WAN - Bedriye Arpa ku birayê wê di nav refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest daye û birayê wê yê din 29 sal in di girtîgehê de ye, diyar kir ku tevî hemû zilm û zordariyên ku wan dîtine jî, ew aştiyê dixwazin û ji bo pêkanîna aştiyê divê dayikên tirk û kurd li hev bicivin.
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe li herêma Şikefta Casenê ya Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe, di 11'ê Tîrmehê de îmha kirin. Malbatên ku ji dema ku PKK'ê têkoşîna çekdarî daye destpêkirin ve di têkoşînê de ne, dixwazin ev pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe. Yek ji wan malbatan, malbata Gezîcî ye. Bedriye Arpa, xwişka Adil Gezîcî (Çiya Serhad) ku di sala 2001'ê de tevlî PKK'ê bûye û di 13'ê Îlona 2007'an de li navçeya Dîgor a Qersê jiyana xwe ji dest daye û Kenan Gezîcî ku 29 sal in di girtîgehê de ye, diyar kir ku tevî hemû zilm û zordariyên ku li wan hatiye kirin jî, ew aştiyê dixwazin û wekî malbat piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê.
Bedriye Arpayê destnîşan kir ku Adil yê herî biçûk ê malbatê bûye û di ciwaniya xwe de bi berdewamî beşdarî çalakiyên siyasî bûye û di dawiyê de li Stenbolê tevlî PKK'ê bûy û got: "Dema ku birayê min şehîd bû, em li Xîzanê bûn. Em çûn ku cenazeyê wî bistînin, lê dewletê pir zehmetî dan ber me. Wan birayê me yê mezin binçav kirin û nehiştin ku birayê xwe bibîne an jî bişo. Di sala 1996'an de di teqîna bombeya leşkerî de li gund dêya me çavekî xwe winda kir. Piştre me cenazeyê xwe wergirt û veşart."
‘MALBATÊ ZILOM DÎTIYE'
Bedriye Arpayê ku diyar kir ku birayê wê Kenan Gezîcî 29 sal in di girtîgehê de ye û got: "Dewletê bi salan li pey birayê min ket, bênavber li pey wî ket. Li her derê li pey wî bû. Birayê min jî zewicî bû û zarokekî wî hebû. Tevî van hemû zextan, ew ji Wanê hatin mala min a li Mersînê. Salekê li wir man. Tevî vê yekê, zext berdewam kir. Carinan polîsan bi ser mala me de digirt, carinan jî bi ser malên cîranan û nasên din de. Ew li Mersînê jî nekarî xwe bigire, ji ber vê yekê çû Stenbolê. Mehek şûnde, bi alîkariya nasan, me hevjîna wî û zarokê wî şandin Stenbolê. Wan karî nêzîkî du salan li Stenbolê xwe bigirin. Lê zextên dewletê dîsa dewam kirin û ew li pey wî çûn. Di vê demê de, zarokekî din ê birayê min Kenan çêbû. Birayê min û hevjîna wî, her du zarokên wan, dema ku serdegirtin pêk hat li malê bûn. Zaroka wan a biçûk çil rojî bû û di nav nigê polîsan de me. Piştre wan birayê min binçav kirin. Di 15 rojên ku ew di bin çavan de bû de, mala wan bû qereqol. Wan nehişt ku malbat ji malê derkeve an jî xwarinê bikire. Zarokên wan ji birçîna digirîyan, lê wan ew di odeyê de kilît kirin û nehiştin derkevin. Bi vî rengî îşkence û hovîtî li wan dihat kirin."
‘EM DIBÊJIN AŞTÎ’
Bedriye Arpayê anî ziman ku birayê wê piştî girtinê bi qasî 15 rojan îşkence lê hatiye kirin û wiha domand: "29 sal derbas bûn ku me ev hemû jiyan. Bê guman, em dixwazin ku ew ji girtîgehê were berdan û em bawer dikin ku ew ê di demeek nêzîk de were berdan. Ne tenê em, lê hemû malbatên girtiyan dixwazin ku ev yek dmeildets pêk bê û hezkiriyên wan werin berdan. Tevî vê hemû zilm û zordariyê, em dîsa jî banga aştî û biratiyê dikin. Em azadiya zarokên xwe dixwazin. Em naxwazin xwîn birije. Em dixwazin ku em destên xwe bidin hev, bibin yek, bibin bira û azad bin. Divê her du alî jî rast nêzîkî hev bibin."
‘DIVÊ RÊBERÊ ME JI GIRTÎGEHÊ DERKEVE'
Bedriye Arpayê behsa pêvajoya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêşî divê dewlet gav biavêje. Pêşî divê girtîgeh bên vekirin. Piştre divê ew kesên ku neçar mane welêt biterikînin vegerin. Di vê pêvajoyê de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê jinan. Divê dayik dest ji girî berdin û divê hemû dayik destên xwe bidin hev û bar hilgirin ser milê xwe. Divê hem dayikên kurd û hem jî yên tirk li hev bicivin û daxwaza aştiyê bikin. Ya herî girîng ew e ku Rêberê me ji girtîgehê were berdan. Em hêvî dikin ku di dawiya vê pêvajoyê de her kes kêfxweş bibe."
MA / Rûken Polat – Ozlem Yacan