* Mehmet Îsa Aydogan ku poşmanîtî qebûl nekir, berdana wî salekê hat taloqkirin. Dozger gef li Aydogan xwar û got: "Ez te wisa bi rihetî bernadim."
* Xebatkarên Teksîtîla Perî ku li dijî derxistina ji kar dest bi çalakiyê kirin, diyar kirin ku heya mafên xwe bi dest bixin û vegerin ser kar wê bitêkoşin.
* Şaredariya Tatosê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de, her diçe xebatên xwe yên ji bo jinan zêde dike. Hevşaredar Gulen Şengulê anî ziman ku di civînan de hemû pirsgirêkên jinan qeyd dikin û ji bo çareseriyê projeyan pêş dixin.
* Şîmel Çam, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku di girtîgehê de du caran krîzê li dilê wî xistiye, diyar kir ku rewşa tenduristiya bavê wê xirab bûye û yekem çalakiya komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin, divê berdana girtiyên nexweş bûye.
* Nivîskar Kuban Kural diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo gelê Çerkesan hêviyek e û çareserkirina pirsgirêka Kurd tekane rêya jiyîna nasnameya Çerkesên li vê herêmê ye.
* Nûnera KCDP’a Enqereyê Ece Yilmazê diyar kir ku aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e û got ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li meclisê hatiye avakirin divê ji bo pêşîgirtina li kuştinên jinan gavan biavêje.
* Têkildarî “Meşa Aştî û Civaka Demokratîk” ku Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê di 14’ê Tebaxê de li dar bixe, dê li avahiya partiyê ya Amedê daxuyanî bê dayin. (11.00)
* Rojnameger Denîz Firat ku di 8’ê Tebaxa 2014’an di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Mexmûrê de hatibû qetilkirin, dê di salvegera 11’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe ya li Wanê bê bibîranîn. (13.00)
* Li dijî xebatên madenê û birîna avê ya li gundê Koçmîran ê navçeya Licê ya Amedê, dê li pêşiya şantiyeyê daxuyanî bê dayin. (14.00)
* Komkujiya Zînî Gedîgî ya li Erzînganê hatibû kirin, dê di salvegera 87’an de li gundê Kiliçkayayê bê protestokirin. (16.30)
* MED TUHAD-FED, TUAY-DER û Şaxa OHD’a Amedê dê li dijî gefa li Semra Akgul a li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin hatine xwarin, li pêşiya girtîgehê daxuyaniyê bidin. (18.00)