Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin

MÊRDÎN - Rojnameger Ekrem Berekat diyar kir ku bêyî Rêveberiya Xweser ne Sûriye jinûve ava dibe ne jî yekparetiya welat dibe. 
 
Di 8’ê Kanûna 2024’an de HTŞ’ê rêveberiya Sûriyeyê bi dest xist û ji wê rojê ve ye pevçûn û alozî didomin. HTŞ’ê, piştî rêveberî bi dest xistî li dijî Elewî û Durziyan komkujî da destpêkirin. Li rexekî êrişên HTŞ’ê û li rexa din jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.  Di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de di 10’ê Adara 2025’an de mitabeqetek hate mohrkirin lê hêj tu pêşveçûn çênebûne. 
 
Rojnameger Ekrem Berekat ku salên dirêj e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriyê dike, têkildarî geşedanên li herêmê axivî. 
 
‘HTŞ’Ê SÛRIYE BI AWAYEKÎ FIÎLÎ PARÇE KIR’
 
Berekat, diyar kir ku HTŞ’ê îktîdara Sûriyeyê bi dest xist lê ji hêla siyasî û civakî ve tu projeyên wê nînin. Berekat, got: “Krîza bi salan a Sûriyeyê niha jî veguheriye krîzeke feodal. Xwestin Durziyan teslîm bigirin û komkujiyeke mezin kirin. Piştre jî Murşîdî bûn hedef. Bi vê jî bisînor neman, êrişî Xiristiyanan kirin. Dema êrişê Durziyan kirin Îsraîl û dema êrişî Xiristiyanan kirin jî Ewropa li dij derket. Lê dema êrişî Elewiyan kirin, ger gotin di cih de be her kesî rê da wan. Bêguman planên wan hene ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin lê ji ber ku baweriya wan bi hêzên wan nayê, dan sekinandin. Dema mirov li vê rewşê dinêre, em dikarin bibêjin HTŞ’ê Sûriye bi awayekî fiîlî parçe klir. Yên dibêjin Rêveberiya Xweser Sûriye parçe kiriye, di esasê xwe de naxwazin vê rewşê bibînin. Ev kes li dora fikrekî nehatine cem hev. Ev kom, li gorî hinek lihevkirinan hatine gel hev. Komên tundrew hene. Bi vê ferasetê nikarin tiştekî bi dest bixin. Li pişta van jî Turkiye heye.” 
 
‘TURKIYE PROVAKASYONAN DIKE’ 
 
Bi domdarî Berekat anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Carnan tundiya xwe zêde dike carnan jî kêm dike. Li gorî berê êriş niha kêmtir bûne. Sedemên zêdebûna êrişan ên demên dawî hene. Weke tê zanîn, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dixwaze di çarçoveya şertên wê bi xwe diyar kirî de bi rêveberiya Şamê re hevdîtinê bike. Dixwaze hinek daxwazên di çarçoveya peymana 10’ê Adarê de bên qebûlkirin. Lê heta niha jî rêveberiya Şamê tu xalên peymanê bi cih ne aniye. Ev jî yekser girêdayî Tirkiyeyê ye. Êriş hinek jî ji ber vê tên kirin. Em nikarin bibêjin mitabeqet bi temamî bi dawî bûye lê pir giran dimeşe. Li rexa din jî DAIŞ êrişan dike. Li gel êrişan, Turkiye hger wiha hewl dide provakasyonên siyasî û burokratîk derxîne. Ji ber ku Tirkiye dixwaze Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav rêveberiya Şamê de bihelîne. Lê heta niha jî tu encamek bi dest nexistiye.” 
 
‘BÊYÎ RÊVEBERIYA XWESER NIKARIN SÛRIYEYÊ JINÛVE AVA BIKIN’ 
 
Di berdewamê de Berekat got ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, armanc ew bû ku Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê li dora mitabeqetekê tevbigerin û ev tişt anî ziman: “Dihat armanckirin ku pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser keve. Lê bi êrişan tê sabotekirin. Wezîrê Tirkiyeyê Hakan Fîdan weke ‘waliyê Sûriyeyê’ diaxive. Rêveberiya Şamê, ji ber mudaxileya Turkiyeyê tev li hevdîtinên li Parîsê nebû. Bêyî Rêveberiya Xweser pêkan nîne Sûriye jinûve were avakirin û yekparetiyeke Sûriyeyê çêbibe. Divê HTŞ bi vê rastiyê bizane. Heta em dikarin bibêjin bêyî Rêveberiya Xweser HTŞ nikare li ser îktîdarê jî bimîne.” 
 
