RIHA – Endama Meclisa Ciwanan a Rihayê ya DEM Partiyê Argeş Alagoz diyar kir ku dê ji bo daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan şahiyê lidar bixin û banga tevlêbûnê li hemê kesî kir.
Meclisa Ciwanan a Riha ya DEM Partiyê wê sibe saet di 13:00 de li salona dawetê ya li taxa Devteyeştî ya navçeya Halîliyeyê bi dirûşma 'Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, bi Rêbertiya azad re xwe bi rêxistin dikin' şahiyekê lidar bixe. Di pîrozbahiyê de wê Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û hunermend Kadîr Çat jî amade bin.
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê Argeş Alagoz hemû ciwan vexwend şahiyê. Alagoz işaret bi peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 27'ê Sibatê û piştre da û got, "Em di çalakiyên xwe de pêvajoyê ji gel re vedibêjin. Em rave dikin ku çima banga sosyalîstan hêviya gelan temsîl dike, balê dikişînin ser têgihiştin û hişmendiya vê bangê ji aliyê gelan ve."
Alagoz diyar kir ku ew ê di şahiya ku ew ê li dar bixin de azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin.