ENQERE - Civaknas Demîr Kuçukaydin tiştên piştî banga Abdullah Ocalan rû dayin weke “destpêka pêngaveke nû” nirxand û got: “Guherîn dê biêş be. Li şûna gotina ‘me ev gav avêt, tu jî vê gavê biavêje’, divê mirov li ser birêxistinkirina civakê bisekine.”
Nivîskar û civaknas Demîr Kuçukaydin têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê axivî.
JI BO ÇARESERIYA DEMOKRATÎK HEMLEYEKE STRATEJÎK E
Kuçukaydin, diyar kir ku pêvajoya heyî ji bo veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê hemleyeke stratejîk a pêwîst e û got: “Dewlet, vegeriya ser gotina Abdullah Ocalan a bi salan berê digot. Ev pêvajoya heyî weke destpêka hewldaneke nû dibînim. Divê şêweya têkoşînê, li gorî berjewendiyên bindestan û mercên şênber be. Awayê têkoşînê ya çekdarî jî dibe li Meclisê jî dibe. Mesele ew e ka xizmetê ji bindestan re dike yan na. Ji destpêkê ve ye piştgiriyê didim pêvajoyê. Li gorî min bidawîkirina têkoşîna çekdarî hinek dereng ma. Salên 2013-2015’an guncav bû lê li gorî min Ocalan baş nehat fêmkirin lewma li dijî wê sekinînin.”
'HEBÛNA OCALAN ŞENSE’
Kuçukaydin, diyar kir ku hevsengiyên navneteweyî yên zû diguherin Tirkiye neçar hiştiye ku di hêla stratejîk de xwe biguherîne û got: “Hevsengî û pozîsyonên navneteweyî diguherin. Tirkiyeyê got ‘dibe ku ev rewş bandorê li me jî bike’ û xwe neçar hişt ku ji hêla stratejîk ve biguherîne. Kete pey nêzikatiya gelo ez ê Kurdên pê re şer dikim çawa li cem xwe bigirim, çawa bixim bin parastina xwe ku ev jî têkiliyeke newekhev di nav xwe de dihewîne. Bi nêzikatiyeke weke ‘Weke parastvanê wan ez ê bikarim hem li herêmê hêza xwe zêde bikim hem jî îstîqrara xwe biparêzim’ tevgeriya. Ji salên 90’î heta niha Ocalan her tim wiha digot; ‘Heke Tirk mafên me nas bike, dikarin heta sînorê Çînê jî ji hêla demokrasiyê ve bibin mînak.’ Heke Tirkiye welatekî demokratîk bûya, bi refaha xwe ya niha re dikariya bi milyonan kes bi dilxwazî tev li xwe bikira. Dema mirov ji vî alî ve li pirsgirêkê dinêre, dikare bibêje ku hebûna Ocalan ji bo Dewleta Tirk şensek e.”
‘VEGUHERÎNEKE BINGEHÎN’
Ji bo guherîna di tevgera siyasî ya Kurd de jî Kuçukaydin ev nirxandin kir: “Ji têkoşîneke jirêzê ya bi daxwaza mafan zêdetir, veguherîneke bingehîn e. Ev pêvajo dê hinek biêş bin. Lewma em bişens in. Geşedaneke ku dikariya pir zehmettir derbas bibe û heta eniyên me ji hev parçe bikira, niha di nava mercên pir îstîsnaî û hêsan de me bi lez û bez derbas kir. Heke ev pêvajo bên dirêjkirin, dikare rê li ber komplîkasyonên cuda vekin. Em ji şêweyekî têkoşînê derbasî şêweyeke nû ya têkoşînê dibin. Li şûna ku tevgera polîtîk her tim ji dewletê daxwazan bike û bibêje ‘Me gav avêtin, hûn jî gavan biavêjin’, divê li ser birêxistinkirina gel bisekine.”
Kuçukaydin, mînakên tevgerên rizgariyê û gerîlayan ên li welatên cuda jî weke mînak nîşan da û bal kişand ser neçareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê. Kuçukaydin, dînamîkên navxweyî yên dewletê bi metofora “Sêhrbazê ecin li ser serê xwe kom kirî lê nikare kontrol bike” pênase kir û got: “Dema têkoşîna tevgera Kurd dest pê kirî min wiha digot; bawerim dê çareseriya pirsgirêka Kurd ji hêla generalekî herî zêde Kurd kuştî ve bê kirin. Dewlet, hewldên faşîst û paşverû birêxistin dike û dema hewl dide manewrayekê bike jî ji ber ecinên li ser serê xwe komkirî nikare vê manewrayê bike. Niha jî heman rewş heye. Bahçelî, kesekî sivîl e ku ketiye şûna wî generalî. Lê di cewhera xwe de heman in.”