‘DURZÎ RÊVEBERIYA XWESER MÎNAK DIGIRIN’ 
 
Berekat, da zanîn ku piştî êrişan baweriya Durziyan bi HTŞ’ê nemaye û dixwazin xwe bi xwe birêve bibin. Berekat, wiha domand: “Rêveberiya Xweser ji bo xwe weke mînak digirin. Artêşa xwe li gorî avadaniya HSD’ê ava dikin. Yên HTŞ anîn jî van tiştan dibînin. Wan digot ku HTŞ dê di nava 6 mehan de xwe biguherîne û tevahiya Sûriyeyê hembêz bike. Heta digotin dê HSD yekser tev li wan bibe. Lê di rewşa heyî de wan jî dît ka HTŞ tiştekî çawa ye. Hem Amerîkayê hem jî Fransa û hêzên din dîtin ku HTŞ xwe naguherîne. Qetilkirina Elewiyan dîtin. Medyaya Ereban, qetilkirina Durziyan nenivîsandin. Lê Çapemeniya Azad bi rolekî girîng rabû û tiştên heyî raxistin ber çavan. Her kesî ev dît. Lewma helwesta kesên piştgirî didan HTŞ’ê guherîn.” 
 
‘DIVÊ TURKIYE JI XAKA SÛRIYEYÊ DERKEVE’ 
 
Rojnameger Berekat, bi lêv kir ku HTŞ li dijî tevahiya gavên Rêveberiya Xweser û gelên din ên Sûriyeyê diavêjin derdikeve û qebûl nake. Berekat, axaftina xwe wiha qedand: “Hêzên koalîsyonê, demekî kin berê bi avadaniyên siyasî û leşkerî yên hemû hêzan re cuda cuda civîn li dar xist. Hewl didin peymana 10’ê Adarê bixin meriyetê. Agahî li ber destê me hene ku Îlham Emed demekî nêz berê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî re hevdîtin kiriye. Hevdîtin qut nebûne lê pir giran dimeşin. Ji bo ev hevdîtin bi rêk û pêk bên kirin, divê gav bên avêtin. Divê şerê li Sûriyeyê bê sekinandin. Divê sererastkirinên HTŞ’ê derxistin û derdorên cuda tune dihesibînin bên guherandin. Divê biryarên têkildarî hilbijartinên parlamentoyê jinûve bên nirxandin. Ya herî girîng jî divê Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Rêveberiya Şamê Tirkiyeyê weke hêzeke dagirker nabîne û ev cihê şermê ye. Li Efrînê perwerde bi zimanê Tirkî tê dayin û pereyê wê lîreyê Tirk e. Her tişt kirine Tirkî. Li her cihê Tirkiye lê ye rewş wiha ye. Divê Tirkiye ji vir derkeve û xelkê wir lê vegere. Divê ev gav bên avêtin û êriş bên sekinandin. Nexwe mimkin nîne li Sûriyeyê çareseriyek çêbibe.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 
 

Sernavên din

16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye
12:28 Romana nû ya Rênas Jiyan derçû
12:12 CHP'ê gazî 81 serokên bajêr kir ku werin Stenbolê
12:11 Dengbêj Silêmanê Şirnexî jiyana xwe ji dest da
10:59 Hesabê enflasyonê yê TUÎK'ê dîsa kêm derket
10:56 Ciwanê ku li Dêrgulê hat binçavkirin serbest hat berdan
10:50 Şewata li Bestayê hat tefandin
10:33 ENAG: Enflasyon di Tebaxê de ji sedî 3,23 zêde bûye
10:30 Li hemberî şaredariyên CHP'î yên Avcilar û Beşîktaşê operasyon
10:15 NY, bang li Îranê kir ku îdamê rawestîne
10:08 Li Girtîgeha Metrîsê êriş û gef
10:01 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûn: Berpirsiyariyeke mezin hişt
09:11 Qeyûm guh neda bertekan, careke din dest bi qirkirina daran kir
09:00 Ji Serokê Baroya Amedê pêşniyazên 'çareseriyê'
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2025'AN
02/09/2025
20:58 Rojnamevan Hêmin Mamend di êrişeke çekdarî de birîndar bû