ê bi awayekî awarte bicive
14:02 Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin
12:46 Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin
12:04 Girtiyê nexweş Kaya sewqî girtîgeheke din kirin
11:59 Danişîna doza Demîrtaş hate taloqkirin
11:32 Gleditsch: Divê şert û mercên Ocalan baş bikin
Budgen: Hewceye ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
11:15 Kurtulmuş: Em ê li ser amadekariyên sererastkirinên yasayî bisekinin
10:32 Dîroka konsera Koma Amedê hate guherandin
10:29 AYM’ê serlêdana ‘binpêkirina mafê jiyanê’ ya ji bo Taybet Înanê red kir
10:07 Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir
09:57 KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin
09:55 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê ya Global kir
09:31 Meclisa Mexmûrê: Kompoloyeke nû heye, xwedî li kampê derkevin
09:29 Komeleya Jinan a Rosayê: Ji bo jiyaneke wekhev divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:28 Berdana nivîskar Turhan ji ber 'pirtûkên nivîsandine' hat taloqkirin
09:26 Şîrketa DÎMÎN'ê bêyî guh bi de hişyariya DSÎ'yê dest bi xebatên lêgerîna madenan kir
09:25 DAD dê li Gimgimê şaxekê veke: Em ê bersiva asîmîlasyonê bidin
09:23 Dayikên Aştiyê: Heya qirkirina daran radiweste divê em nesekinin
09:22 Li endamên META-DER'ê ferzkirina 'sîxurtiyê': Hûn jî dikarin bibin 'Yeşîl'
09:20 Behsa 'Hevrêyê Azadiyê' Riza Altûn kir: Pêşengê berxwedanê bû
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN
23/09/2025
20:09 Cenazeyê wî piştî 6 salan hat definkirin
19:58 Bi girseyî serdana şîna Agît Ertaş hat kirin
16:44 Ji bo binpêkirinên li Girtîgeha Dumluyê daxwaza lêkolînê hat kirin
16:14 Cezayê Hevşaredarê Colemêrgê Akiş hate betalkirin
13:52 Kampanyaya DEM Partiyê ya 'Em aştiyê dixwazin ji ber ku' mezin dibe
13:08 Daxwaza sereke ya xelkê Rihayê azadiya Ocalan e
12:40 Gelek taxên Wanê bi posterên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
12:23 Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da
11:13 Danişîna doza rojnameger Şahîn hat lidarxistin
11:13 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:03 Di êrişên Îsraîlê de 17 Filistînî hatin qetilkirin
11:02 Îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin ji saziyên navneteweyî re hatin şandin
11:01 Çar welatên din ragihandin ku dewleta Filistînê nas dikin
10:30 Hunermendê Arjantînî Racca ji bo Ocalan bang kir
10:08 Li Mêrsînê kesek hate binçavkirin
10:08 Li Fransayê polîsan bi ser komeleya Kurd de girt
10:07 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
10:04 Madena Cengîz Holdîngê golan ziwa dike
09:31 Li Bismilê şewat derket: Zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
09:20 Qeydên NÇA'yê dê heya 20'ê Cotmehê bidomin
09:18 'Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin'
09:17 Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê zemîneke qanûnî divê
09:09 Şîrketa Koza Altinê Giyadînê talan dike
09:08 DEDAŞ'ê deynê gundan li muxtaran birî: Mal û milkên wan hatin heczkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2025'AN
22/09/2025
21:25 Hêzên hikûmeta demkî êrişî taxa Şêxmeqsûdê kirin
15:19 Li Pulat ê gef li rojnameger Oznûr Degerê xwaribû doz hat vekirin
15:11 Komîsyon vê hefteyê dê li saziyên lêkolînê guhdarî bike
14:30 Fîlmê ‘Heval Birako’ diyarî Nazim Daştan hate kirin
14:23 Li dijî binpêkirinên li girtîgehên ‘tîpa bîrê’ banga hestiyariyê
14:14 Li pêşiya Girtîgeha Sîncanê bang kirin: Dawî li binpêkirina mafê berdana bişert bînin
13:36 TJA’yê ji bo jinên li Efxanistanê bang kir
13:29 HSD: DAIŞ’ê di 10 mehên dawî de 153 caran êriş kir
13:18 TEV-DEM’ê komkujiya li Dêr Hafirê şermezar kir
13:17 NY bi rojeva Filistînê dicive
12:41 Ji bo kursên şaredariyê yên Kurdî û Farisî eleqeyeke zêde heye
11:45 ‘Divê Komîsyon ji bo azadiya Serok Apo û hebûna gelê Kurd zemînê amade bike’
11:21 Xwebûn bi manşeta ‘Vegerin welatê xwe’ derket
11:13 'Xelatên Gurbetellî Ersozê tê wateya domandina kevneşopiya wê’
10:37 Ji gundê Izêrê ku Ocalan dixwest dîsa biçe serdanê: Em li çaverêya wî ne
10:03 Hevalên rojnameger Evran: Di çapemeniyê de mamoste, di jiyanê de heval bû
09:43 Ji şaredariya AKP’ê skandal: Jinên biyanî bi nasnameyên sexte hatin zewicandin
09:34 DFG: Evran dê di têkoşîna gelê Kurd bijî
09:28 Ji bo parastina Keşîşxaneya Varagavankê û Keleha Yoncatepeyê bang kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2025’AN
08:52 Dîroka konsera Koma Amedê diyar bû
08:52 Mihrîcana Surfest II bi konserê bi dawî bû
21/09/2025
16:43 Şaxa DAD’ê ya Enqereyê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:21 Meral Daniş Beştaş: Dibe ku komîsyon hefteya pêş bi Ocalan re hevdîtinê bike
15:55 Ji ESP’ê kampanyaya ‘Çareseriya kedkar’
15:20 2 hezar û 541 kesayetên Sûriyeyî dixwazin hevdîtinê bi Ocalan re bikin
15:05 HSD’ê îdiayên wezareta parastinê ya Şamê derewand
14:49 Ozgur Ozel dîsa bû serokê giştî yê CHP’ê
14:47 Ji hunermend Julîde Kural vîdeoya ‘Ji bo aştiyê gotina min heye’
14:21 Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin: Em ji Ocalan bawer in
13:33 Ozel: Li Tirkiyeyê gef li ser hemwelatiya wekhev heye
11:59 Qeyûmê Wanê di 7 mehan de 100 neguhêzbar da ber firotinê
11:40 Walîtiyê pereyê pîrozbahiyê ji budçeya gundiyan xerc kir
11:14 Kaya ê du zarokên xwe winda kirî: Bêyî Ocalan aştî nabe
10:52 Dayik: Ji bo aştiyê azadiya Ocalan şert e
10:40 Hevserokê Giştî yê OHD’ê: Komîte pêvajoyê dirêj dike
10:23 Li Edeneyê ji ber ‘protestoyê’ doz li 2 siyasetmedaran hat vekirin
10:10 Di dibistana Çapemeniya Azad de stûnek: Seyît Evran
09:38 Rêveberiya Xweser têkildarî Dêr Hafirê daxuyanî da
09:36 Hejmara 134’an a kovara Jinê derket