Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye

  • rojane
  • 10:19 29 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê dê di 11’ê Mijdarê de hilbijartinên parlamentoyê bên lidarxistin. Akademîsyen Rûbar Mecîd, ji ber ku bi lîsteyeke hevpar nakevin hilbijartinê, bertek nîşanî partiyên Kurd da û got: “Heke em bi lîsteyeke hevpar biketina hilbijartinan, dê di meseleyên li Bexdayê de bihêztir bûna.”

Ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê ku tê payin di 11’ê Mijdarê de bê lidarxistin, tenê 4 meh man. Kurd, hêj jî lihev nehatine ku bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê. Nêrînên cuda yên di navbera PDK û YNK’ê de, li pêşiya nûnertiyeke xurtir a gelê Kurd dibe astengî. Vebijêrka “yek lîsteyê” ku raya giştî ya Kurd demekî dirêj e li ser diaxive, ji ber van her du partiyan bicih nayê. Gelek civîn hatin lidarxistin lê dîsa jî PDK û YNK’ê ji bo yeklîsteyê lihev nekirin. Li gorî agahiyan, her du partî jî dixwazin bi lîsteyên serbixwe têkevin hilbijartinê. 
 
Ji Zanîngeha Silêmaniyeyê akademîsyen Rûbar Mecîd têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got ku her du partî hewl didin bi lîsteyên serbixwe bikevin hilbijartinê. 
 
'HER DU PARTÎ JÎ DIXWAZIN HÊZA XWE BIBÎNIN’ 
 
Rûbar Mecîd, bi bîr xist ku di hilbijartinên sala 2008’an ên li Iraq û Herêma Kurdistanê de her du partiyên Kurd bi lîsteyên cuda ketine hilbijartinê û ev tişt got: “Dixwazin piştgiriya gel bibînin lewma wiha dikin. Heke bi lîsteya hevpar têkevin hilbijartinê, di mijara encamê de dê lihev nekin. Her partî dixwaze bibîne ka çiqas deng standiye û gel çiqas piştgirî daye wan. Lewma bi lîsteyên cuda dikevin hilbijartinê. YNK, zêdetir girêdayî biryarên Dadgeha Federe ya Iraqê ye lewma di têkiliyên bi hikûmeta navendî re zemîna yasayî esas digire. Lê PDK serbixwe tevdigere. Ev nêzikatiyên cuda jî dibin asteng ku lîsteyeke hevpar neyê çêkirin.” 
 
'HEKE YEKITÎ ÇÊNEBE DÊ REWŞA PARÇEBÛYÎ GIRANTIR BIBE’ 
 
Mecîd, bi bîr xist ku ne tenê PDK û YNK lê partiyên din ên Kurd jî dê bi lîsteyên xwe bikevin hilbijartinê wiha pê de çû: “Ev jî yekitiya di navbera Kurdan de zehmet dike. Tiştekî xwezayî ye bi lîsteyên cuda tev li bibin lê ji bo parastina mafên Kurdan û çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd jî yekitî şert e. Bi lîsteyên cuda dikevin hilbijartinê lê hewceye ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdistanê bi hev re tevbigerin. Ev cudahî dê bi xwe re encamên cuda bînin. Belkî ji ber vê sedemê li Herêma Kurdistanê hikûmet nayê avakirin, alî nêzî hev nabin û ev parçebûn heta nava mala Kurdan jî belav dibe.” 
 
'HEKE BI YEK LÎSTEYÊ TEV LI BÛBÛNA DÊ YEKITIYA ME XURTIR BÛYA’ 
 
Di berdewamê de Mecîd bi lêv kir ku divê pirsgirêkên navxweyî yên li Kurdistanê li Bexdayê rê li ber valahiyê veneke û wiha derbirî: “Em dizanin ku di navbera aliyên Kurdistanê de gelek pirsgirêk hene. Lê divê ev pirsgirêkên navxweyî li Iraqê di siyasetê de valahiyê çêneke. Divê ev pirsgirêk di nav xwe de bên çareserkirin. Divê em bi yek deng û rengî tev li siyaseta Iraqê bibin. Da ku helwesta me xurt be. Heke em bi yek lîsteyê tev li hilbijartinan bûbûyan, em ê di meseleyên siyasî yên li Bexdayê de bêhtir bihêz bûna. Dê di mijara demokrasiyê de hinek nêzbûn bi xwe re bianiya. Lê ne di roja me de ne jî di dîrokê de yekitiyeke wiha çênebûye.” 
 
‘DI MESELEYÊN ESASÎ DE SEKNEKÎ HEVPAR TUNE YE’ 
 
Mecîd, bal kişand ser pirsgirêkên sereke yên li Herêma Kurdistanê û axaftina xwe wiha qedand: “Em niha li Iraqê bi birayên xwe yên Ereb re ne lê em nikarin daxwazên xwe bikin daxwazên hevpar. Di bingeha gelek pirsgirêkan de jî nebûna sekna hevpar heye. Weke mînak; pirsgirêka mûçeyan, ya petrolê, rêxistinkirina hêzên Pêşmergayan û pirsgirêka cotrêveberiyê. Her çend ji hêla fermiyetê ve ev duserî ji holê hatibe rakirin jî lêbelê di fiîliyatê de didome.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’
08:59 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê rastî eleqeyê tê
08:51 Sebahat Atabey ji hêla jinan ve hate definkirin
28/06/2025
16:50 Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
15:42 Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
15:40 Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
15:33 Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
15:06 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
14:56 Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
14:22 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
14:19 Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin
14:15 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê tavilê gav bên avêtin
14:05 Di ser mirina Yildirim de 12 sal bihurî: Em ê têkoşîna wî bidomînin
13:42 Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat'
13:25 HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da
13:09 HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk didomin
12:26 DEM Partî li Amerîkayê têkildarê pêvajoyê dest bi hevdîtinan kir
12:25 Li Ceyhanê jinek hate kuştin
12:09 Dê Mazlûm Erencî li ser gora xwe bê bibîranîn
11:29 Hunermendên ku beşdarî Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn: Em xwedî li çanda xwe derkevin
10:36 Şahidên Madimakê: Heta Elewî wek hemwelatiyên wekhev neyên dîtin aştî pêk nayê
09:53 Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin
09:04 Ji bo girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak serlêdana nû: Rewşa wê pir krîtîk e
09:03 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin