WAN - Gîha û pincarên li çiyayên Wanê tên komkirin di bazaren de rastî eleqeyeke zêde tên. Gîha ji bo esnafên bazarê çavkaniya aboriyê ye û ji bo welatiyan jî şîfa ye.
Bi hatina baharê ve wekî her sal îsal jî welatiyan bazara pincar a li Wanê saz kir. Li bazarê kereng, mendê, tirşok û pincarên dîtir tên firotin. Pincarên ku ji çiya tên komkirin çawa tên bazarê di demekî kin de tên firotin. Pincarên teze tê xwarin û jî ji bo zivistanê tê hilanîn.
Fatma Ertîn a rojane diçe serê çiya pincar kom dike û tîne li bazaran difroşe diyar kir ku diçe çiyayên navçeyên Bêgirî, Westan û Şaxê û pincar kom dike. Fatma Ertînê, got: “Ez serê sibê zû radibim, li gel xwe pêxwarina xwe amade dikim û diçim pincar kom dikim. Ger cihê ku em ê biçinê li dûr be em sipêdê saet 04:00’an de radibin. Piştre pincarên ku me kom kirî em tînin li bazar û li taxan difroşin."
‘JI ÇIYAYAN BER BI BAZARAN VE’
Sumeyye Can a ku ji bo kirine pincar hatiye bazarê jî ev tişt anî ziman: "Ez ji bo kirîna helizê hatim. Pincarên li vir hem xweş in û hem jî sirûştî ne. Em di rûn de sor dikin û dixin nava penêr de û ji bo zivistanê hiltînin. Van pincarana şîfa ne, ji bo nexweşiya diyabet û tansiyonê baş in. Îsal kîloya pincar bi 50 lîreyî ye. Bihayê wî zêde ye lê em dixwazin bikirin û bixwin. Ez dişînim Stenbolê ji bo zarokên xwe jî.”
Hûrşî Tûrgût ê ku pincar kiriye jî got: “Ez hatim bazarê ji bo kirina mendê lê bihayê wê gelek zêde ye. Berê em li gund bûn li zozanên me zêde şîn dibû û me li gorî dilê xwe kom dikir. Îro kirîna kîloyek mendê ji bo me zehmet tê. Li gundê me pincarê çirêş gelek zêde bû her der din ava çirêş de dima. Li gund me her cure pincar dixwar lê li bajêr em hesretiya pincar de ne.”
‘ÇAVKANIYA DEBARÊ’
Aydin Kirmizi ku bi firotina pincar ve debara xwe dike jî ev tişt anî ziman: "Li çiyayên Mîks, Westan, Şaxê çend komên me hene ew kom dikin em jî li bazarê difiroşin. Gelên herêmê ji van pincaran hez dikin. Ji derî welêt û bajarên dîtir daxwaz hene ji bo pincar. Em ji wan deveran re dişinin.”
Tahîr Doner ê pincarfiroş jî got: "Carîna em kom dikin û carîna jî koma xebatkarên li wir kom dikin ji me re tînin. Her komek curên dîtir kom dike. Mînak: li cihê heliz lê tê mendê lê nayê, ji ber wê di nava rojekî de de komên ku ji 15-20 kesan pêk tên dişînin. Ev 20 sal e em wiha dikin. Bi vî rengî em debara xwe dikin. Bêyî rojên yekşeman em saet 06:00’an de dest bi firotina pincar dikin. Ev kar tenê 2 mehan heye, piştî 2 mehan em karê penêr dikin.”
Bazarvan Yûsûf Gîrgîn jî got: “Gelê herêmê hi van pincaran pir hez dike. Pincarê wek keledoş, dewîn hem di şîvan de û hem jî di penêrê Wanê de tê bikaranîn. Îsal karê me gelek kêm e ji ber kêmbarîna berfê pincar baş nîne. Ji ber wê em pincar bi bihayê erzan difroşin ev rewş jî li ser qezenca me bandorek neyînî dike.”