EDENE - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Edeneyê dê "Komxebata bi ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve" li dar bixe.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Edeneyê dê di 5’ê Tîrmehê de li eywaneke bajêr “Komxebeta bi Ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve” li dar bixe. Komxebat dê saet di 10.00’an de dest pê bike. Vasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Cîgira Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Narîn Gezgor, endamê Meclisa DBP’ê Kerem Nalbant û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê di komxebatê de biaxivin. Komxebat dê ji sê rûniştinan pêk bê. Rûniştina yekemîn de bi sernavê “Dîroka şaristanê û rexneya modernîteya kapîtalîst”, rûniştina duyemîn dê bi sernavê “Jin di şaristaniya bi dewlet de û jin di şaristaniya demokratîk de” û ya sêyemîn jî dê weke kursiya serbest wer lidaxistin û li rexne û pêşniyar bê guhdarîkirin.
RÊXISTINBÛN, RÊXISTINKIRIN
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Edeneyê Kadîr Şîmşek, ciwan vexwend komxebatê û diyar kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd banga rêxistinbûn û rêxistinkirina ciwanan e. Şîmşek, got: "Ev rêxistinbûn, pêvajoya avakirina civaka demokratîk e. Em wek ciwan mîsyona me jî ev e. Civaka demokratîk ne pêvajo ye şêwaza jiyanê ye.”
‘DIVÊ RÊBERTÎ AZAD BE’
Şîmşek, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş kir û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku dewlet di vê mijarê de gav biavêje. Avakirina civaka demokratîk berpirsiyariyeke mezin e. Wekî Rêber Apo jî dibêje, berpirsiyariyeke mezin dikeve para me. Li xwe girtina berpirsiyariyê deynê stûyê me ye.”
Şîmşek, hemû ciwanên li Çûkorovayê ji bo beşdarişya komxebatê vexwend.