NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlozofê Marksîst ê Îrlandayî John Holloway piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma şewitandina çekan a gerîlayan û got: "Ji bo min rûmeteke mezin e ku tevlî dengê piştevanên pêvajoya aştiyê dibim."
John Holloway bi fikirên xwe "şoreşa bêdewlet" diparêze û bi nêrînên xwe yên li ser şêweyên berxwedana alternatîf a li hemberî kapîtalîzmê tê naskirin. Fîlozofê Marksîst ê Îrlandayî John Holloway piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Fîlozofê Marksîst di peyama xwe de got: "Ji bo min rûmeteke mezin e ku tevlî dengê piştevanên pêvajoya aştiyê dibim. Her gaveke ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pêş ve dibe ne tenê destketiyeke gelê Kurd e, di heman demê de ronahiyeke hêviyê ye ji bo gelan hemûyan."
John Holloway di dewama peyama xwe de got: "Li derveyî kapîtalîzmê ku em neçarî wê hatine hiştin, divê em wê cîhana cuda bi xurtî ava bikin. Ji ber vê yekê ez bi dil û can piştgiriyê didim danîna çekan. Çek ji bo kuştinê hatine çêkirin û kuştin jî awayê herî şênber ê înkarkirina rûmeta mirovan e. Ji bo guhetina cîhanê, divê hemû têkiliyên sîmetrîk ên bi avaniyên desthilatdariyê bêne redkirin. Çiqasî zor û zehmet jî be divê em mejiyê wan bişikînin.
Ji bo aştiyê, ji bo azadiya Ocalan, ji bo pêşveçûna Tevgera Azadiyê ya Kurd û hemû tevgerên li dijî patriyark, mêtingerî û zordariyê têdikoşin re erê, erê, erê."