RIHA - Belgefîlma "Xewnên Tarî" ya derhêner Sedat Kiran, li ser dengbêjên çavên wan nabîne hûr dibe. Kiran got: "Hafizan, dîroka Kurd û Kurdistanê nifş bi nifş ragihandin."
Sedat Kiran ku bi belgefîlmên xwe yên bi navê "Bilûra Nîşo" û "Abur" kevneşopiya dengbêjiyê ya li Qerejdaxê ku çanda xweser a Kurdî lê şax vedaye tê naskirin, vê carê di belgefîlma xwe ya bi navê "Xewnên Tarî" de balê dikişîne ser dengbêjên çavên wan nabînin û yên bi navê hafiz tên naskirin. Kiran ê li gundê Otîlî yê Qerejdaxê ji dayik bûye, kêşanên belgefîlmê li Amed, Mêrdîn û Colemêrgê kişandiye. Kiran di belgefîlmê de li ser çîrok û stranên dengbêjên hafiz û serpêhatiya jiyana wan hûr bûye. Kiran ê ku di sala 2020'î de bi Gul Ertunan Karaaslan re "Abur", di sala 2021'an de bi navê "Mîrkut" û di sala 2023'yan de bi pereyên ku ji cotkariyê bi dest xistiye "Bilûra Nişo" kişand, balê dikişîne ser hevnasîna bi muzîkê ya Elîye Qerejdaxî (Alî Sanal), Derwêş Şêxmûs (Şeyhmus Bakiş), Fadilê Kufragî (Fadil Dagli) û Abdulkadir Kizilkaya.
DÎROKA NENIVÎSKÎ YA KURDISTANÊ
Kiran ku der barê belgefîlmê da agahî parve kirin, got: "Ev çîroka çar hunermendan e ku her yek ji wan di nav tevna çandî ya erdnîgariya xwe de mezin bûne, bi muzîkê ve zindî bûne û cîhanên xwe yên tarî bi deng ronî kirine."
Sedat Kiran ku gelek belgefîlm çêkirine da ku dîroka Qerejdaxê vebêje, anî ziman ku balkişandina wî ya li ser dengbêjan, ji teref bavê wî ji bo wî bûye îlham. Kiran anî ziman ku wî xwestiye di "Xewnên Tarî" de hem dîroka Qerejdaxê û hem jî Kurdistanê ronî bike û got: "Ez bi piranî bi çanda herêma Qerejdaxê re eleqedar bûm ji ber ku ev ji bo min cihekî girîng e. Qerejdax hîn jî çand û folklora xwe ya kevnar diparêze û ew herêmek bi rastî Kurdewarî ye. Ji ber vê yekê min dest bi çêkirina belgefîlmeke li ser Qerejdaxê kir."
Kiran diyar kir ku wî belgefîlma xwe ya pêncemîn û dawî ji bo ronîkirina avahiya dîrokî û çandî ya kûr a Qerejdaxê kişandiye û ew dixwaze bi rêya jiyana dengbejan dîroka Kurdistanê ronî bike. Kîran anî ziman ku wî xwestiye belgefîlmekê li ser hafizan çêbike û got: "Me çar hafizên cuda dîtin. Me kişandina yekem bi Hafiz Fadilê Kufragî yê ji Merdînê dest pê kir ku em dikarin wî wekî Şakiro yê îroyîn bi nav bikin. Ew hîn jî kilamên kevin ên evînê yên Kurdan dibêje. Piştre me Derwêş Şêxmûs ji Merdînê, Elîye Qerejdaxî ku li derdora Qerejdaxê li Amedê dijî û di dawiyê de Abdulkadir Kizilkaya yê ji Colemêrgê kişand. Me li ser jiyana wan, çanda wan a dengbêjiyê û rewşa korbûnê ku bandoreke çawa li wan dike pirsî. Me li ser rewşa wan û nêzîkatiyên wan ên li hember wan pirsî. Abdulkadir Kizilkkaya dîwana Kurdî dixwîne, Derwêş Şexmûs dema ku erbanê lê dixe qesîdan dixwîne û Fadilê Kufragî, wekî min got, Şakiro yê îroyîn e. Dema ku min vê belgefîlmê çêkir, min vegotina jiyana van dengbêjên dîroka Kurd û Kurdistanê nifş bi nifş radigihînin wekî deynekî ji xwe re dît."
Tê payîn ku belgefîlm di mehên pêş de li festîvalên fîlmên Kurdî bê nîşandan.
MA / Ceylan Şahînlî