ENQERE - Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş da zanîn ku di nava 13 salan de tenê 148 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin û got ku divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê cîbicîkirin.
Çalakiyên bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi pêşengtiya saziyên zimanê Kurdî tên kirin, didomin. Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş anî ziman ku li pêşiya zimanê dayikê astengiyên mezin hene. Guneş, diyar kir ku pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke akademîk e lê pirsgirêkeke civakî û siyasî ye. Guneş, got: “Ji bo zimanê dayikê di hemû qadan de bê bikaranîn bi sala ye em têdikoşin.”
DERSA HILBIJARÎ
Guneş, got ku divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê dayikê bên rakirin û wiha pê de çû: “Ji sala 2012’an heta niha di bin navê ‘Ziman û Zaravayên Dijîn’ de perwerdeya 8-10 zimanan weke dersa hilbijarî tê dayin. Lê ev perwerde jî pir giran pêş dikevin. Hem materyalên pêwîst tune ne hem jî hejmara mamosteyan pir kêm e. Her wiha ji ber ku mamoste li dibistanan rastî zexta psîkolojîk û îdarî tên, piraniya wan qada xwe diguherînin û derbasî branşên din dibin.”
Guneş, got ku îsal dê tenê 6 mamosteyên dersa Kurdî bên tayînkirin û axaftina xwe wiha domand: “Di demeke 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî nêz dibe de rewşa me ev e. Dema em li 13 salên derbasbûyî dinêrin, dibînin ku tenê 148 mamnosteyên Kurdî hatine tayînkirin. Hejmara zimanên din pir kêmtir e. Ev rewş nayê qebûlkirin.”
DIVÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ BIKEVE MERIYETÊ
Guneş, daxuyand ku di tevahiya dîroka komarê de pergaleke yekperest û nîjadperest hatiye ferzkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Sedema pirsgirêkên civakî yên roja me jî ev pergala perwerdeyê ye. Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin, divê perwerdeya bi zimanê dayikê tavilê bikeve meriyetê. Nayê qebûlkirin ku zimanê dayikê weke ‘dersa hilbijarî’ bê dayin. Dibe ku endamên gelên cuda nexwazin wî zimanî hîn bibin lê wê demê ev ziman dikarin weke dersa hilbijarî bên dayin. Em dixwazin ku ji pêşdibistanê heta zanîngehê hemû qedemeyên perwerdeyê bi zimanê dayikê bin.”