ENQERE – Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş, diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de divê astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê rabin û got pêdivî bi “mifredata aştiyê” heye.
Pêvajoya ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê, bi geşedanên girîng ve pêş dikeve. Bi pêşveçûna pêvajo ve daxwazên raya cemawerî yên ji bo sererastkirinen qanûnî yên derbarê maf û azadiyên bingehîn de zêde dibin. Yek ji daxwazên herî sereke perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Zulkuf Guneş, diyar kir ku daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo Kurdan e herwiha ji bo gelên li welat dijîn mafeke gerdûnî ye û got: “Perwerdehiya bi zimanê dayikê û xizmetên cemawerî di cîhanê de wek mafên gerdûnê tên qebûlkirin. Li Tirkiyeyê bi salan e ev maf tên înkarkirin û bingeha pirsgirêka Kurd yek jê ev e.”
GIRINGÎYA ZIMANÊ DAYIKÊ
Guneş, destnîşan kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê ne tenê meseleyek akademîk di heman demê de mafeke nasnameyî yê û wiha pê de çû: “Gelek biz iman, bi nasname û çanda xwe ve heye. Ger bi ziman perwerde nebe dê jêderkên wî zimanî qels bibe û winda bibe. Windabûna ziman jî bişaftina çand û gelekî ye.”
Guneş, bal kişand ser bandora ziman a pêşketina mirov û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî pisporên pedagojiyê şêwaza herî baş ew e ku zarokek bi zimanê xwe bifikire, xeyal bike û xwe îfade bike. Zarokên ku bi zimanê dayikê ve perwerde nabin pirsgirêkên serneketinê, dûrketina ji perwerdehiyê û yên dêrûnî dijîn.”
‘DIVÊ MÎNAKÊN CÎHANÊ BÊN VEKOLANDIN’
Guneş, bibîr xist ku daxwazên ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê bûne sedema neheqiyan û ji ber van daxwazan bi hezan mirov hatin cezakirin, lêpirsîn di der heqê wan de vebûn û ji kar hatin avêtin. Guneş, ev tişt got: “Ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê bikeve meriyetê divê planên taybet ji bo herêmên ku zimanê dayikê lê tê axaftin bên çêkirin. Divê pergaleke ku xizmetguzariyan bi zimanên dayikê, li nexweşxaneyan û li hemû saziyen dewletê dide bê pêşxistin. Bi lez û bez, avêtina van gavan li ser bingeha mînakên cîhanê, dê pêvajoyê xurt bike.”
MIFREDATA AŞTIYÊ
Guneş, destnîşan kir ku divê mifredata dibistanan ji nû ve bê amadekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mifredatên heyî li gorî hişmendiya tekparêziyê hatine amadekirin. Divê mifredata aştiyê ku her kesî qebûl dike bê amadekirin. Ji bo zarok fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin ev yek pêwîst e. Di mînaka Efrîqa û Spanyayê de bandora mifredatê û ya kedkarên perwerdehiyê li ser pêvajoya aştîyê xur bû. Li Tirkiyeyê mifredatên li ser esasê empatî, hezkirin û aştiyê dê bi awayeke cidî li ser pêvajoyê bandor bike.”