AMED - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û di vê çarçoveyê de ew ê serî li Wezareta Dadê bidin.
Pêvajoya ku bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, bi "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya ku li Meclisê hat avakirin berdewam dike. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Amedê ku bi salan e têkoşîna aştiyê dimeşînin, diyar kirin ku ew dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û ji bo vê ew ê serî li Wezareta Dadê bidin.
Makbule Ozbek (78) ku di dema têkoşîna azadiyê de du zarokên xwe di dîrokên cuda de winda kiriye, di sala 1998'an de bi hinceta ku zarokên wê "tev li rêxistinê bûne" hat girtin. Piştî du sal û nîvan Makbûle Ozek serbest hat berdan û di sala 2010'an de careke din hat girtin. Makbûle Ozbek di avakirina Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê de jî cih girt.
DAXWAZA JI BO AZADIYÊ
Makbule Ozbekê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û got: "Du zarokên min di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Min hîn hestiyên wan jî nedîtine. Wek dayikan, me gelek êş kişand û li ber xwe da. Em ji bo avakirina aştiyeke birûmet têdikoşin. Em dixwazin di vê pêvajoyê de bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Em azadiya birêz Ocalan dixwazin."
DIXWAZIN BI ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN
Hanîfe Akpolatê (77) ji bo kurê xwe yê ku 32 sal in di girtîgehê de ye, di navbera girtîgehan de diçe û tê. Hanîfe Akpolatê ku li ber deriyê girtîgehê du caran krîza dil derbas kiriye, li girtîgehên Bayrampaşa, Umraniye, Ermenek, Sêrt, Amed, Mûş, Rîze û Boluyê serdana kurê xwe kiriye. Hanîfe Akpolatê ku ev çend sal in ji ber nexweşiyê nikare biçe girtîgeha cem kurê xwe, diyar kir ku ew dixwaze biçe Girtîgeha Îmraliyê da ku bi Abdullah Ocalan re li ser pêvajoya aştiyê biaxive. Hanîfe Akpolatê got: "Werin em bi hev re bijîn. Em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Bila dayik daxwazên xwe ragihînin û bila birêz Ocalan bi me re parve bike. Bila xwîn nerije, bila biratiya gelan misoger bikin. Bila êdî tabût neyên malên tu kesî. Dilê dayikan bi salan e diêşe. Dayik li her derê têdikoşin. Dayikên ku vê têkoşînê dimeşînin dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Çiqas êşê bikişînin jî, ew di ser aştiyê de israr dikin. Werin em yekîtiya xwe li dora aştiyê xurt bikin. Kurê min Mehmet Akpolat 32 sal in girtî ye. Em dixwazin pirsgirêkên heyî parve bikin. Ji ber vê yekê em ê di rojên pêş de serlêdana xwe pêşkêş bikin."
TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ
Raîfe Ozbeyê (68) got: "Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye, em dixwazin biçin wir û wî bibînin. Em dixwazin li ser aştiyê biaxivin. Em dixwazin fêr bibin ka perspektîfa wî ji bo dayikan çi ye. Wek dayik, em dixwazin di vê pêvajoyê de roleke çalak bigirin. Wek dayikan, zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Zarokên me di girtîgehê de ne. Em dixwazin hem di komîsyonê de û hem jî di şandeya ku diçe Îmraliyê de cih bigirin. Ya herî girîng, em dixwazin birêz Ocalan bibînin."
MA / Fethî Balaman