ÊLIH - Li Êlihê di 139 civînê gel de ji 25 hezar kesan re “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hate vegotin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya geşedanên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo vegotina geşedanan û guhdarîkirina rexne û pêşniyarên gel, “Hevdîtinên Civaka Demokratîk” dabû destpêkirin. Ev hevdîtin didomin. Eleqeyeke mezin a gel ji bo hevdîtinan heye. Ji 1’ê Tîrmehê heta niha li Êlihê 139 civîn bi gel re hatin lidarxistin û “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” bi nêzî 25 hezar welatiyan re hate vegotin.
'DIVÊ GEL KIRDEYA PÊVAJOYÊ BE’
Wekîla DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu ku tev li hevdîtinên gel bû, wiha got: “Em êdî derbasî pêvajoyeke ku çek bêdeng dibin û jiyana demokratîk tê hûnandin. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan, ji bo Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendeke dîrokî ye. Em bi van civînan dixwazin gel bikin kirdeya pêvajoyê. Dê hemû gelên Tirkiye û herêmê ji vê pêvajoyê qezenc bikin.”
HEDEF 250 CIVÎN E
Zeynep Oduncu, wiha domand: “Hedefa me ew e ku li bajar 250 civînan li dar bixin. Gel xwedî li pêvajoyê derdikeve lê fikarên wan jî hene. Sedema vê fikarê jî tecrubeyên berê ne. Ji ber ku her tim rastî pişaftinê, komkujî, cihêkarî û girtîgehan hatine. Ji dewletê bawer nakin lê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerin. Hêviyeke wan a mezin heye.”
FIKARÊN GEL HENE
Evîn Ozer ku tev li hevdîtinên gel bû jî got ku dê pêvajo ji bo hemû gelan baş be lê divê gavên şênber bên avêtin. Evîn Ozerê got: “Merasîma berdana çekan, temînateke ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Me serdemên zehmet jiya, me gelek tişt jiyan û gelek bedel da. Hêvîdarim hevdîtinên gel bibin wesîleya aştiyê. Em dixwazin ne hêsirên êşê lê yên keyfxweşiyê bibarin.”
Welatiya bi navê Rabîa Çetînkaya jî got ku ew piştgiriyê dide pêvajoyê û ji bo aştiyê tişta ji dest tê dê bike. Rabîa Çetînkaya, got: “Em naxwazin zarokên me bimirin û dayik bigirîn. Bila girtiyên siyasî û nexweş bên berdan.”