WAN – Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku dewlet û desthilatê wekî Kurdan ji bo pêvajoyê gavên xurt neavêtiye û gotin: “Aştî bi yekalî ve nabe.”
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, merasîma îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk”, hêviya dayikên ku di pevçûnan de zaroken xwe winda kirine an zarokên wan di nava refên PKK’ê de ne zêde kir. Rexmê biryara veguherîna radîkal a PKK’ê dewlet û desthilat ji bo lezandina ji bo pêvajoyê gavan navêje û dereng dixe, ev yek jî bi dayikan re fikara sabotekirina "pêvajoyê" çêdike.
Hanîfe Koçê, diyar kir ku merasîma îmhakirina çekan a “Koma Aştî û Civaka Demokratîk”, peyamên girîng dihewîne û ev tişt got: “Piştî îmhakirina çekan dewletê gaveke ku em pê bextewer bin neavêt, lêbelê em bawer in ku dê gavan biavêje û pêşiya aştiyê vebe.”
‘AŞTÎ BI YEALÎ VE NABE’
Hanîfe Koçakê, rave kir ku merasîma şewata çekan pêşiya aştiyê vedike û ev rewş wê bextewer dike û wiha pê de çû: “Dema min li ser televîzyonê temaşe kir, min hêsir barand, ez gelek xemgîn bûm lêbele pişt re ez bextewer bûm. Hêvîdar im ev êş û zilm bi dawî be. Ji dewletê tenê daxwazeke me heye bila pêşiya aştiyê vebike û mercên aştiyê ava bike. Em dibêjin ‘aştî’ lêbelê li Stenbolê ji ber axaftina Kurdî mirov rastî îşkenceyê tên. Li Kurdistanê hêj xweza tê tunekirin. Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê.”
‘EM JI RÊZDAR OCALAN BAWER IN’
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kewê Işık, destnîşan kir ku dewlet û desethilatê wekî Abdulah Ocalan û PKK’ê gavên xurt neavêtiye û got: “Em ji rêzdar Ocalan û ji partiya xwe bawer dikin. Ji bo têkoşîna xwe çi ji destê me bê em ê bikin. Em bi saya Ocalan û tevgerê bi xwe bawer bûn û li dû îradeya xwe çûn. Dewletê hêj tu gav neavêtiye, hemû bar daniya ser milê Kurdan. Bila mercên Ocalan bê başkirin. Rêzdar Ocalan ji azadiya xwe tiştek nexwest. Ji bo aştiyê divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigire.”
‘BILA MAFÊN ME BÊ NASKIRIN’
Kewê Işık, destnîşan kir ku di şer de kes bi sernakeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi salan ji bo zarokên me gotin ‘terorîst’ lê ne em û ne jî zarokên me terorîst in. Zarokên me ne evîndarê çekê ne, ew tenê ji bo azadiyê têdikoşin. Kesên ku li mafê xwe digerin dibe ‘terorîst’. Me xwen heqê me nedan, me şer kir heqê me nedan. Êdî bila heqê me bê dayîn. Zarokên me di dîroka cîhanê de têkoşîna xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin.”
‘BILA MERCÊN OCALAN BÊ AVAKIRIN’
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiya Kaya, ev tişt got: “Em vê aştiyê diyarî hemû kesên ku di oxira aştiyê de jiyana xwe ji dest nade bikin. Em bawer in ku dê tu girtiyekî li girtîgehê nemine. Me hemû gavên hewce avêt êdî dora dewletê ye. Bila tavilê gav bên avêtin. Ji bo rêzdar Ocalan karibe pêvajoyê rêve bibe bila mercên wî bê avakirin. Gelê Kurd ê ser bikeve. Kurd ji her tiştî re amade ne.”