Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan

EDENE - Rêxistinên ku piştgiriyê didin malbatên girtiyan ji bo girtî bên berdan, gotin: "Dewlet jî di nav de divê her kes ji bo pêvajoyê destê xwe dirêj bike." 
 
Nûnerên rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan, daxwaza berdana hemû girtiyan dikin. Nûneran , gotin: "Divê her kes, tevî dewlet, destekê bide vê pêvajoyê."
 
Pirsgirêka girtiyan ku xaleke girîng a "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" e, bi pêkanînên tên sepandin hema bêje bûye pirgsirêkeke kronîk. Tê texmînkirin ku di navbera 5 hezar û 10 hezar girtî, di nav de siyasetmedar, hunermend, rojnamevan, nivîskar, parêzer, şaredar, çalakvan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, bi "Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK)" tên darizandin. 
 
Her çiqas ji ber şîrovekirina berfireh a TMK'ê hejmara girtiyên li girtîgehan roj bi roj zêde dibe jî, paşxistina berdana girtiyên ku cezayên xwe temam kirine, wekî ku di "Rêziknameya Lijneyên Îdare û Çavdêriyê" û Qanûna Înfazê de hatiye destnîşankirin, pirsgirêkeke din e. Pirsgirêkek din a têkildarî girtiyan, astengiyên li pêşiya berdana girtiyên nexweş in. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Nîsan û Gulanê, herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş li girtîgehan hene. 335 ji wan bi giranî nexweş in. Li gorî daneyên ÎHD'ê, di navbera salên 2018 û 2023'yan de 2 hezar û 258 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Beşek girîng ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane girtiyên nexweş in. Hadî Elçîçek, girtiyek nexweş bû ku rapora wî ya astengdariyê ji sedî 93 hebû û înfaza wî ji ber sedemên tenduristiyê şeş mehan hatibû paşxistin, li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê ku lê dihat dermankirin, ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
 
Hevserokê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran a Akdenîzê ya Edeneyê (AATUHAY-DER) Zahir Akalin, rola hêsanker a çareseriya pirsgirêka girtiyên nexweş di pêvajoya berdewam a çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêka girtiyên nexweş de nirxand û diyar kir ku tevî vê pêvajoyê jî pirsgirêk berdewam dikin. Akalin destnîşan kir ku binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan berdewam dikin û girtiyên nexweş xwe nagihînin dermankirineke têrker û xwest ku hemû girtiyên nexweş û siyasî serbest bên berdan.
 
Akalin diyar kir ku girtî û xizmên wan ên ku piştgiriyê didin "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" li bendê ne ku demildest girtî azad bibin. Akalin diyar kir ku girtî rastî tundiya fizîkî û derûnî tên, dermankirina girtiyên nexweş nayê qebûlkirin û rê li ber berdana girtiyên ku cezayên xwe temam kirine tê girtin. Akalin diyar kir ku ev pêkanîn li dijî pêvajoyê ne. Akalin destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên li girtîgehan di xwegıhandına tenduristiyê de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin ü bal kişand ser mirina nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek û got: "Girtiyên nexweş hîn jî jiyana xwe ji dest didin. Hîn jî di girtîgehan de girtiyên nexweş hene. Em vê pêkanînê qebûl nakin. Em ji bo hemü girtiyên siyasî, bi taybetî jî ji bo girtiyên nexweş, azadî dixwazin."
 
Hevserokê Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran a Akdenîzê ya Edeneyê (AATUHAY-DER) Nazîme Bayhan diyar kir ku tevî pêkanîna "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk", di girtîgehan de tu başbûn çênebûye. Nazîme Bayhanê anî ziman ku lêgerîna tazî berdewam dike û qedexeyên rojname û radyoyan hîn jî di meriyetê de ne û got: "Ew saet 5'ê sibê tên lêgerînê û heqarteê li girtiyan dikin. Me hêvî nedikir ku ev pêvajo bi vî rengî biçe. Birêz Ocalan ev pêvajo da pêşiya dewletê, lê meh derbas bûn, tu guhertin çênebûne. Cezayên dîsîplînê berdewam dikin û sînordarkirinên dermankirinê berdewam dikin. Em heta dawiyê li pişta vê pêvajoyê ne, lê dewlet tu guhertinekê nake. Em ji birêz Abdullah Ocalan bawer dikin û em ê heta dawiyê li pişta vê pêvajoyê bin. Birêz Ocalan her tişta ku got kir, lê dewlet gav navêje. Em ê hevalên xwe yên di girtîgehê de bi tenê nehêlin. Divê her kes, tevî dewletê, destekê bidin vê pêvajoyê."
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

14:55 UNICEF: Li Xezeyê rojane 28 zarok jiyana xwe ji dest didin
14:43 Li Xezeyê di 24 saetan de 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dan
14:32 Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe: Girtiyan berdin
14:01 Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin, 5 hezar û 618 hezar binpêkirin
12:55 Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin
11:38 Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin
11:36 'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in'
11:18 Mazlum Ebdî: Bi Sûriyeya nenavendî re her kes dê qezenc bike
10:18 Li dijî Şaredariya Pirsûsê êriş hate kirin
10:17 Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar
09:32 Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş
09:22 Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin
09:13 Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan
09:06 Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye
09:05 Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî
09:00 ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN
04/08/2025
21:15 Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir