NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 283’yemîn de bi manşeta “Pîrên Kurdistanê” derket.
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 283’yemîn de bi manşeta “Pîrên Kurdistanê” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de nirxandinên nivîskar Halît Alaçati yên li ser wefata ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn derxist manşeta xwe.
Di heman demê de rojnameyê di hejmara vê hefteyê de bi yek ji kadroyên pêşengên PKK’ê Ahmet Aktaş re hevpeyvîn kir. Aktaş, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê dinirxîne.
Herwiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Guhara Hesen, Adar Jiyan, Feratê Dengizî, Felemez Ulug, Ramazan Olçen, Cahît Kirkazak, Zinar Ronî, Ekrem Berekat, Yekta Hêvî, Prof. Dr. Abdulîllah Polat, Mehmet Şahîn, Fatma Taşli Tunç, Rohat Bulut û Hogir Berbir bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.