Guleç: Daxuyaniya Ocalan rast û di cih de ye
Canpolat: Banga dîrokî ya Ocalan resmê sedsalê ye

  • rojane
  • 14:41 9 Tîrmeh 2025
  • |
img

AMED - Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku Abdullah Ocalan di banga xwe de bal kişandiye ser lezgîniya avakirina komîsyona li Meclisê. Hevserokê MED- TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat jî ji bo bangê got “Resmê sedsalê ye.” 

 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangekî bidîmen kir. Ocalan, dipeyama xwe de got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.” Banga Abdullah Ocalan di serî de li Kurdistanê li tevahiya cîhanê deng veda. 
 
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat têkildarî bangê axivîn.
 
PIŞTÎ 26 SALAN DÎMENÊ EWIL 
 
Guleç, diyar kir ku ev banga Abdullah Ocalan ji banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a 27’ê Sibatê gelek cuda nîne û got: “Ji ber ku piştî 26 salan cara ewil bi dengê Abdullah Ocalan hate weşandin, gelek girîng e.” Guleç, bal kişand ser geşedanên piştî banga 27’ê Sibatê li Rojhilata Navîn qewimîn û wiha domand: “Van geşedanan, careke din nîşan dan ka pêvajo û banga 27’ê Sibatê çiqasî girîng in. Di bangê de tê xwestin ku ji bo çek ji dewrê rabin divê gavên şênber û pratîk bên avêtin. Mirov dikare bibêje ji bo xebata li Silêmaniyeyê ku dê çek bên berdan jî bangekî girîng bû. Daxuyaniyeke dîrokî bû. Ji ber ku dibêje êdî serdemek bi dawî dibe û serdemeke nû bi berdana çekan dest pê bike. Her wiha bang hate kirin ku bi berdana çekan re li Meclisê ji bo çareseriya meseleyê komîsyon were avakirin û ev komîsyon xebatên xwe bidomîne. Di vê mijarê de ji bo koma DEM Partiyê jî bangek heye. Pêşniyar dike ku partiyên siyasî di vê komîsyonê de bixebitin. Ev daxuyanî, daxuyaniyeke rast û di cih de ye. Ji bo avakirina komîsyonê banga lezbûnê tê kirin.” 
 
‘DÊ PIŞTGIRIYA RAYA GIŞTÎ ZÊDE BIBE’  
 
Bi domdarî Guleç bi lêvkir ku banga Abdullah Ocalan a ji bo bilezûbez serxistina pêvajoyê ji bo wan jî gelek biqîmet e û wiha pê de çû: “Berpirsyartî dikeve ser milê hemû derdorên li welat. Di pêvajoyên berê de ji sedî 70’ê civakê berdana çekan pir erênî dinirxand. Piştgiriya raya giştî ya ji bo pirsa ‘gelo dê çekan berde?’ ji sedî 40 bû. Lê bawerim piştî têkoşîna çekdarî bi dawî bû û çek bi awayekî fiîlî hatin berdan, dê piştgiriya civakê zêde bibe. Li gel Meclisê, dê derdorên civakî jî xwedî lê derkevin lewma ev bang gelek biqîmet û girîng e.” 
 
‘HÊVIYEK AFIRAND’ 
 
Kerem Canpolat jî got bang gelek biqîmete û ev tişt anî ziman: “Banga bidîmen rê li ber kelecan, hêvî û rewşekî hestiyar vekir. Ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê, ji bo têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê resmê sedsalê ye.” Canpolat, têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi bîr xist û got ku tecrîd hêj baş ranebûye û divê têkoşîn xurt bidome. 
 
‘DIVÊ HER DU ALÎ GAVAN BIAVÊJIN’ 
 
Canpolat, axaftina xwe wiha qedand: “PKK’ê di kongreya 12’emîn de biryara çekberdanê da. Ji îro ve derbasî qonaxeke nû dibe. Em vê qonaxê girîng dibînin. Vê dîmenê kir ku fikarên heyî hinek rabin. Lê li gorî me divê birêz Abdullah Ocalan û hevalên xwe ji hêla fîzîkî ve azad bibin. Divê mercên wan biguherin. Kî bixwaze divê bikare pê re hevdîtinê bike. Li gorî me aştî jî bi vê dibe. Her tiştî bide aliyekî, bêdengbûn û berdana çekan bi tena serê xwe şoreşek e. Gavekî pir bicisaret e. Hêvîdarin ev pêvajo bi avêtina gavên dewletê bidome. Ev meseleye bi gavên yekalî û bi fedekariya aliyekî çareser nabe. Divê her du alî gavan biavêjin û birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din tavilê bên berdan. Bi hezaran girtî hene, girtiyên nexweş hene. Divê ev zûtirîn demê bên berdan û bên tedawîkirin. Yek ji gava herî biqîmet a pêvajoyê dê bibe berdana girtiyên nexweş. Resmê îro, şahidiyekî dîrokî ye. Di her kesekî de hêvî çêkir. Divê her kes berpirsyartiya xwe pêk bîne.” 
 

