ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi KHK’iyan re civiya û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê bi lezgînî gav bên avêtin.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya “Hevdîtinên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de li Enqereyê bi kesên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatine avêtin re civiya. Hevdîtin, li Navenda Bazirganiya Cîhanê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axaftina destpêkê kir.
Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku wan ji KHK’iyan heta karker û kedkaran, ji Elewiyan heta jin û parastvanên xweza û mafên mirovan, bi gelek derdoran re hevdîtin kirine. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku pêvajo her kesî eleqedar dike û hewl didin bibin çareseriya mexdûriyetên heyî.
BAL KIŞAND SER PÊVAJOYÊ
Tulay Hatîmogûllari, qala texrîbatên di qada aborî û kedê de kir û got ku van texrîbatan eleqeya xwe bi çareseriya pirsgirêka Kurd re heye. Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku îktîdar girtiyên nexweş terkî mirinê dike û gelek binpêkirinên din bi bîr xist. Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku Aştî û Civaka Demokratîk dê bi çareserkirina mexdûriyeta KHK’iyan jî tacîdar bibe.
'HÛN WIJDANA CIVAKÊ NE’
Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku îktîdarê hewl da bi gefa bêkarî û xizaniyê serî bi KHK’iyan bide tewandin, malbat û zarok birçî hatin hiştin, gelek KHK’iyan întîhar kirin û got: “Hûn, wijdana vê civakê ne.”
Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan û got: “Ev bang, tam jî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan e. Divê tenê bangekî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd neyê fêmkirin. Ev şaş e. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye. Hêviya aştiyê dikare pêk bê. Dema em li şer û geşedanên li Rojhilata Navîn dinêrin, ev tevek nîşanî me didin ku ji bilî aştiyê tu vebijêrkên me nînin.”
‘DIVÊ TAVILÊ GAV BÊN AVÊTIN’
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn, fikar û gumanên gel ên têkildarî pêvajoyê bi bîr xist û got ku divê tavilê gavên lezgîn bên avêtin. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Di mijara avêtina gavan de dewlet û îktîdar pir hêdî tevdigere. Divê bi lezgînî di qanûn û hiqûqê de sererastkirinan bikin. Pergaleke adilane ya darazê, yek ji pêwîstiyên sereke ye. Astengkirina tehliyeyên girtiyan, guhertina TMK’ê û hwd... Divê di van mijaran de gavan biavêjin. Divê biryarên AYM û DMME’yê jî bên cîbicîkirin.”
Tulay Hatîmogûllari, got ku her çend hinek gavên şênber hatibin avêtin jî hêj komîsyoneke fermî li Meclisê nehatiye avakirin û xwest ku ev komîsyon xwedî wê rayeyê be ku bikara bi awayekî çalak biryaran bide. Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku divê komîsyona jêr jî mexdûriyetan ji holê rake û got yek ji pêşniyarên wan jî ew e ku pirsgirêka KHK’iyan were çareserkirin û li karê xwe vegerin.