AMED - Akademîsyen Ferda Fahrîoglû diyar kir ku hewceye komîsyona li Meclisê hatiye avakirin ji raporên rêxistinên civaka sivîl sûdê bigirin û got: “Divê her kes ji bo civakîbûna pêvajoyê di têkoşîna aştiyê de cih bigire.”
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir pêvajo bi avakirina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Xwîşk û Bratî û Demokrasiyê dewam dike. Tê payîn ku komîsyon rojên pêş bi rêxistinên civaka sivîl, rûspiyan û derdorên cûda re hevdîtinan bike. Akademîsyen Ferda Fahrîoglu di Tora Aştiya Rexneyî de cih digire û têkildarî pêvajoyê û komîsyona ku hatiye avakirin ji ajansa me re axivî.
Ferda Fahrîoglû diyar kir ku aliyan ji pêvajoya salên 2013-2015'an ders derxistine û wiha got: "Em di pêvajoyeke welê de ne ku em jê re dibêjin aştiya neyînî, serdemeke ku çek bêdeng bûne. Lê belê cudahiya di vê pêvajoyê de ew e ku ya di dawiya dawî de divê were kirin, di destpêkê de hat kirin. PKK'ê bi gotina 'serdema çekdanînê bi dawî bûye û pêwîst e pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û hiqûqî bê çareserkirin' însiyatîf girt. Ev gelekî hêja ye. Bi rastî jî zehmet e ku mirov bi beşa herî zehmet dest pê bike. Lê me di 11'ê Tîrmehê de şahidî ji merasîmeke pir hêja re kir.”
‘DIVÊ BI PLANKIRÎ BI PÊŞ BIKEVE’
Fahrîoglû bibîrxist ku di bin siya çekan de rastiya dewletê ya ku Kurdan krîmînalîze dike û 'terorîze dike' heye û wiha axivî: “Ji ber vê yekê, di pêvajoyeke ku niha siya çekan nîne de, ji bo meşandina pêvajoya aştiyê û avêtina gavên demokratîk û hiqûqî zemîneke gelekî guncawtir diafirîne. Her wiha qadeke gelekî berfirehtir heye ku civak dikare hesab bipirse. Beşa duyemîn jî avakirina komîsyoneke parlementoyê ye. Em li bendê ne ku ev komîsyon têkildarî pêvajoya em jê re dibêjin 'bêçekbûyîn' û 'entegrasyon' rêziknameyên qanûnî amade bike. Ev pêvajoya aştiyê helbet ne tenê li ser PKK'ê danîna çekan e; Em behsa pêvajoyeke pir-tebeqe, pir-aktorî dikin. Çareseriya pirsgirêkeke ku bi dehan salan e dewam dike û sedsaleke dirêj dewam dike, wê di nava demeke kurt de pêk neyê. Divê ev bi awayekî pir plankirî pêş bikeve.”
‘DIVÊ CIVAKA SIVÎL ROLA XWE BI CIH BÎNE’
Ferda Fahrîoglû diyar kir ku ji bo beşdariya aktîf a rêxistinên civakî pêwîst e bêyî bendewarî yan jî bendewariyekê tevlîbûneke navxweyî bê kirin û li benda vexwendinekê be. Ferda Fahrioğlu derbarê komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin de axivî û diyar kir ku civîna yekemîn a komîteyê ji çapemeniyê re vekirî bû û civîna duyemîn jî bi awayekî taybet pêk hat û wiha got: "Muzakereyên di pêvajoyên aştiyê de her tim bi şefafî nayên meşandin. Hin qonaxên muzakereyê bi taybet tên meşandin. Ji ber ku ev pêvajoyên gelekî hesas in ku dikarin werin provokekirin, normal e ku hin qonax bi rengekî ku alî karibin bêhtir bi rengekî azad biaxivin û pêvajoya hiqûqî bi vî rengî were destnîşankirin. Bêguman divê ne tenê partiyên siyasî di nava komîteyê de hebin, di heman demê de komîteyên jêrîn ên ku beşên cuda yên civakê, yên sax man, yên ku em weke mexdûr, rêxistinên civakî û akademîsyen bi nav dikin, hebin. Ji ber vê yekê, daxwaza me weke STK'yeke ber bi parlamentoyê ve wê ew be."
Fahrîoglû anî ziman ku rêxistinên civaka sivîl pasif nîn in û bi bîrxist ku ÎHD’ê mexdûrên cûda aniye gel hev û divê rêxistinên civaka sivîl bêhtir bikevin nav hewldanan.
‘MÎSOGERIYA QANÛNÎ GIRÎNG E’
Ferda Fahrîoglû da zanîn ku qanûnîbûna komîsyonê yek ji daxwazên aliyê Kurd e wiha got: "Di pêvajoya 2013-2015'an de me ev yek tecrube kir. Di wê demê de qanûnek ji bo ewlekirina kesên tevlî pêvajoyê bûne hat derxistin, lê piştre ev qanûn hat betalkirin. Di dema ku ji aliyê dewletê ve ti kes tevlî muzakereyan nebibû rastî lêpirsînê hat jî, em bûn şahidê pêvajoyeke ku hemû parlamenterên HDP'ê yên wê serdemê lêkolîn kirin û ceza wergirtin. Ji ber vê yekê, misogerkirina qanûnî gelekî girîng e.”
HEVDÎTINÊN BI OCALAN RE
Fahrîoglû diyar kir ku gelek derdorên cuda dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û wiha got: “Em dizanin ku Abdullah Ocalan dê rojên pêş gelek derdorên cûda re hevdîtinan bike. Ev daxwaza wî ye. Em dizanin ku di vê mijarê de sozên ku dewletê jî dane heye.”
Fahrîoglû mînakên çareseriyê yên li cîhanê bibîrxist û wiha got: “Rapor û agahiyên cidî hene. Heta gelek agahiyên ÎHD'ê jî hene. Ji ber vê yekê, di vê serdemê de dewlet û hikûmet divê pêvajoyeke ku ji rapor û agahiyên di destê rêxistinên civaka sivîl de sûdê werbigire. Di heman demê de derxistina cenazeyan ji kuştinên kiryar nediyar, bi cihên tên zanîn û înfazkirina gelek qonaxên rûbirûbûnê esas e. Veguherandina van raporan vediguhere rêveberiyeke lêpirsînê û cezayî û bêcezahiştin, bi rastî jî çerxa binpêkirina mafên mirovan vediguhere pêvajoyeke dewam dike.”
Fahrîoglû bilêv kir ku hê jî zimanê aştiyê bi ser neketiye, divê zimanê aştiyê were afirandin û zimanê AKP-MHP ya ‘Tirkiyeya bêteror’ rexne kir.
MA / Mujdat Can-Fethî Balaman