Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene

  • rojane
  • 15:29 29 Hezîran 2025
  • |

 AMED - MED TUHAD-FED û OHD’ê rapora xwe ya têkildarî 115 girtîgehan parve kir. Di raporê de hate gotin ku 3 hezar û 500 serlêdan ji wan re hatine kirin, 631 girtiyên nexweş hene, 400 girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn bi sala ye di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û 359 girtiyên înfaza xwe temam kirin hêj nehatine berdan.  

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di nava 6 mehan de li 115 girtîgehan hatine kirin, li Naenda Kongreyan a Çand Amedê aşkera dike. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Beriya aşkerakirina raporê, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak axivî û têkildarî pêvajoya amadekirina raporê agahî da. Çakmak, diyar kir ku yek ji cihên binpêkirinên mafên mirovan lê tên kirin girtîgeh in û got: “Em dibînin ku hêj jî di qada hiqûqê ya birêz Ocaaln de tu qanûn nehatine guhertin. Me li cihên bêhiqûqî lê têk irin xebat meşand. Em bang li rayedaran dikin ku bêhiqûqtiyan bi dawî bikin.” 
 
Piştre jî Sekretera Komîsyona Girtîgehan Navenda Giştî ya OHD’ê Bêrîvan Bekçî rapor xwend. Bêrîvan Bekçî, wiha got: “Binpêkirinên li girtîgehan bi awayekî sîstematîk tên kirin û veguheriye krîzeke giran a mafên mirovan. Ji girtîgehan her roj bi sedan serlêdan ji bo me tên kirin û ev jî asta binpêkirinan nîşan dide. Îşkence û miameleya xerab, cezayên disiplînê yên keyfî, sirgun, astengkirina tehliyeyan, astengkirina tevlibûna çalakiyên civakî, binpêkirina mafê agahîgirtinê, mafê tenduristiyê û hwd. bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin û bi vê yekê re girtî terkî mirinê tên kirin. Ev rewş, ne rewşên îstînaî êdî bûne qaîde.” 
 
JI 115 GIRTÎGEHAN 3 HEZAR Û 500 SERLÊDAN 
 
Bêrîvan Bekçî, da zanîn ku rejîma înfazê ya giran ku li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind di meriyetê de ne, hem ji hêla fîzîkî hem jî ji hêla derûnî ve bi xwe re îzolasyoneke giran aniye û wiha domand: “Bi sîstematîkkirina van sepanan re êdî girtîgeh veguherandina mekanîzmayên zextê yên rûmeta mirovan binpê dikin. Bêdengiya li dijî vê rewşê, zemîna mayindebûna vê rewşê bi xwe re tîne. Li seranserî welat ji 115 girtîgehan nêzî 3 hezar û 500 girtiyan serlêdan kirine.” 
 
631 GIRTÎ TÊKOŞÎNA JIYANÊ DIDIN  
 
Binpêkirinên di raporê de wiha hatin rêzkirin: 
 
 “* 631 girtiyên nexweş ên serî li saziya me dan, li dijî sepanên rûmeta mirovan binpê dikin, têkoşîna jiyanê didin. 
 
* Mafên tedawî û peydakirina dermana bi awayekî sîstematîk tên astengkirin, girtî ji bo rastî sepana lêgerîna nava dev û di dema tedawiyê de kelemçekirina destan neyên, neçar tên hiştin ku neçin nexweşxaneyê. 
 
* Şert û mercên nebaş di demekî kin de mirovên saxlem jî dikarin nexweş bikin. Di rewşeke wiha de gelek girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, tehliyeyên wan bi keyfî tên astengkirin. Saziya Tipa Edlî gelek caran raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ yên ji daneyên zanistî dûr amade dikin û yên rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî bi hinceta deraqilî ya ‘ji bo civakê xetere ye’ nayên berdan. 
 
TEHLIYEYA 359 GIRTIYAN HATE ASTENGKIRIN
 
* Gelek girtiyên siyasî yên dema înfaza xwe ya yasayî temam kirin, bi hincetên razber û derhiqûqî yên weke ‘poşman nîne’ nayên berdan. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê, mîna mekanîzmayên darazê yên paralel dixebitin, bi biryarên keyfî tehliyeyên girtiyan taloq dikn û cara duyemîn cezayê didin girtiyan. Heta niha bi sedan girtiyan ji ber van lijneyan mafê xwe yê tehliyeyê winda kiriye, tehliyeya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî gelek caran hatine astengkirin. Hêj 359 girtiyên dema înfaza wan qediyaye ji ber van sedaman di girtîgehê de ne. 
 
