NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê, qedexeya çûna balafiran a ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê ji bo 3 mehan dirêj kir.
Tirkiyeyê qedexeya li ser geştên asîmanî yên li ser Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyeyê, 3 mehên din dirêj kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; qedexe heya 6’ê Cotmeha 2025’an hatiye dirêjkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê geştên hewayî yên welatê xwe yên ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyeyê ji 3’yê Nîsana 2023’yan ve qedexe kiriye. Tirkiyeyê ragihandibû ku dê piştî 3’yê Tîrmehê 2023’yan dîsa biryara xwe binirxîne. Lê piştre dîsa ev qedexe heta 3’yê Çileya 2024’an hatibû dirêjkirin. Tirkiyeyê, ev qedexeye di 6’ê meha Çileya 2025’an de jî heta 6’ê Tîrmehê dirêj kiribû. Qedexe, îro careke din ji bo 3 mehan hate dirêjkirin.