‘DESTPÊKA PÊNGAVEKE NÛ YE’
Bi domdarî Kuçukaydin anî ziman ku stratejiya ku Abdullah Ocalan bi sala ye xistiye meriyetê encam girtiye û wiha got: “Heke ev kar nehata kirin dibûya ku têkçûnên mezin bihatina jiyîn. Rewşa konjonktura navneteweyî û heke dewleta tirk neçar nemabûya ku polîtîkaya xwe biguherîne, têkoşîna çekdarî êdî pêşiya derfetên têkoşîna legal digirt. Lewma wê demê dibûya ku têkçûn çêbûbûya. Lê niha ne têkçûn, gaveke serkeftî hate avêtin. Ez vê ne têkçûn, manewrayeke gelek aqilane dibînim. Manevrayeke mîna firsendeke tam di dema xwe de û belkî jî weke firsendeke dawî hate kirin. Destpêka pêngaveke nû ye. Dema Abdullah Ocalan hatî girtin, gelek kesan weke ku ‘teslîm bû’ fêm kirin. Lê Abdullah Ocalan vegereke stratejîk kiribû. Mirovan ji vê vegera stratejîk fêm nekirin. Di halê hazir de partiya wan li seranserî Rojhilata Navîn temsîliyeta partiya herî demokratîk dike. Tevî her tiştekî jî tevgera gerîlatiyê hebûna xwe domand. Di wan rewşan de li Sûriyeyê di wan mercan de yekcarê tiştekî bi navê YPG’ê derket holê. Niha jî ji ber wan vegerên stratejîk, bi saya Tirkiyeyîbûnê, îro di nava muxalefeta Tirkiyeyê de tevgera Kurd hêzeke nûwaza ava kiriye. Îşala dê van û gavên mîna van di demên pêş de jî bibînin.”
‘DEWLET HAT SER GOTINA OCALAN’
Kuçukaydin, da zanîn ku ji destpêkê heta niha piştgiriyê dide geşedanên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan qewimînin û ev tişt anî ziman: “Jixwe diviyabû 10 sal berê bihatina kirin. Ji hêlekê ve serkeftin e, ne di mercên Ocalan qala wan dike de ye lê dema Ocalan beyanetên xwe dide her tim vê tiştê hesab dike; di nava dewletê de meylên cuda hene. Kesekî şer dike her tim di navbera van meyl û berjewendiyan de, pozîsyona kesên li dijî armancên wan xurt dike û hewl dide teşeyê bide polîtîkayên hêzên dijberî xwe ku bîne asta li gorî berjewendiyên xwe guncav. Aliyekî Ocalan a bi vî rengî heye. Ji vî alî ve peyam da. Di dema xwe de qala Ataturk kir, qala Lozanê kir. Mirovan digot qey pesnê Ataturk dide. Nexêr pesna wî nade; polîtîkaya ji sala 1923’yan heta 1924’an referans girt û peyam da hinek hêzên di nava dewletê de. Jê re dibêje; ‘Binêrin heke tiştek bibe, hewce nake hûn li derve lê bigerin. Hûn vê qebûl bikin, wê demê em ê bi rêyên aştiyane pêş bikevin.’ Dixwest vê bibêje.”
‘DEWLETÊ EV YEK DÎT’
Kuçukaydin, destnîşan kir ku dewletê ev yek dîtiye û axaftina xwe wiha qedand: “Heke Ocalan polîtîkayeke wiha demdirêj nemeşandibûya, heke muxatabekî wiha yê dewletê nebûya, dê nekariyan gavekî wiha jî biavêjin. Heke biavêtina jî dê deng nevedabûya. Lewma jî rewşekî pir nûwaza ye. Tiştên ku Ocalan bi sala ye diparêze û bi geşedanên navneteweyî re dewleta Tirkiyeyê neçar ma ku qebûl bike. Di demekî kin de encamekî baş bi dest xistin. Lê hêj gelek kar heye. Li gorî min zehmetiyeke pir mezin derbas kirin.”