Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

  • rojane
  • 15:40 28 Hezîran 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN – ÎHD û xizmên windayan li 3 bajaran çalakî lidarxistin û aqûbet Salîh Çalik û Sînan Fîdan û kujerên Ramazan Yuce û Resûl Ercan pirs kirin. 

Xizmên windayan û Komeleya Mafê Mirovan  (ÎHD) li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên heftane lidarxistin. 
 
AMED 
 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 855'emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê berdewam kirin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn, pankarta ku wêneyên kesên di binçavan de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ramazan Yuce yê di 29'ê Hezîrana 1992'an de li navçeya Farqînê ya Amedê hat qetilkirin hat pirsîn.
 
Çîroka Ramazan Yuce ji aliyê endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin. 
 
Çîroka Ramazan Yuce wiha ye:  “Li navçeya Farqînê ya Amedê dimîne û bavê 7 zarokan e. Yuce di Dibistanên YÎBO’yê de dixebite. Piştî darbeya 1980 tê binçavkirin û rastî îşkenceyên giran tê. Piştre serbest tê berdan lê piştre gelek caran tê binçavkirin. Di wê demê de Hîzbûllah a bi desteka bêsînor a dewletê tevlî bi sedan cînayetên kiryar nediyar bû ku gelê sivîl bi taybetî li navenda bajêr hedef girt. Yek ji qurbaniyên van cînayetan jî Ramazan Yuce bû. Keça mezin Yuce jî di wê demê de di êrîşa Hîzbûllahê de bi giranî birîndar bû, lê sax ma. Malbat wê demê her tim di bin zext û gefan de bû. Yuce di 29'ê Hezîrana 1992'an de ji bo azmûna xwe ya lîseyê çû Amedê. Wê sibehê ji hevsera xwe re got, 'Ez diçim, lê xewnên nebaş dîtin. Heke tiştek bi min were, keça min a destgirtî bizewicînin. Dema vedigere Farqînê li Kolana Lalebey ji aliyê piştê ve rastî êrîşa çekdarî tê û li wir jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li navenda Farqînê tê definkirin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
 
Çalakiya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" a ji aliyê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (İhD) û xizmên windayan ve hat lidarxistin di hefteya 691'emîn de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Gulîstanê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên welatiyên di bin çavan de hatin windakirin û di dozên kiryar nediyar de hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Alî Karadogan çîroka Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên ku di 6'ê Hezîrana 1994'an de li navçeya Karaz a Amedê hatin binçavkirin û ji wê demê ve tu agahî ji wan nayê girtin xwend.
 
Çîroka windakirina Çalik û Fîdan wiha ye: “Ji ber ku gundê Şaklat ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin malbata Çalik koçî navenda Amedê kiribû. Ji berk u Salîh Çalik karker bû çûyîna xwe ya gund domand. Roja bûyerê ji bo careke din bixebite çûbû gund. Li gund operasyona leşkerî jî dest pê kiribû. Di operasyonê de leşkeran bi çekên lûle dirêj gundî gulebaran kirin û di encama gulebaranê de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest dan. Di dema bûyerê de Salîh Çalik jî ji lingê xwe birîndar bû. Ji ber birîndariya xwe nekarî ji gund derkeve, xwe li mala Suleyman Muntaş girt. Lê belê leşkeran mala lê dima tespît kirin û avêtin ser. Di encama serdegirtinê de xwediyê malê Suleyman Muntaş, birîndar Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên ji bo dermankirinê li malê bûn ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Xwediyê malê Suleyman Muntaş piştî 25 rojan hate berdan. Lê Salih û Sînan di bin çavan de man. Sûleyman Muntaş ê serbest hat berdan, diyar kir ku ew bi Salih û Sînan re 2 rojan di bin çavan de maye û piştre ji wan hatiye veqetandin.
 
Malbatên ku agahiyek derbarê aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan de negirtin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya DGM'ê (Dadgehên Ewlehiya Dewletê) dan. Dayika Salîh Çalik ji dozger re got ku du kes ji aliyê leşkeran ve ji mala Suleyman Muntaş hatine binçavkirin û Muntaş jî şahidê vê yekê ye. Lê belê dozger daxwazname ji malbatê re vegerand û got, 'Me ev şexs negirtin, biçin ji PKK'ê bipirsin' bi vî rengî daxwaza malbatan red kir. Ji wê dîrokê û vir ve ji Salîh Çalik û Sînan Fîdan ti agahî nîne.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrg û xizmên windayan di 18'emîn hefteya çalakiya xwe de li Kolana Sanat a navçeya Geverê (Geverê) hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa 'Faîl diyar in, winda li ku ne?' û 'Divê winda bên dîtin, faîl bên darizandin' hatin hilgirtin, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de daxwaza darizandina failên Resûl Ercan ê ku 31 sal berê di binçavan de hatibû qetilkirin hate kirin. Daxuyanî ji aliyê Sekretera ÎHD'a Colemêrgê Pinar Şen ve hat xwendin.
 
Çîroka Resûl Ercan wiha ye: “Resûl Ercan sewalkariyê dike û li nêzî gundê Vezîrlî li wesayîta leşkerî tê siwarkirin. Resûl Ercan bi israr dibêje ku sewalkariyê dike lê bi îşkenceyê tê binçavkirin. Piştî vê yekê gundiyan ragihandin ku ferdên malbata Resûl Ercan ji aliyê ekîbên qereqola jendermeyan a Sînava ve hatine binçavkirin. Malbat diçe qereqola Sînava lê ji malbatê re tê gotin ku li vir nîne û divê biçe tumenê bipirse. Malbat ji qereqolê tê dûrxistin û piştre kesên nasnameya wan ne diyar gef li malbatê dixwin. Cenazeyê Ercan di 7’ê Hezîrana 1993’an de li nêzî Pireya Keremaxa tê dîtin. Malbatê tespit kir ku îşkence lê hatiye kirin û bi çekê hatiye qetilkirin. Malbat piştre serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê dide lê tu encam nayê bidestxistin. Şahid ji dozgeriyê re radigihînin ku Ercan hatiye binçavkirin lê piştre dosya bêyî ceza were dayîn tê girtin.”
 
   

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’