Şaredariya AKP’î ji bo îhaleyên ‘nelirê’ hincet kir ‘ewlehî’!

  • rojane
  • 10:32 27 Hezîran 2025
  • |
img

MÊRDÎN - Şaredariya AKP’î ya Stewrê ji roja dest bi kar kirî heta niha tevî hişyariya derhiqûqtiyê ya Dîwana Çavdêriya Darayî jî 5 îhaleyên bihayê wan 77 milyon TL digire, bi îdiaya “ewlehiyê” û bi rêbaza “bazariyê” kir. 

Şaredariya Stewrê ya Mêrdînê di Hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de bi rêya “hilbijêrên hatin veguhestin” derbasî AKP’ê bû. Derket holê ku rêveberiya AKP’î gelek karên nelirê kiriye. 
 
Şaredarê Stewrê Engîn Ugur Hamîdî yê AKP’î ye û ji Adara 2024’an heta niha 5 îhale bi rêbaza “bazariyê” ya di çarçoveya Xala 21-C a Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê (KÎK) de, kir. Şaredariyê, ji bo rêbaza “bazariyê”, xala 21-C’ê (di dema rewşên taybet ên weke parastin û ewlehiyê de divê îhale tavilê bên kirin) weke hincet nîşan da. Şaredariyê, hişyariya Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî Xala 21-C’yê jî paşguh kir. Balkêş e ku di dosyayê de nehate destnîşankirin ka li navçeyê “gefeke ewlehiyê” ya çawa heye. 
 
KARÊ BI BIHAYÊ 77 MOLYON LÎREYAN BI ‘RÊBAZA BAZARIYÊ’ KIR 
 
Du îhaleyên şaredariyê têkildarî parke û bordurê de hatin kirin û yên din jî têkildarî înşaeta hewza avjeniyê, sererastkirina hawirdorê û nûkirina gaza xwezayî bûn. Bi vê yekê re karê ku bihayê wan 77 milyon TL digire, bi hinceta “ewlehiyê” bi rêbaza “bazariyê” hatin kirin. 
 
ÎHALEYÊN BI MILYON LÎREYAN 
 
Li gorî agahiyên li ber dest; “Karê parke û bordurê” di 24’ê Gulana 2024’an de bi bedela 6 milyon û 989 hezar lîreyan da Ercan Înşaetê; “Karê Çêkirina Hewza Avjeniyê” di 5’ê Tîrmeha 2024’an de bi bedela 37 milyon û 850 hezar TL’an da Servet Gumuş; “Karê Sererastkirina Hawirdorê” di 21’ê Tebaxa 2024’an de bi bihayê 11 milyon û 400 hezar TL’an da Abdulkadîr Aslan; “Karê Kevirên Parke û Bordurê” di 31’ê Çileya 2025’an de bi bihayê 17 milyon û 598 hezar û 842 TL’an da Ercan Înşaetê û “Karê Nûkirina Gaza Xwezayî” jî di 31’ê Çileyê de bi bihayê 3 milyon û 534 hezar û 608 TL’an da Mehmet Remzî Alpar. 
 
MIDÛRÊ KARÊN FENÊ ÎSTÎFA KIR
 
Hat zanîn ku Şaredariya AKP’î dixwaze çendek îhaleyên din jî bide û ji ber rêvebirina karûbarên îhaleyê, di navbera Şaredar Engîn Ugur Hamîdî û Midûrê Karên Fenê Gurkan Demîr de nîqaş derket. 
 
Sedema van nîqaşan, heta Qeymeqamtiya Stewrê jî diçe. Lêbelê derket holê ku erêkirina hinceta “ewlehiyê” ya îhaleyan ji hêla qeymeqamtiyê ve hatiye kirin û qeymeqamtiyê gotiye “cîbicîkirina Xala 21-C’yê guncav e.” Li ser vê yekê, Midûrê Karên Fenê Gurkan Demîr jî îstîfaya xwe da û çû. Lêbelê hêj bersiva daxwaznameya îstîfayê ya Demîr nehatiye dayin û hemû peywirên wî jê hatine girtin û bi vî awayî midûrtiya xwe didomîne. 
 
Hat zanîn ku derdora şaredar Hamîdî jî dibêje ku Demîr li gorî daxwaza wan naxebite û dê karê wî were bidawîkirin. 
 
‘BI AWAYEKÎ DOMDAR BIKARANÎNA 21-C’YÊ LI DIJÎ QANÛNA ÎHALEYANE’ 
 
Dîwana Çavdêriya Darayî; di gelek raporên xwe yên berê de têkildarî xalên 21-B, 21-C û 21-F ên Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê ku rêbaza “usûla bazariyê” di xwe de dihewînin, hişyarî kir. Di raporan de hate gotin ku kirina îhaleyan a bi hincetên behsa xeberê divê di “rewşên îstîsnaî” de be. Di raporê de tê gotin ku xala 21-C’ê tenê dikare di rewşên awarte bê bikaranîn, divê gefa ewlehiyê şênber be û bi awayekî domdar bikaranîna vê xalê jî binpêkirina rêgeza şefafî, reqabet û hesabdayînê ye. Di vê çarçoveyê de jî Dîwana Çavdêriya Darayî vê rewşê weke derqanûnî dinirxîne. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 
 
 

Sernavên din

16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’