MANÎSA - Mudaxileya li şewata li Taxa Seyîtoba ya navçeya Sarûhanliyê didome. Şewata li Taxa Apakê jî hat tefandin.
Li taxên Apak û Seyîtoba yên navçeya Sarûhanli ya Manîsayê agir bi daristanê ket. Şewata li Taxa Apakê, di nava 3 saetan de hat kontrolkirin. Agirê ku li Taxa Seyîtoba bi zeviyan ket jî, di demeke kurt de xwe gihand qada daristanî. Tîmên sewqî herêmê hatin kirin, ji bejahiyê û hewayê ve mudaxileyî agir dikin.
2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Kesê bi navê F.K. ku tê gotin bûye sedema şewata li Taxa Apakê û M.S. yê ku tê derpêşkirin gava li Taxa Seyîtobayê baxçe paqij kiriye agir pêxistiye, hatin binçavkirin.