Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin

  • cîhan
  • 15:33 28 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja duyemîn a konferansa 100’emîn salvegera serhildana Şêx Seîd de dîroka serhildanê û bandora wê ya li Rojhilat, Bashûr û Rojava tê gotûbêjkirin.

Konferansa bi sernava “Serhildana Şêx Seîd di 100 saliya xwe de, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtîrazên kolektîf” ku li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de didome. Di roja duyemîn a konferansê de bandora serhildanê ya li ser parçeyên Kurdistanê, pêvajoyên koçberî û sirgûnê û dînamîkên civakî û siyasî yên piştî serhildanê pêş ketine tê gotûbêjkirin.
 
BAYRAK: DER BARÊ SERHILDANÊ DE BELGEYÊN NÛ DERKETIN HOLÊ
 
Konferans di roja duyemîn de bi rûniştina çaremîn dest pê kir. Moderatoriya konferansê ji aliyê Kubra Sagir ve hate kirin û Nivîskar û Lêkolîner Mehmet Bayrak pêşkêşiya bi navê ‘’Planên Sererastina Rojhilatê û bandorên wê yên li ser roja me’’ kir. Bayrak ev tişt got: ‘’Têkildarî Serhildana 1925’an belge û agahiyên nû derketin holê. Belge, ji gotinên dewletê yên fermî cudatir nîşan didin ku di planên veşartî de nêzîkatiyeke îtîrafkar, înkarker û zextkar hatiye qebûlkirin. Gelek rastiyên ku bi awayekî eşkere tên redkirin, di belgeyên veşartî de tên qebûlkirin. Ev rewş li Tirkiyeyê avaniya polîtîkayên dewletê yên dualî yên li ser Kurdan nîşan dide. Tevî ku gelêKurd yek ji gelê kevntirîn gelekî van xakan e jî ji sedsala 19’emîn û pê ve bi polîtîkayên zextê, sirgûnû asîmîlasyonê re rû bi rû man.’’
 
Kadroyên Îtîhad Teraqiyê belgeyên sexte, pirtûkên sexte û raporên manipulatîf dane amadekirin. Dîrok, nasname û hebûna gelê Kurd bi belgeyên sexte hatin înkarkirin. Di van belgeyan de gelê Kurd weke ‘’hênama gefê’’ tê pênasekirin û di nava tedbîrên li hemberî wan de rêbazên weke sirgun, tunekirina çandî û asîmîlasyonê hene. Di vê serdemê de polîtîkaya ‘paqijiya etno-olî’ gav bi gav hate sepandin. Ev bû polîtîkaya dewketa Tirk a nû.  Rêveberiya Kemalîst ev yek pêk anî. Serkêşê amadekarê van raporan Talat Paşa  û derdora wî ye. Girêdayî vê yekê Ziya Gokalp erkdar dike û  xebatên sexte yên  weke dîrok û hebûna Kurdan tune dihesîbîne, amade bike. Armanc tunehesibandina nasnameya Kurdan û jiholêrakirina dîroka wan bû. Ev agahiyên sexte û reşkirin di serdema rejîma Kemalîst de veguherî siyasetekê. Êdî ev yek bû plansaziyeke dewletê.’’
 
BANDORA SERHILDANÊ LI SER KURDISTANA FEDERE
 
Doç Dr. Îbrahîm Malazada jî têkildarî mijara ‘’Bandora Serhildana Şêx Seîd a siyasî û civakî ya li Başûrê Kurdistanê’’ pêşkêşiyek kir. Malazada diyar kir ku her çend serhildanê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî rasterast rê li ber nerazîbûnekê venekiribe jî ji aliyê siyasî û civakî ve bandoreke mezin kiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Em dikarin bibêjin ku wê serdemê di dema serhildanê de sînorên Başûrê Kurdistanê hatine girtin. Şert û mercên ragihandinê ne weke roja me ya îroyîn bûn. Ji ber vê yekê ji Başûr tevlîbûneke rasterast pêk nehat. Lê belê piştî serhildanê gelek giregirên Kurdan hatin Başûrê Kurdistanê. Tecrûbeyên wan û zanînên wan ên siyasî gelekî bandor li Başûr kirin.’’
 
