NAVEND NÛÇEYAN – Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê, dehatên xwe yên derveyî petrolê radestî Bexdayê kir.
Wezareta Darayî ya Hikûmeta Demkî ya Herêma Federe ya Kurdistanê ragihand ku îro 120 milyar dînar ji dahata xwe ya derveyî nefte ji bo meha Gulanê ya 2025’an xistiye ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Iraqê.
Wezareta Darayî ya Hikûmeta Demkî ya Herêma Federe ya Kurdistanê di daxuyaniyek de ragihand ku îro 120 milyar dînar ku dike ji sedî 50’yê dahata derî neftê, xistiye ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê.
Îro 83 roj in karmendên Herêma Federe ya Kurdistanê muçeyê xwe wernegirtine. Ji ber nedana mûçe li gelek saziyên hikûmetê yên li sinorê parêzgeha Silêmanî, Helebce û Hewlêrê karmendan boykot ragihandine û naçin ser kar.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Hikûmeta demkî ya Herêma Federe ya Kurdistanê, di 16’ê Tîrmehê de piştî civîna Lijneya Wezîran, di daxuyaniyê de diyar kiribû ku lihevkirina ji bo mûçeyan a bi Bexdayê re hatiye çêkirin, dê bixin meriyetê. Di çarçoveya lihevkirinê de da zanîn ku dê Hikûmeta Iraqê, mûçeyên xebatkarên herêmê û mafên darayî dabîn bike.
Lijneya Wezirên Iraqê, di 17’ê Tîrmehê de ji bo mûçeyên xebatkarên Herêma Federe ya Kurdistanê gotûbêj bikin awarte civiya. Serokwezîrê Iraqê Muahmmed Şiya Sudanî, di civînê de ji bo şandina mûçeyên xebatkaran ê meha Gulanê biryarname îmze kir. Lêblê di 20’ê Tîrmehê de Wezîrê Darayî yê Iraqê Tayf Samî got: “Heta herêm, dehata petrolê teslîm neke, dê mûçeyan neşînin.”
Ji ber xemsariya Hikûmeta demkî ya Herêma Federe ya Kurdistanê ku bi serokatiya Mesrûr Barzanî ve bi rêve diçe, qeyrana mûçeyan nayê çareserkirin. Xebatkarên saziyên cemawerî û welatiyên bi mûçeyên cemawerî ve dabara xwe dikin 82 roj in mûçe wernegirtine û tengasiyên aboriyê dijîn. Xebatkaran, hêj mûçeya meha Kanûna 2024’an û mûçeyên Gulan, Hezîran û Tîrmeha îsal wernegirtine.