MÊRSÎN - Li Mêrsîn û Hatayê mudaxileya ji bo vemirandina şewatan didome. Li Mêrsînê 6 tax hatin valakirin û li Hatayê jî hezar û 115 kes ji herêmê hatin tehliyekirin.
Şewata duh li navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê dest pê kirî hêj didome. Şewata ku li deverên bi daristan ên taxên Balandiz û Kirtilê dest pê kirî, ji ber hewayî di demeke kin de belav bû. Ji ber şewatê, 6 taxên li navçeyê hatin tehliyekirin. Ji ber şewata li sê noqteyên cuda yên di navbera gundên Akdere, Taşucu û Kayabaşiyê de, rêya Sîlîfke-Gulnarê ji trafîkê re hate girtin.
Xebatên ji bo vemirandina şewatê berdewam in.
HATAY
Duh bi şev li daristana di navbera taxên Bademlî û Yukaribucak ên navçeya Hassa ya Hatayê de şewat derket. Komên ji bo vemirandina şewatê sewqî herêmê hatin kirin, heta serê sibehê ji bejahî ve mudaxile kirin. Ji ber şewatê, hezar û 115 kesên li her du gundên navborî dijiyan hatin tehliyekirin. Mudaxileya ji bo vemirandina şewatê didome.