KOMARA MAHABAD Û ŞÊX SEÎD
 
Dr. Azad Haj Aghay jî pêşkêşiyeke bi navê ‘’Di Navbera Paşeroj û Pêşerojê De Tevgera Gel a Rijhilatê Kurdistanê: Sehildana Şêx Seîd’’ kir. Aghat di axaftina xwe de bal kişand ser pêşketina tevgerên çandî û siyasî yên di salên 1990’î de yên li Stenbolê pêş ketine û bandorên wê yên li ser Rojhilatê Kurdistanê. Aghay diyar kir ku di wê serdemê de gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine Stenbolê û bi sazî û weşanxaneyên Kurdan re ketine pêwendiyê û got: ‘’Van temasan têkariyeke mezin li pêşketina tevgera siyasî ya Kurd kirin. Bi taybetîjî xebatên ku li Stenbol-Rojhilatê Kurdistanê tên meşandin, weşanên nivîskî û lêgerînnên polîtîk Rojhilatê Kurdistanê hem vediguherînin hem jî têkariyê li avabûna siyasetê dikin. di salên 1990’î de navenda siyaseta Kurdan Bakur bûye û bi taybetî jî pêşketina siyaseta Kurdan ya li Stenbolê bandoreke mezin li Rojhilatê Kurdistanê kiriye.’’
 
Aghay da zanîn ku girêdayî Serhildana Şêx Seîd têkildarî Rojhilatê Kurdistanê peydakirina belgeyeke rasterast sînordar e lê belê di rojnameyeke wê demê ya Rûsyayê de nûçeyek hatiye amadekirin ku Kurdên li herêma Azerbeycanê ya Îranê ji bo ku tevlî serhildanê bibin, amadekarî kirine. Aghay anî ziman ku siyasetmedar û berxwedêrên ku piştî serhildanê ji Bakur hatine Rojhilat têkarî li avakirina Komara Kurd a Mahabadê jî kirine û diyar kir ku di kovareke serdema Komara Mahabadê de bi pesneke mezin qala Şêx Seîd hatiye kirin û xwedî lê hatiye derketin.
 
BANDORA SERHILDANÊ LI SER ROJAVA
 
Hiqûqnas û Nivîskar Şoreş Derwêş jî pêşkêşiyeke bi navê ‘’Bandora Serhildana 1925’an a li ser Kurdên li Rojava û Sûriyeyê’’ kir.Şoreş Derwêş ev yek anîn ziman: ‘’Bi taybetî di serdema Fransayê de piraniya nifûsa Cizîre û derdora wê ji Kurdan pêk tê. Fikra avakirina dewletê di wê serdemê de pêş dikeve. Di van hewldanan de rola siyasetmedarên ku piştî Serhildana Şêx Seîd hetine Sûriyeyê gelekî mezin e. Lê belê têkiliya dewleta Tirk û bi Fransayê re bi temamî li ser herêma Rojava pêş ket. Bi daxwaza dewleta Tirk ji aliyê Fransiyan ve li herêmê polîtîkayên bêbandorkirina Kurdan hatin sepandin. Hewl hate dayîn ku nifûsa Kurdan bi taybetî li gund û bajarokan bigirin. Bi taybetî jî ev yek li Hesekeyê xwe bi awayekî eşkere nîşan dide. Sinorên li gel dewleta Tirk di sala 1921’an de tên xêzkirin lê belê di salên 1923 û 1925’an de tên qedandin. Em li vir dibînin li hemberî Kurdan destwerdanek heye. Di vê pêvajoyê de li hemberî gelê Kurd polîtîkayên taybet hatin sepandin.  Serhildana Şêx Seîd bandoreke mezin li Rojava kir û hê jî berdewam dike. Nîqaşên siyasî, avakirina partiyan bi saya mîrateya wê serdemê pêş ketin. Ev yek roja me ya îroyîn jî berdewam dike.’’
 

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’