DÊRSIM - Welatiyên li Dêrsimê beşdarî merasîma bîranînê ya ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bûn, diyar kirin ku aştî yekalî nabe û divê dewlet gavan biavêje.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn duh li Dêrsimê bi girseyî hatin bibîranîn. Welatiyên tev li merasîma bîranînê bûn, diyar kirin ku Kaytan û Altûn jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê kirine.
'DIVÊ OCALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’
Mîthat Konak (55) ku piştî polîsan astengî derxistî bi erebeya xwe ya astengdaran bi kîlometreyan piştre xwe gihand cihê bîranînê, got: “Li rexekê dibêjin ‘bila çek bêdeng bibin û aştî bibe’, li rexa din jî pêşiya siyaseta demokratîk digirin.” Konak, diyar kir ku Kaytan û Altûn jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê kirine û ev tişt anî ziman: “Heke ne ji van kesên ev têkoşîn meşandin bûya, navê Kurdan û tu mafên wan dê nebûna. Van kesan, roja ku hatibû jibîrkirin û tune dibû afirandin. Heke gelê Kurd hêj îro jî li kolanan li ber xwe bide, ev bi saya têkoşîna mezin a van kesan e. Nexwe tiştekî bi navê gelê Kurd nedima. Heke gelê Kurd îro dîsa li ser pêyan be, ev encama têkoşîna van heval û hevrêyan e.”
Konak, bi domdarî got ku PKK ne sedema tiştên tên jiyîn lê encama wan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên bûne sedema şer ne PKK û Abdullah Ocalan in, dewlet bi xwe ye. Yên ku înkar û pişaftin kirî, dewlet bû. PKK û Abdullah Ocalan ji bo bêhtir xwîn nerije destê xwe dirêj kirine. Heke ev dirêjkirina dest bi înkar û derewan biencam bibe, dê gelê Kurd vê qebûl neke. Ji bo aştiyeke mayinde divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Divê derfet bên dayin ku bi Abdullah Ocalan re pêwendî bên danîn. Madem dê gavên demokratîk biavêjin û jiyaneke demokratîk ava bikin, wê demê ji ewil divê Abdullah Ocalan azad bibe.”
'AŞTIYA YEKALÎ NABE’
Ferzade Çubuk ku ji bo bîranînê hatibû Dêrsimê jî ev tişt anî ziman: “Ez 70 salî me lê mîna ciwanekî 14 salî li dijî zilmê bi ruhekî çalak dimeşim. Ji ber ku nehiştin em derbasî navendê bibin, me jî rê girtin û dest bi meşê kir. Em aştî û mafên xwe dixwazin.”
Naîm Oglak jî bal kişand ser biryarên kongreya PKK’ê û got: “Dewletê hêj nêzikatiya xwe neguherandiye. Hêj jî ji bo me zehmetiyan derdixîne. Ji bo aştiyê divê gel were birêxistinkirin û têkoşîn bê mezinkirin. Gelê Kurd bi Rêbertiya xwe (Abdullah Ocalan) re ye û piştgiriyê dide têkoşîna wî. Hem di şer de hem jî di aştiyê de pê re ye. Em dixwazin di vê sedsalê de aştî û aramî bê Tirkiyeyê.”
Zulfu Gulgoz jî bi lêv kir ku dewlet jidil nêzî pêvajoyê nabe û wiha pê de çû: “Di vê meşê de em xwedî li şehîdên xwe derdikevin û nîşan didin ku li dijî zilmê serî natewînin. Pêvajoya îro tê meşandin yekalî didome. Ew jî ji hêla PKK’ê ve. Dewletê tu gav neavêtiye. Aştî, yekalî nabe. Divê dewlet gavan biavêje û ji pirsgirêkên Kurdan re bibe çareserî.”
Kemal Ozel jî xwest ku hemû mafên Kurdan bên dayin.