BALIKESÎR - Li navçeya Sindirgiyê bi pileya 4.4’ê erdhej çêbû.
Duh bi şev saet di 19.53’yê de li navçeya Sindirgi ya Balikesîrê bi pileya 6.1’ê erdhej çêbû. Erdhejokên piştre hêj berdewam in. Saet di 14.15’ê de bi pileya 4.4’ê erdhejeke nû çêbû. AFAD’ê ragihand ku navenda erdhejê Sindirgi ye û edhej 10,39 km’an di bin erdê de çêbûye.
Duh di saetên şevê de li navçeya Sindirgiyê bi pileya 6,1’ê erdhejek çêbû. Gelek erdhejok li peyhev çêbûn û heta niha 16 avahî hilweşiyane. Di erdhejê de Nîhat Onbaş (81) jiyana xwe ji dest da û 29 kes jî birîndar bûn.