Parêzer Atmaca: Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e

  • rojane
  • 10:32 22 Tîrmeh 2025
  • |
img
ÊLIH – Endamê OHD'ê Veysî Atmaca, diyar kir ku komîsyona dê li Meclisê bê avakirin divê her kes xwedî gotin be û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêdivî bi guhertina destûra bingehîn heye.
 
 
Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratbûna welat hate destpêkirin de, dê li Meclisê komîsyonê bê avakirin. Bi însiyatîfa Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ve di rojên pêşiya me de avakirina komîsyonê tê payîn. Nîqaşên têkildarî xebatên komîsyonê û naveroka wê hêj nehatiye zelalkirin.
 
DÊ KOMÎSYONEKE ÇAWA BE?
 
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê Veysî Atmaca, destnîşan kir ku divê hemû partiyên derveyî Meclisê jî beşdarî komîsyonê bibin. Atmaca, rave kir ku divê nûnerên bawerî û gelên din, parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasên destûra bîngehîn jî di nava komîsyonê de cih bigirin.
 
Atmaca, ev tişt got: “Bi vî rengî komîsyon dikare piştgiriyê bide pêvajoyê. Ev komîsyon ne tenê ji bo guherînên destûra bîngehîn û qanûnî ye, divê ji bo endamên PKK’ê yên ku çekê berdin jî sererastkirineke qanûnî çêbike. Li cîhanê rêxistinên gerîla yên ku di şerê rizgariya neteweyî de cihgirtin, beşdarî siyasetê bûne. Ger ji bo PKK’ê, ev sererastkirinên qanûnî neyê kirin, em ne bawer in ku aştî pêş bikeve.”
Atmaca, rave kir ku divê xebata ewil a komîsyonê, ji bo pêvajoyê  temînatên qanûnî mîsoger bike. Herwiha Atmaca, destnîşan kir ku divê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku tehliyeya wan tê astengkirin jî pêdivî bi guhertineke lezgîn heye û wiha pê de çû: “Divê vana bibin roheva komisyona Meclisê. Di qonaxên din de divê hemû sererastkirinên hiqûqî yên Tirkiyeyê bên nîqaşkirin.”
 
3 XALÊN EWIL ÊN DESTÛRA BINGEHÎN
 
Atmaca, bal kişand ser 3 xalên ewil ên destûra bingehîn ku bi tu awayî destûra guhertina wan nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di warê hiqûqa destûra bingehînde em dizanin ku tu giringiya wan nîn e. Lewra destûra bingehîn, parastina gel li dijî tundiyên desthilatê mîsoger dike. Ji ber vê yekê ev xalên qedexeker ku di destûra bingehîn cih girtî ne, divê li gorî çaçoveya pêşxistina destûra bingehîn bên şîrovekirin. Ev xalên qedexeker temenê destûra bingehîn kin dikin.” 
 
Atmaca, got: “Xala 66’emîn a destûra bingehîn, diyar dike ku her kesê ku li Tirkiyeyê Tirk dihesibîne. A rast ev metneke dogmatik û bê wate ye. Lewre di destûra bingehîn de welatîbûn di navbera civak û dewletê de ye. Di destûra bingehîn a nû de divê pênaseya welatîbûnê de ferzkirina netewê nebe. Ji ber vê yekê di çarçoveya pêvajoyê de guhertina xala 66’emîn pir girîng e.”
 
Atmaca, bal kişand ser peyamên Abdullah Ocalan ên têkildarî pêvajoyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêzdar Ocalan, bi salan de diyar dike ku Tirkiye bi vî rengî nikare bidomîne. Rêzdar Ocalan, çarçoveya têkiliyên Kurd û Tirk de pêşiya Tirkiyeyê vedike. Rêzdar Ocalan di pêvajoya sala 2013’yan û ya 2019’an de mijare herî zêde bal kişand serê guhertina destûra bingehîn bû. Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

