BEDLÎS - Di roja 4’an a Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ji bo jinan çalakî hatin lidarxistin.
Mihrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwan a Bedlîsê bi dirûşma “Rêya aştiyê em bi hunerê dihûnin” li dar dixe, di roja 4’an de domiya. Di roja 4’emîn de ji bo jinan çalakiyên cuda haitn lidarxipstin. Di çarçoveya mihrîcanê de panela jinan û geşta li Nemrûdê hat kirin. Piştre jî Şîlan Dora û Pinar Aydinlar derketin ser dikê.
Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata di çalakiyê de bal kişand ser tevgera jinê ya li her devera cîhanê û di jiyanê de hebûna xwe diparêze û got: “Em di pêvajoyeke girîng de ne. Divê jin, ciwan û hemû kesên li vir amade bin. Em jin ji bo pêvajoyê amade ne.”
Çalakî, heta derengiya şevê domiya û bi gerandina govendê bi dawî bû.