COLEMÊRG - Dayika girtiyê nexweş Abdûlkadîr Akdogan ê ku li Girtîgeha Bolû ya Ewlehiya Bilind Hîkmet Akdogan got: “Divê bi sereastkirinên hiqûqî ve dayik bighîjin zarokên xwe. Ger sed sal jî derbas be dawiya vî şerî dê bi aştiyê ve encam bibe.”
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî re hate parvekirin, yek ji sernavên ku di rojevê de cihê xwe girt rewşa girtiyên nexweş bû. Malbat, demildest dixwazin ku bi sererastkirineke hiqûqî ve girtî bên berdan. Dayika Abdûlkadîr Akdogan ê ku 16'ê Mijadarê de li navçeya Konyaalti ya Antalyayê hate girtin û cezayê muebetê girt, Hîkmet Akdogan qala rewşa kurê xwe kir û daxwaza berdana wî kir.
‘NEXWEŞIYA GIRTÎ’
Akdoganê ku ji ber platin di lingê wî de ye nikare bimeşe, nexweşê guatra jehrî û mideyê ye. Dayika Akdoganê ku li Girtîgeha Bolû ya Ewlehiya Bilind Hîkmet Akdogan, diyar kir ku kurê wê wextê girtinê de lê îşkence hatiye kirin û got ji ber vê pirsgirêkên tenduristiyê lê peyda bûne. Hîkmet Akdogan a ku li Navçeya Gever a Colemêrgê dijî, ragihand ku piştî kurê wê hatiye girtin sirgûnê girtîgehên Antalya, Îzmîr û Bolûyê hatiye kirin û wiha got: “Ev zulm e. Kurê min ji ber çalakiya birçîbûn a lı dijî zulm û zorê niha nexweşî lê peyda bûne. Ji ber şikestina pozê xwe bêhnê nastîne. Berê beşdarÎ çalakiya birçîbûnê ya li dijî tecrîda Abdullah Ocalan bibû û di çavan de noqsan bûye. Pir zeîf bûye, her cara ez wî dibinim agir bi kezeba min dikeve.”
‘KURÊ XWE DI 9 SALAN DE 5 CARAN DÎT’
Hîkmet Akdoganê bal kişand ser dûrbûna rê û diyar kir ku di 9 salan de tenê 5 caran kurê xwe dîtiye, herwiha xwest ku kurê wê bê sewkirin ji bo bajarekî nêzê wê. Hîkmet Akdogan, rexmê hemû êşan diyar kir ku dê di aştiyê de bi israr bin û wiha got: “Gavneavêtina rayadarên dewletê pêşî li guman û metirsiyê vedike. Êdî em naxwazin malbatên gerîla, leşker û polîsan hêsrên çava birijÎne. Ji bo wê divê rayadar gav biavêjin. Divê ji bo girtiyên siyasî ef derxînin. ‘Êdî bes e’ bila ciwan nemirin, xwîn nerije. Heyfa maltabên herdu aliyan e. Ne tenê li Tirkiyeyê divê li hemû cîhanê aştî û sulh pêkwere.
‘DAXWAZA GAVÊN ŞÊNBER’
Hîkmet Akdoganê, rexmê biryara PKK’ê ya “dawî li xebatan anî” gavneavêtina dewletê rexne kir û wiha got: “Divê Serokkomar Tayyîp Erdogan, ji bo pêvajoyê gavên şênber biavêje. Ji bo PKK’îyên ku dê çeke deyne û were û ji bo girtiyên siyasî bila sereraskirinên hiqûqi pêkbînin. Bi sererastikirinên hiqûqî ve divê dayik bighîjin zarokên xwe. Divê azadiya Rêzdar Ocalan a fîzîkî jî di nava vê sererastikirna hiqûqî de cihbicî be. Dayikên wek min alîgirên aştiyê jî div ê fikrê de ne. Rêya vê jî bi gavên şênber û aştiyek rast ve dibe. 100 sal jî derbas be dawia vî şerî dê bi aştiyê ve encam bide.
MA / Mazlum Engîndenîz