‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’

  • rojane
  • 09:12 30 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL – Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan diyar kir ku gel piştgiriyê dide pêvajoyê ye û ji ber ku baweriya xwe bi Abdullah Ocalan tînin. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, civîna gel hatin lidarxistin û civîn dewam dikin. Tê armanckirin ku bi gelemperî 2 hezar civîn bên lidarxistinr û hedef ew e ku li Stenbolê 80 civîn bên lidarxistin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan ku têkildarî civînên ku tên lidarxistin axivî û wiha got: “Taybetmendiyên bingehîn ên vê bangê çi ne? Dema ku vê baş fêhm dikin, ji ber ku bangek li civakê ye, berpirsyariyeke çawa li ser me ferz dike? Ji 27 'ê Sibatê û vir ve wezîfeya me ya fêmkirin û lihevkirinê ya her yek ji van xalan hebû. Ji ber ku em behsa metneke bi yek rûpelî dikin, lê belê di warê herdu têgihên ku Ocalan behsa wê kiriye û dîrokîbûna vê pirsgirêkê de guhertin û veguherîneke kûr heye. Ji ber vê yekê, gelekî bingehîn bû ku her yek ji van mijaran bi kûrahî were nîqaşkirin û fêhmkirin. Di vê çarçoveyê de ji bilî civînên gel, me li 39 navçeyên xwe dest bi serdanên berfireh ên malan kirin. Ev 3 meh in em pêvajo veguherandiye platformên nîqaşê û bi rêya civînên gel û serdanên malbatê yên li hemû navçeyên me. Girîng e ku ev mijar were fêhmkirin.”
 
GEL PIŞTGIRÎ DIDE PÊVAJOYÊ
 
Altan diyar kir ku di civînan de fikarên gel baş fêm kirine û got, "Di dawiyê de esasê pêvajoyê banga Ocalan e û mijarên vê bangê jî civak in. Civak çiqasî vê bangê fêm bike, wê ewqasî bibe bangewaziyek zindî. Esasê gavên dewletê û gavên DEM Partiyê yên derbarê vê de bi rastî jî li vir bi dawî dibe. Ev hevdîtin ji aliyê navxweyîbûnê ve gelekî bi feyde bûn. Ji bo hînbûna pirs û fikarên gelê me yên li ser vê pêvajoyê, ezmûneke gelekî mezin bû. Di fikarên sereke de pirsên wekî ku dê dewlet gavan bavêje an neavêje hebûn. Ev li her cihê ku em çûnê hate ziman. Dibêjin, 'Em piştgiriyê didin pêvajoyê'. Ji ber ku baweriya bi Abdullah Ocalan ê ku mijara sereke ya vê pêvajoyê ye û li gel ku 26 sal in li Îmraliyê tecrîd kirî jî di vê mijarê de xwedî nêrîneke berfireh a siyasî ye û li ser zemîneke bingehîn radiweste.''
 
GEŞEDANÊN LI ROJHILATA NAVÎN
 
Altan anî ziman ku di hevdîtinan de hat destnîşankirin ku dewlet li gorî pêşketinên li Rojhilata Navîn nêzî pêvajoyê dibe. Altan bal kişand ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Hamas, Hîzbûllah û Îranê nîşan dide ku Kurd di şerê hegemonîk ê didome de bi tevlêbûna DYA'yê xwedî pozîsyoneke sereke ye. Altan anî ziman ku ew bawer dike ji roja destpêkê ve yek ji fikarên bingehîn ên Tirkiyeyê ev e û got, "Gelo dikare asta pevçûnê bi pêkhateyeke ku li dijî wê şer dike û di nava hevsengiyên diguhere de înkar dike, bidomîne? Nikare. Ji bo mayîndebûna xwe tehdîteke mezin e. Di vê wateyê de vê wek xurtkirina eniya navxweyî formule dike. Gavên ku Tirkiye bavêje wê bi vê re têkildar be. Lê belê divê em pêşbînî bikin ku ji holê rakirina hin hevsengiyên dikarin ji bo mayîndebûna xwe talokeyekê ava bikin, wê li ser vê pêvajoyê bifikirin. Mînak li Sûriyê Colanî bi Îsraîlê re di bin peymana Birahîm de li hev kir. Nêzîkatiya dewleta Sûriyeyê û Komara Tirkiyeyê ya bi dilxwaziya ji nû ve avakirinê, dibe ku di mijara pêvajoyê de hin guhertinên girîng pêk bîne.”
 
Altan da zanîn ku ji ber pêşketinên li Rojhilata Navîn divê dewlet pêvajoyê bimeşîne û got, "Eger dewlet vê yekê ji bo parastina aştiyê girîng dibîne, divê gelê me jî vê baş fêm bike û nekeve nava hesabên teng û hêviyên xwe neguherîne. Ji ber vê yekê, divê em baş fêm bikin ku divê dewlet di vê wateyê de veguherînên binyadî pêk bîne. Wezîfeya ku pêvajoyê ber bi zemîneke demokratîk ve bibe dikeve ser milê me. Ev rewşa bêpevçûnê bi awayekî otomatîk nayê wê wateyê ku wê demokratîkbûn çêbibe. Eger gavên demokratîk werin avêtin û em xwe bi rengekî ku karibin gel saziyên xwe yên demokratîk di vê çarçoveyê de pêk bînin, em dikarin bibin wesîle ji veguherîna demokratîk re."
 
MA / Melîk Çelîk
 

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’