* Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bang li kurd û Kurdistaniyan kirin ku yekîtiya neteweyî pêk bînin û gotin: "Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwana hemû avahiyên kurd û Kurdistanî ye. Em bang li her kesî dikin ku vê înîsiyatîfê xurt bikin."
* Hevserokê Navçeya Qaxizmanê ya DEM Partiyê Tûncer Aras bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Ev gavên yekalî fikar û pirsgirêkên baweriyê yên gel kûrtir dikin. Divê dewlet di vê qonaxê de samîmiyeta xwe nîşan bide."
* Metîn Abayay, birayê nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay ê ku 33 sal berê ji aliyê Hizbulkontra ve hat qetilkirin, got: "Peyrewên wî tevî hemû zextan jî lêgerîna wî ya heqîqetê didomînin."
* Jakob Migenda ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da, got: "Têkoşîna wî ne tenê ji bo azadiya komeke diyarkirî ye, di heman demê de ji bo hilweşandina zilmê û rizgariya gelên din jî ye."
* Di wêneyên ku ajansa me ji depoya HepsiJETê bi dest xistiye de, tê dîtin ku xwarin ne paqij e, daşir qirêjî ne û av nayê. Ev yek nîşan didin ku karker di warê fesixkirina peymana kar de mafdar in.
* Li gel diziya amûrên tibî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, derket holê ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Şirnexê kadroyên sixte afirandine.
* Rêvebirê OHD’ê Parêzer Mehmet Ali Aslan, diyar kir ku Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ji girtî Ayhan Bayar pirsiye “Ger pêvajo bi êrinî bi encam nebe û PKK, bi rêxistineke nû bidomîne tuyê beşdar bibî?” û ji ber vê pirsê tehliyeya wî astengkirî.
* Dayika Şemiyê Îkbal Eren, diyar kir ku bendewariyên wan ên ji pêvajoyê bicihanîna daxwazên wan e û got: “Em dizanin ku kiryar bi zirxê bêcezakirinê tên parastin, divê bêcezabûn bi dawî be.”