Sernavên din

20:12 Balyozê DYA'yê: Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tevlî artêşê bibe
20:04 Li Girê Spî hêzên paramîlîter bi hev ketin: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
19:57 Hûrguliyên civînên Şamê: Divê Peymana 10'ê Adarê bêkêmasî bê pêkanîn
19:51 Piştî 31 salan serbest hat berdan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
19:43 Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da
16:43 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Ayik banga tehliyeyê kir
15:53 Akademîsyena Aştiyê Fulya Atacan jiyana xwe ji dest da
15:52 Tayîp Temel: Bingeha hiqûqî şert e
15:39 Bayindir: Nexşerêya Ocalan dê ji bo teşedayîna pêşerojê sûdewer be
14:41 Guleç: Daxuyaniya Ocalan rast û di cih de ye
Canpolat: Banga dîrokî ya Ocalan resmê sedsalê ye
14:05 Ayşegul Dogan: Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Silêmaniyeyê bin
14:00 Ji bo Midurê Karên Nivîsan ê Lemanê biryara binçavkirinê hat dayin
13:59 Piştî 26 salan dengê Ocalan bihîstin: Divê bi lezgînî gav bên avêtin
13:27 Hevseroka ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş nehate berdan
13:26 Erdogan: Em ê agahiyên erênî bigirin
13:14 Siyasetmedar û rewşenbîr dê ji bo torena li Silêmaniyeyê bi rê kevin
12:10 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:53 Çapemeniya Tirkiyeyê banga bidîmen çawa dît?
11:34 Banga Abdullah Ocalan di medyaya dijîtal de bû TT
11:23 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 10 kesê din jî hatin binçavkirin
11:16 Civîna şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikûmeta demkî re dest pê kir
11:05 Li Îzmîrê di mehekê de 26 hezar hektar erd şewitî
11:02 Li Egeyê şewatên daristanan
10:44 Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hikûmeta demkî re bicive
10:43 Plana Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê: Armanc kontrolkirina Derya Spî ye
10:42 Hejmara kesên li Texasê di lehiyê de mirîn derket 111’an
10:42 Tirkiyeyê jîriya çekirî asteng kir
10:39 Halîde Turkoglû: Jin di têkoşîna aştiyê de bûne yek
09:52 ‘Divê rêxistinên tenduristiyê beşdarî pêvajoyê bibin’
09:22 Hafîze Îpek: Divê ji bo yekitiyê bi berpirsiyarî tevbigerin
09:21 Koichi: Ocalan, Mandela û Che Guevarayê îroyîn e
Bilongo: Meseleya sereke dê piştî çekdanînê çi bibe
09:12 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê: Wekhevî
09:11 Li ser daxwaza jinan navê 'Bazara Jinan' lê hat kirin
09:10 Li Amedê 80 civîn: Ji bo pêvajoyê piştgirî jî fikar jî zêde ne!
09:07 'Divê hemû aktor bi feraseteke di ser siyasetê re xwedî li pêvajoyê derkevin'
09:00 Ji Abdullah Ocalan banga bidîmen: Ez ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim
09:00 ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:18 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê were weşandin
08/07/2025
20:56 Şaredarê Edeneyê Karalar û yê Manvgatê Nefî hatin girtin
16:57 Ji bo Şaredarê Semsûrê biryara hefsa malê hate dayîn
16:56 Daxwaza tehliyeyê ya girtiyê nexweş ku ji sedî 76 astengdar e hate redkirin
16:35 Rejîma Îranê cezayê îdamê da 5 girtiyan
16:30 Gundî li dijî qanûna madenê meşiyan Meclisê
15:44 Dozgeriyê ji bo Karalar daxwaza girtinê kir
15:42 Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin
15:08 DMME’yê ji ber rewşa girtî ya Demîrtaş biryara binpêkirinê da
14:59 Aksû piştî 31 salan hate berdan
14:58 Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir
14:18 Jinan bangî Meclisê kirin: Ji bo zemîna hiqûqî ya aştiyê peywirê li xwe bigirin
13:52 Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nekir
13:08 Fezlekeya der heqê Ozgur Ozel de pêşkeşî Serokatiya Meclisê hat kirin
13:06 Di lêpirsîna Şaredariya Manavgatê de 7 kes hatin binçavkirin
13:06 Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Bêyî Meclis were girtin divê komîsyon were avakirin
12:42 Montag ê Amerîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:39 Serokê MÎT’ê bi serokwezîrê Iraqê re civiya
12:38 Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin
12:38 Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
12:28 Rapora ÎSÎG’ê: Di Hezîranê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:25 ‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
11:23 Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
11:21 Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
10:59 Nobeta li Hesendînê li dijî madenê hatiye destpêkirin di tevahiya şevê de domiya
10:29 Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne
10:20 Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
10:14 Îran: Di êrişan de hezar û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:14 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
10:01 Li Elkê 3 herêm hatin qedexekirin
09:44 ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
09:33 Hejmara kesên di lehiya Texasê de mirîn derket 104’an
09:28 Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin
09:21 Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
09:03 Welatiyên Hesendînê li dijî lêgerîna madenê nobed dan destpêkirin
09:02 Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
09:02 Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
09:01 Ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê hatin Gimgimê
09:00 ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
07/07/2025
23:30 Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
20:15 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
20:00 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
16:57 TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
16:51 Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
16:24 Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin
16:09 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
15:23 Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin
15:21 Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
15:04 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
15:01 OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
14:50 Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
14:05 Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
13:54 Rapor: Ji sedî 65’ê jinan di malê de hatin qetilkirin
13:24 Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
13:24 Li Îzmîr û Kutahyayê şewat derket
12:48 Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
12:23 Li Yewnanistanê bi pileya 4.1’ê erdhej çêbû
12:15 Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
12:13 Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
11:51 CHP’ê hemû şaredarên xwe vexwend Enqereyê
11:34 4 leşkerên din jî mirin