Neviyê Şêx Seîd: Em ê piştevaniya aştiyeke adilane dikin

  • rojane
  • 09:02 28 Hezîran 2025
  • |

AMED - Neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat têkildarî pêvajoyê axivî û got: "Em ê piştevaniya aştiyeke adilane bikin. Ji bo aştiyeke mayînde, cenazeyê 47 kesan teslîm bikin. Ger ev gav bê avêtin dê baweriya me xurttir bibe.”

Şêx Seîd û 46 hevalên wî, di 29’ê Hezîrana 1925’an de bi biryara Dadgeha Îstiqlalê li Qada Derê Çiyê ya Amedê hatibûn darvekirin. Rexmê bihurîna 100 salan li ser ser darvekirina wî, hêj cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nehatiye aşkerakirin. Hewldanên ji bo vê yekê hatin kirin jî bê ancam man.
 
 
Serokê Komeleya Perwerde û Çandê ya Şêx Seîd û nêviyê Şêx Seîd Kasim Firat, ji bo dîtina gorê di 2009’an de serî Wezareta Karê Hindur da. Wezaretê bersiva serlêdanê neda. Piştre Dadgeha 5’mîn a Îdarî ya Enqereyê serlêdan hate kirin û dadgehê di bersiva xwe de ev tişt got: “Der heqê gorê de qeydên arşîvê nehatiye dîtin.”
 
‘TÊKOŞÎNA HEZAR SALÎ DIDOME’
 
Kasim Firat, bibîr xist ku Şêx Seîd û hevalên wî li dijî polîtîkayên înkarkirina Kurdan serî rakirine. Firat, destnîşan kir ku Şêx Seîd gotiye: “Em li vir in, em xwediyê vê ernîgariyê ne, zimaê me heye. Divê em li gorî baweriya xwe bijîn” û serî hildana. Firat, diyar kir ku ev têkoşîn hezar sal e didome. 
 
Firat, wiha pê de çû: “Gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernade. Dêrsim, Koçgirî, Mahabad… Li her derê serî hildane û têkoşiyane. Ev encama têkoşîna 1925’an e. Îro jî ev yek didome.” Firat, tekez kir ku dê bi polîtîkayên tunekirin û înkarê ve encam negirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd hene, xwediyê vê axê ne. Çareseriyeke adil pêwîst e. Ger hikûmet, aştiyeke adil, birûmet û mayînde pêk bîne em ê jî piştgiriyê bidin.”
 
‘DIVÊ KURD BIBIN XWEDÎ STATU’
 
Firat, destnîşan kir ku divê daxwazên Kurdan bêne qebûlkirin û wiha domand: "Aramiya Rojhilata Navîn encax wiha dê pêk bê. Heta îro hêzên emperyalîst li gelê Kurd tundî kir. Ji vir û şûnde dê wiha nebe. Divê bi Kurdan re rûnin, statü û mafên wan ên hiqûqî nas bikin. Armanca sereke a gelê Kurd bidestxistina statüye ye.”
 
Firat, diyar kir ku di têkoşîna 100 salan de gelek berdel hatine dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xetên me yên sor hene. Em ji hebûna xwe, nasnameya xwe, baweriya xwe û ji nasnameya xwe ya neteweyî tawîzê nadin. Ger em bi hevre welat ava bikin, divê em destûrê nedin ku welatê me bê dagirkirin. Dê siyaseta Kurd jî vê yekê qebûl neke. Ger di pêşerojê de jî ev yek neyê rojê vê dê aştî pêk neyê. Dibe ku tenê bo çend salan aştî pêk bê. Divê Kurd di erdnîgariya xwe de bi îradeya xwe ve bijîn. Ger em aştiyeke mayînde bixwazin divê mafên Kurdan ên hiqûqî bê naskirin.” 
 
Firat, bangî rêxistin û partiyên Kurdan kir û got: “Dibe ku îdeolojî û partiya her kesî cuda be. Lêbele ji bo berjewendiya gelê Kurd her kes bê ba hev.”
 
‘CIHÊ GORÊ AŞKERA BIKIN’
 
Firat, bangî dewletê kir û wiha pê de çû: “Ev sed sal e hûn Kurdan dikujin. Kurd jî ji mirinê natirsin û şûn ve gav neavêjin. Dê ev yek wiha neçe. Êdî kêr gîhaye hestî. Werin em mafên Kurdan qebûl bikin. Bi mirinê ve ev yek çareser nabe. Ji bo gelê xwe û aramiya Rojhilata Navîn, têkiliyên xwe bi Kurdan re xurt bikin.”
 
Firat, destnîşan kir ku Şêx Seîd tevî 46 hevalên xwe ji bo Kurdan bûne sembol û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibêjin, cenazeyê me teslîm bikin. Hêj jî dibêjin ‘agahiya me nîne’. Ev şerm e. Ji bo aştiyeke mayînde, divê berê cenazeyê 47 kesên ku bûne sembola Kurd û Kurdistanê bên teslîmkirin. Bila Kurd karibin, li ser gorên wan Fatîha bixwînin. Ev gava herî girîng e. Ger ev gav bê avêtin dê baweriya me xurttir bibe.”
 
MA / Mujdat Can 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’
08:59 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê rastî eleqeyê tê
08:51 Sebahat Atabey ji hêla jinan ve hate definkirin
28/06/2025
16:50 Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
15:42 Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
15:40 Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
15:33 Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
15:06 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
14:56 Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
14:22 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
14:19 Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin
14:15 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê tavilê gav bên avêtin
14:05 Di ser mirina Yildirim de 12 sal bihurî: Em ê têkoşîna wî bidomînin
13:42 Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat'
13:25 HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da
13:09 HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk didomin
12:26 DEM Partî li Amerîkayê têkildarê pêvajoyê dest bi hevdîtinan kir
12:25 Li Ceyhanê jinek hate kuştin
12:09 Dê Mazlûm Erencî li ser gora xwe bê bibîranîn
11:29 Hunermendên ku beşdarî Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn: Em xwedî li çanda xwe derkevin
10:36 Şahidên Madimakê: Heta Elewî wek hemwelatiyên wekhev neyên dîtin aştî pêk nayê
09:53 Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin
09:04 Ji bo girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak serlêdana nû: Rewşa wê pir krîtîk e
09:03 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin