NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Mexmûrê ku 736 roj in ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan nobedê digire, got: "Divê dewlet guh bide banga Rêber. Em jiyaneke aram û bi rûmet dixwazin. Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin axa xwe, ne bi teslîmiyetê."
Ji ber polîtîkayên "ewlehiyê" yên dewletê di salên 1990'î de, bi hezaran kes ji Şirnex, Colemêrg û Sêrtê bi darê zorê hatin koçberkirin. Welatî neçar man ku koçî kampên li Iraq û Herêma Kurdistanê bikin. Bi hezaran kes ku neçar man di navbera gelek kampan de rêwîtiyê bikin, di sala 1998'an de di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li Kampa Penaberan a Mexmûrê ya li Mûsilê hatin bicihkirin.
Niştecihên kampê ku zêdetirî 30 sal in ji axa xwe dûr in, dixwazin bi pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin vegerin. Welatî ji bo vegera xwe ya Tirkiyeyê şert û mercên ewle û birûmet dixwazin. Niştecihên kampê ku 27 sal in li Mexmûrê ji bo jiyanê têdikoşin, di vê demê de perwerde, tenduristî û jiyana civakî li ser bingeha xwerêveberiyê ava kirine.
Gelê Mexmûrê ku 736 roj in li kampê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan nobedê digirin, têkildarî pêvajoyê axivîn.
Mehmûd Zêwkî diyar kir ku ew bi Abdullah Ocalan bawer in. Zêwkî got: "Wekî malbatên şehîdan, em bi tevahî piştgiriyê didin her gaveke ku Rêberê me diavêje. Em baweriya xwe bi dewletê naynin, lê Rêberê me hêviyê geş dike. Rêber Apo, ji bo me jiyana xwe feda kir. Ev meşa aştiyê ya ku wî daye destpêkirin ji bo me hemûyan dîrokî ye. Di demeke wiha de ku Rêber Apo ewqas fedekariyê dike, dewleta tirk bêdeng dimîne. Ev şerm e. Divê niha gav bên avêtin. Çekên kîmyewî hîn jî li çiyayên me tên bikaranîn û zirarê didin aştiyê. Danîna çekan gaveke dîrokî û hesas e. Divê em jî rola xwe bilîzin."
‘EM LI CEM RÊBERÊ XWE NE'
Welatî Helîm Gûndikremo piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman û got: "Em piştgiriyê didin banga Rêberê xwe. Divê dewlet jî ji bo misogerkirina aştiyê gavan biavêje. Em heta dawiyê li cem Abdullah Ocalan in. Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin da ku ev şer bi dawî bibe. Em êdî naxwazin xwîn birije. Bes e 50 sal in rijiyaye! Em aştî û biratiyê dixwazin."
‘ÇAVÊ ME LI WELATÊ ME YE’
Elî Mijînî jî diyar kir ku piştî pêvajo bi serkeftî bi encam bibe ew ê karibin vegerin welatê xwe û got: "Em di salên 1990'î de bi zorê ji gundên xwe hatin derxistin û di bin zextê de hatin vê kampê. Tevî hemû êş û azaran jî, em piştgiriyê didin meşa aştiyê ya ku hatiye destpêkirin. Ev gav ne tenê ji bo kurdan, ji bo tirkan jî girîng e. Divê dewlet guh bide banga Rêber. Em jiyaneke bi aştî û rûmet dixwazin. Em dixwazin bi rûmet vegerin ser axa xwe, ne bi teslîmbûnê. Em amade ne ku ji bo aştiyê çi hewce be bikin, lê em ê di bin zext û zorê de venegerin. Çavên me li welatê me ye. Ger şert û merc werin afirandin, ger hawirdoreke demokratîk û bêzext were avakirin, em ê vegerin warê xwe."
MA / Zeynep Dûrgût