WAN - Hevberdevkê Komîsyona Ziman Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar diyar kir ku divê statuya zimanê kurdî were naskirin û got: "Hebûn û azadiya zimanê kurdî ji bo kurdan xeta sor e."
Hevberdevkê Komîsyona Ziman Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Heval Dilbahar, diyar kir ku statuya zimanê kurdî di nav mijarên sereke yên ku di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de werin nîqaşkirin de ye. Dilbahar got: "Dema ku em behsa aştî û civaka demokratîk dikin, bê guman kurdî yek ji mijarên herî girîng e. Heta ku zext, înkar û asîmîlasyona li ser zimanê kurdî bi dawî nebe, em nikarin behsa aştiyê bikin. Ger ev hebin, bê guman em nikarin behsa civakeke demokratîk bikin. Aştî pêşî bi naskirina ziman, çand, huner û hemî nirxên neteweyan tê bidestxistin. Ger mirov nikaribin li her deverê bi azadî bi zimanên xwe biaxivin, binivîsin û bixwînin, em nikarin li wir behsa aştiyê bikin."
'DIVÊ ASTENGIYÊN QANÛNÊ BÊN RAKIRIN'
Dilbahar destnîşan kir ku polîtîkayên înkarê yên li dijî zimanê kurdî di salên dawî de berdewam dikin û got: "Zimanê kurdî li sazî û rêxistinên fermî, li meclisê û li dibistanan qedexe ye. Perwerdehiya kurdî tune. Ji ber vê yekê, divê zimanê kurdî, çand û hunera kurdî û nirxên gelê kurd werin rojeva pêvajoya aştiyê. Zimanê kurdî xeta sor e ji bo gelê kurd. Hemû kurd li ser vê yekê hemfikir in. Heta ku hemû astengiyên qanûnî û pêkanîn yên li pêşiya zimanê kurdî neyên rakirin, ne mimkûn e ku em aştiyê bikin û aştiyeke birûmet bi dest bixin."
Dilbahar bilêv kir ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û got: "Divê zimanê kurdî, wêje û hunera kurdî û azadî û serxwebûna gelê kurd nebe bazar. Ev mafên herî xwezayî yên gelê kurd in. Divê kurdî jî wekî zimanê erebî, farisî, tirkî, almanî, îngilîzî, fransî û spanyayî xwedî azadî û statuya wekhev be."
Dilbahar diyar kir ku ew ji bo rakirina astengiyên li pêşiya hemû zimanan parêzvaniyê dikin û got: "Em kurdî û zimanên din ên qedexekirî diparêzin. Ji ber vê yekê me di 15'ê Gulanê de gelek çalakî û bername li dar xistin. Divê em bêtir bixebitin. Divê hemû parlamenterên me, hem tirk û hem jî kurd, kurdî fêr bibin. Fêrbûna kurdî ne tenê berpirsiyarî û mafê gelê kurd e. Divê hemû saziyên me zimanê kurdî biparêzin û ji bo pêşxistina wê hewl bidin."