200 GIRTIYÊN JI ROJAVA Û ROJHILAT
 
* Li girtîgehan nêzî 200 girtiyên ji Rojava û Rojhilat ku ji ‘statuya hemwelatiyê bêpar in’; ji temînkirina parêzeran heta hevdîtinên bi malbatan re, ji her mafên xwe yên sereke bêpar in. Ev kes, di hiqûqa navneteweyî de xwedî statuya ‘kesên bêwelat’ in û li gorî Peyana têkildarî Statuya Kesên Bêwelat a NY’ê jî di bin parastina taybet de ne. Lêbelê sepanên girtîgehê, van girtiyan nexuyayî nîşan dide û mafên wan ên parastin û jiyanê fiîlî ji holê radike. 
 
327 GIRTIYÊN JIN
 
* Li seranserî Tirkiyeyê 327 girtiyên jin ên li 16 girtîgehan tên ragirtin hene. Ev girtî, ji ber avadaniya mêrserwer a rejîma înfazê, hem rastî zexta zayendperestiyê tên hem jî rastî zextên polîtîk tên. Mafên wan ên weke çalakiyên civakî, berhemên hîjyenê, xizmetên tenduristiyê û hevdîtinên bi zarokên xwe re bi awayekî keyfî tên astengkirin; ev rewş ji bo girtiyên jin bi xwe re newekheviyê tîne. Di serî de CEDAW, mafên ji hêla peymanên navneteweyî ve hatine misogerkirin, li girtîgehên Tirkiyeyê bi aşkerayî tên binpêkirin; yasayên înfazê bi nêrîneke mêr esa sigire tên amadekirin. Ji hêla girtiyên jin ên siyasî ve jî pergala înfazê ji cezayê zêdetir, veguherîne qadên şikandina îradeyê û bêdengkirinê. Lewma jî pergala înfazê ya heyî ne tenê newekhev e, di heman demê de bi awayekî aşkera zayendperest û zextker e û weke mekanîzmayeke cezakirinê yê taybet a li dijî hebûna jinan e.  
 
400 GIRTÎ DI HUCREYÊN YEKKESÎ DE NE
 
* Nêzî 400 girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn, bi sala ye di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, ji têkiliyên civakî bi temamî hatine îzolekirin. Ev sepan, ne tenê aliyê fîzîkî, her wiha yekparetiya ruhî jî serûbin dike; rûmeta mirovan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin. Ev rewş, bi awayekî aşkera li dijî biryara DMME’yê ya sala 2013’an a Vînter û Yên Din / Qraltiyên Yekbûyî ye. Mafê hêviyê, kesan ne tenê li girtîgehê, di heman demê de kesan ji feraseta cezakirinê ya polîtîk a derve jî diparêze. 
 
AŞTIYA CIVAKΠ
 
Ev rejîma înfazê ya li dijî rêgezên hiqûqa gerdûnî, berhema feraseteke tolhildêr û cihêkar e. Aştiya civakî, herî zêde bi naskirina mafên girtiyan re dest pê dike. Girtîgeh ne tenê eynika rabûrdiyê, her wiha eynika pêşerojê ye jî. Polîtîkaya înfazê ya îro li dijî girtiyên jin, nexweş û siyasî tê meşandin, nîşaneya derketina ji rêgezên dewleta hiqûqê û zîhniyeta tolhildêr e. Ji bo li gorî ruhê pêvajoya bi banga birêz Abdullah Ocalan dest pê kirî be, divê gava ewil li girtîgehan were avêtin. Wekheviya di înfazê de, rêzgirtina li rûmeta mirovan, naskirina mafê hêviyê û bidawîkirina sepanên hiqûqa dijminatiyê ya li dijî girtiyên siyasî, ne tenê meseleyeke edaletê ye, di heman demê de ji bo avakirina zemîna aştiya civakî jî mecbûriyeteke. 
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’