19:40 Partiya Memleketê hat girtin
19:34 Ji bo girtiyên li Bolûyê kampanyaya hasthagê
17:20 Kesê ku îşkence li zarokan kir serbest hat berdan
16:27 Rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya têkildarî Girtîgeha Evînê
16:08 Werîşe Muradî: Rêveberiya xweser tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirov re bike yek
16:07 PSAKD bertek nîşanî Bahçelî da: Em hemwelatiya wekhev dixwazin
15:30 Li Siwêdayê agirbest hate binpêkirin
15:29 Ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî ji bo Fatma Tokmak bang
15:15 Iraqê biryara şandina mûçeyan da
14:55 Di mehekî de 71 kes hatin darvekirin
14:48 ‘Em ê bibin dengê jinên Elewî û Durzî’
14:19 Li Sûrê civîna ‘pêvajoyê’: Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû
14:18 Di cezayê 'axaftina telefonê' de biryara îxlalkirinê
13:36 Li Bazîdê dê konferansa ‘Giringiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan’ bê lidarxistin
13:35 Herêma Federe ya Kurdistanê dehata xwe ya derveyî petrolê radestî Bexdayê kir
12:41 Têkildarî ‘plana rantparêziyê’ ya li Newala Qesaba doz hate vekirin
12:04 Bi wêneyê rojnamegera ku hatibû qetilkirin merasîma dîrokî şopand
11:36 Trump: Ger hewce bike em ê dîsa bikin
11:19 Jinên Elewî: Cewhera heqîqetê dayik e, ev giyanê ji nû zindî be
11:07 Bûyera ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir: Divê dîsa 10 sal badilhewa neçe
10:48 Bakirhan: Komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike
10:32 Parêzer Atmaca: Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e
09:31 Baroya Rihayê ji bo piştgiriya aştî û çareseriyê dest bi xebatê kir
09:23 Hevserokê DAD'ê Kete: Şewitandin rêvekirina li ber hebûnên nû ye
09:11 Hevdîtinên gel: Divê AKP, MHP û CHP jî ji derdora xwe re vebêjin
09:08 Rojnamevan Bayramoglû: Ger hikûmet zemîna demokratîk veke dê pêvajo bimeşe
09:07 Bêrîvanên li Zozana Sunduzê ji rewşa aboriyê ne razî ne
09:05 Zarok di betlaneya havînê de fêrî Kurdî dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
21/07/2025
18:34 Li Xezeyê 19 kes ji birçîna mirin
18:23 Kesên ku wêneyên Ocalan parvekiribûn hatin binçavkirin
15:46 Civîna Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê dest pê kir
15:34 Leşker gef li girtiya nexweş xwar: Em wê ji holê rakin
14:32 Civîna Kurtulmuş û Bahçelî dest pê kir
14:29 Gelek êş kişand û rasti neheqiyan hat: Em wekheviyê dixwazin
14:24 CHP’ê giliyê dozger Gurlek kir
14:23 TAJÊ ji 19 welatan re name şand: Qirkirina Êzidiyan nas bikin
14:22 Peymana petrola Tirkiye û Iraqê ya 53 salan ber bi dawî dibe
14:07 Li Bangladeşê balafireke şer ket kampusa zanîngehê
13:59 Li Herêma Federa ya Kurdistanê 82 roj in mûçe nayê dayîn
13:51 Li Ewropayê dê ji bo Ocalan meşa azadiyê bê lidarxistin
13:30 Gola ku gundiyan çêkirin ziwa bû û bi hezaran masî mirin
13:24 Halîde Turkoglû: Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin
13:00 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hate astengkirin
12:53 Gelê Hondurasê: Ramanên Ocalan îlhameke mezin dide me
12:47 Berdevkê Partiya Komunîst a Avusturyayê: Divê piştgiriyê bidin daxwaza Kurdan a aştiyê
12:02 Ciwanên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bûn
11:59 Jin dê bi pêşvebirina rêxistinbûnê tevli pêvajoyê bibin
11:45 Serokê MÎT’ê dê biçe serdana DEM Partiyê
11:36 Li Girtîgeha Bolu tehliyeya 35 girtiyan hate astengkirin
11:13 Çerkez dixwazin di komîsyonê de cih bigirin
10:51 Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket
09:47 Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin
09:11 Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin
09:09 Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê
09:06 Li dijî hewaya germ: Ava sûsê
09:00 ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
20/07/2025
16:59 Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn
16:29 Li Nisêbînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:16 Îsraîlê êrişê Filistîniyên ku li bende alîkariyê bûn kir
15:45 Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman
14:44 Encamnameya ‘Komxebata Dayikan’: Erka jinûve avakirinê li pêşiya me ye
14:43 Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe
14:41 Li Uşak û Afyonê şewat derket
12:51 Li Îzmîrê qetlîama jinan
11:56 Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin
10:48 Kesên diçin seyranê Newala Qoriyê qirêj dikin
10:43 Li Stenbolê 4 şevnişîn şewitîn
09:52 Di berga kovara Jinê de merasîma dîrokî
09:33 Li ser rêya Kobanê rêwiyekî xeyalan: Hogir
09:14 DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn!
09:08 Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
09:05 Ari ku merasîmê temaşe kir: Divê imhaya 100 salî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN
19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN