NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got: “Ji bo biryara berdana çekan bê cîbicîkirin, di qanûnan de guhertin hewce dike.”
Kongreya 12’emîn a PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de hate lidarxistin. Danezana kongreyê û biryarên hatine dayin duh bi raya giştî re hatin parvekirin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ku axaftina destpêkê ya kongreyê kir, weşand.
Mûrat Karayilan, diyar kir ku ji bo kombûn û pêşxistina kongreyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kedeke mezin da ye û got: “Hevalên hêja kongreya 12'emîn a PKK'ê ne kongreyeke ji rêzê ye. Di dîroka têkoşîna me de xeleke herî girîng û dîrokî ye. Meşa Rêber Apo yan jî rabûna Rêber Apo, weke Rêber Apo got, di ser re 52 sal, mehek û 2 hefte derbas dibin. Lê belê Rêber Apo li welatekî asayî derkete rê. Li welatekî ku li kêleka tinebûnê bû. Siyaseta asîmîlasyon, qirkeriyê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê êdî gelê Kurdistanê anîbû kêleka tinebûnê û mirinê. Weke nexweşê li ser doşekê sikran dikişand. Civaka Kurd bi vî rengî bû. Kesekî nikarîbû navê wî welatî bigota. Di van şert û mercan de derketa Rêber Apo çêbû. Bi vî rengî hevalê Hakî û hevalê Fûat nas kir. Weke hevrêyên destpêkê û ketin rê.”
PLANA TÊKBIRINÊ
Bi domdarî Karayilan wiha got: “Bêguman di şexsê PKK û Kurdistanê de ji bo tevahiya pirsgirêkên sosyalîzmê ket lêhûrbûnê. Ji ber wê xeteke nû bi pêş xist. Salên destpêkên xwe Rêber Apo weke sala 2003 destnîşan dike. Sala 2003, 2004 û jê pê ve dewam kir. Heta parêznameya 5 ku em dibêjin 2011'an tê. Ew qonax hemû qonaxa temamkirina paradîgmaya nû ye. Paradîgmaya li ser hîmê şoreşa jinê ya demokratîk ekolojîk li miqabilê kapîtalîst modernîte, avakirina demokratîk modernîte, li miqabilî sosyalîzma netewe dewlet avakirina sosyalîzma demokratîk netewe û civakî. Sosyalîzma demokratîk a civakî. Xeteke nû afirand. Ev xet êdî bi çarçoveya destpêkê hînê di bin bandora reel sosyalîzmê de nedibû. Lê belê dewletê, dewleta Tirkiyeyê di 10 salên dawî de piştî pêvajoya Îmraliyê, beriya wê pêvajoya Oslo heye, 2 sal nîv, 3 salan dewam dike. Bi esasî wê demê jî mutabaqatek çêbû. Jê re protokol hate gotin. Lê belê radestî Tirkiyeyê kirin, dewleta Tirkiyeyê, hikumetê qebûl nekir. Bersiv neda. Dûre mutabaqata Dolmabahçeyê bi heman aqûbetê re rû bi rû ma. Û li hemberî me plana çokerdêkirinê xistin rojevê. Ev plana çokerdêkirinê ne ya dewleta Tirkiyeyê bi tenê ye. Rast e dewleta Tirkiyeyê bi pêş xist, lê belê NATO'yê piştgirî da. Dûre bi hewldanên NATO'yê lingê wê yê Kurdê hevkar jî çêkir.”
BANGA DEVLET BAHÇELÎ
Di berdewamê de Karayilan bal kişand ser banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û ev nirxandin kir: “Wan dixwestin di sedsala Komarê de serketina xwe îlan bikin. Lê belê negihiştin vê encamê, ji bo wê bi navê dewletê, Devlet Bahçelî ev banga tê zanîn ya Cotmehê kir. Ew mecbûr man li rêyeke din bigerin. Rêber Apo jî weke me berê got, hewldanên xwe yên guhertinê ji xwe hebû. Rêber Apo got, 10 salên dawî ez pir li ser rawestiyam, li ser kûr sekinîme. Yanî Rêber Apo ji bo guhertinekê amade ye. Dema ew gava Bahçelî çêdibe, Rêber Apo dixwaze vê bi kar bîne. Ev derfeteke û gava xwe ya li ser demeke dirêj lê hûrbûnê dike, destpê dike. Bi vî rengî fesixkirina PKK'ê bi rengekî nebe nabe ket rojevê. Rêberî xeteke nû afirand. Xeta demokratîk netewe û sosyalîzma civakî û demokratîk bi pêş xist. Ji bo wê jî êdî guhertin lazim bû. Guhertina PKK'ê lazim bû. Heman tişt ji bo rêbazê têkoşînê jî derbasdar e. Yanî rêbaza têkoşîna şerê çekdarî. Me şerê çekdarî bi fermî 41 salan meşand.”
Karayilan, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de bi bîr xist û wiha got: “Devlet Bahçelî bi navê dewletê, yan jî bi navê baskekî dewletê ev bang çêkir. Gotin em li hemberî xeteriyên li ser Tirkiyeyê yên heyî em aştiya xwe ya hundirîn çêbikin. Banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê bangek dîrokî ye û banga pêşxistina serdemeke nû ye. Bihurandina sosyalîzma netewe dewlet, pêşxistina sosyalîzma demokratîk netewe ye. Banga pêngaveke demokratîk sosyalîzm, demokratîk konfederalîzmê ya mezin e. Divê em banga Rêber Apo bi vî rengî binirxînin. Destpêkek nû ye. Banga pêşxistina têkoşîna serdemê ye.”
Karayilan, detnîşan kir ku ev bang û pêvajo destpêkeke nû ye û got: “Divê em bibînin ku ev bang û ev qonax ji bo serdemeke nû ye, çaxek nû ye. Û ev bang tenê ne ji bo Kurdistan ji bo tevahiya mirovahiyê roleke xwe ya girîng û dîrokî heye. Êdî sînorê Kurdistanê derbas dike. Li hember kapîtalîst modernîteyê ji bo xeta demokratîk modernîte bi ser bikeve êdî ev tiştên weke pranga li lingên me digire, me paşde dihêle, tenê li hundirê Kurdistanê teng dike, divê em biavêjin. Rêber Apo vê ji me dixwaze. Fesixkirina PKK'ê divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Bêguman di serdema me de, di roja îro de paradîgmayeke wisa berfireh, sosyalîzma civakî pêkanîn, têkoşîna wê bi çek weke berê nabe. Erê guhertinên aliyê me, em fêhm dikin, zanin. Weke Rêber Apo jî destnîşan kiriye, bi esasî emrê PKK'ê hîn di 1990'î de qediya bû. Bi wan bangên Devlet Bahçelî û bi keda Rêber Apo bi keda rêzdar şehîdê hêja Sirri Sureyya Onder û heyeta Îmraliyê hevdîtinên hatin çêkirin, bi rayedarên dewletê re, bi saziyên siyasî re, civakî re, wisa zemînek ava kir ku guhertinek bibe. Ango guhertin nebe ji xwe nabe. Ev misoger e. Ev kongre divê biryarên dîrokî werbigire. Biryara fesixkirinê wê bigire. Herî kêm baweriya me di destpêkê de bi vî rengî ye. Ji bo qonaxa dûre qonaxa çekberdanê wisa pêk were, hewceyî guhertinên qanûnî yên baweriyê heye.”
‘DIVÊ GAVÊN HIQÛQÎ BÊN AVÊTIN’
Mûrat Karayilan, bal kişand ser gavên divê dewlet û hikûmet biavêje û wiha got: “Ji bo ku ev tevgera ewqas sal bi çek xwe diparêze, bi parastina cewherî bi hêza xwe, xwe diparêze bikaribe pala xwe bide qanûn, destûrê bawer bike, teqez divê gav bêne avêtin. Guhertin divê bibe. Yanî eger ku dibêjin aştiya hundir, aştiya hundir, ew wisa dibêjin, wê demê pêwîstî heye ku dijminatî bi dawî bibe. Hîna êrîş hene, hîn bikaranîna çekên kîmyewî heye. Heval şehîd Besê, heval Mîtra di 11'ê Nîsanê de li Girê Cûdî yê Zapê bi çekên kîmyewî şehîd ket. Li gel me agirbest îlan kiriye. Ango dibe ku di zîhniyeta dewletê de guhertin çêbibe. Ev zîhniyeta înkar îmhayê heta neyê guhetin aştiya hundir wê li ser kîjan hîmî pêk were? Ew kesên ku dibêjin, em aştiya hundir çêbikin divê beriya her tiştî vê zîhniyeta înkar îmhayê biguherîne, wê derbas bikin. Bi rastî aştiyeke hundirîn çêbibe. Qanûn jî hemû yên dijminane ne. Qanûnên heyî piraniya wan hebûna gelê Kurd red dikin. Ji bo wê tenê di çarçoveya guhertinên di aliyê dewletê de, di asta qanûnî û hiqûqî de ev tevger dikare bêçekiyê bixe meriyetê. Naxwe wê ev pir zehmet be.”
Karayilan, got ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û wiha pê de çû: “Hemû kesên îro weke gerîla çek rakirine, armanca xwe ya yekem azadiya Rêber Apo ye. Rast e, niha Rêber Apo ji me dixwaze. Em heta dawiyê bi Rêber Apo bawer dikin. Lê belê ji bo ku em rastî bêçekiyê têxin meriyetê divê em bi dewletê jî bawer bikin. Lê belê niha nêzîkbûna dewleta Tirkiyeyê zêde baweriyê nade. Em ne weke dûz û teng nêzîk dibin, tim bi şik û guman. Na. Em heqîqî nêzîk dibin. Bingeh beriya her tiştî qanûn e. Ev yek divê pêk were. Bingeha wê jî hinekî weke me got bi hewldanên Rêber Apo, têkoşîna Rêber Apo, bi hewldanên heyetê, têkoşîna tevgerê hinek bingeha wê çêbûye. Ji ber vê kongreya me dikare êdî hinek biryaran werbigire. Bêguman wê kongre nîqaş bike. Em destpêkê di vê baweriyê de ne. Kongre li ser hîmê nêzîkbûna heyî ya dewletê yê fermî, her çend ên neyînî jî heye, lê belê yê erênî jî heye.”
Karayilan, wiha domand: “Diyar e ku aliyek heye dixwaze ji şer rant bigire û dom bike, bi şer biçe encamê. Ji bo wî alî em dikarin bibêjin, ew bi şer nikarin biçin encamê. Çima? Ji ber ku me jî 41 salan tecrûbe wergirtine, me taktîk afirandiye, me kûrahî çêkiriye, me şer xistiye bin erd, ser erd û ezman. Em bi me nikarin, nikarin me tasfiye bikin. Doktorînê şerê nû di civîna Konseya Fermandariya HPG'ê de çêbû, li ser wî hîmî bilindkirina têkoşînê neketiye, wê neketî be. 100 salên din jî biçe wê dîsa heman encam derkeve holê. Ji bo wê em mantiq dimeşînin, em dibêjin Rêberê me rast dibêje, em zanin ku eger bi vî rengî dewam bike, wê nikaribin bi me. Wan bi teknîkê em tengav dikir, lê em niha dikarin teknîka li hemberî wê bi pêş bixînin. Yanî ewladên vî gelî û dostên wan lêhûr bi pêşxistî, ne tenê ji aliyê bilindkirina ruhê fedaî û ji aliyê kûrkirina taktîk de di heman demê de ji aliyê teknîkê ve jî gav hatin avêtin. Û gelê me jî bi me re ye. Ji ber wê, em ji wan kesan re dibêjin hûn bi me nikarin. Vê tevgerê neketina xwe ispat kiriye. Û ev gel êdî neketiye. Û ev gel di pêşengiya Rêber Apo de amade ye ku aştiyê çêbike. Aştiya hundir ava bike. Bi rastî amade ye. Ji bo wê divê di nava dewletê de jî nêzîkbûnek li gorî wê çêbibe. Ew aqlê ku dibêje 'em ê bi çekê tine bikin, ji xwe me tine kiriye, aniye halekî ku nikare şer bike û em ê karibin bi operasyonê bi êrîşê biçin encamê', ev aqil ne aqilê çareseriyê ye û ne rast e. Bi rê û rêbazên demî gerîla dikare şer dewam bike û neketina xwe careke din nîşan bide. Lê belê weke Rêber Apo jî tîne ziman, êdî dema vê bihurî ye. Ji ber wê hewceyî heye bi guhertinê heye. Em pê bawer dikin ku em stratejiya şerê çekdarî bi dawî bikin. Lê belê eger ku dewlet vê qebûl neke, ji bo vê guhertinên pêwîst ên qanûnî, di çarçoveya azadiya Rêberî, di çarçoveya şerdawîkirin, dijmintî bi dawîkirin, yê ku baweriyê bide ev ê pêk neyê.
Serdemeke nû destpê dike. Ev ne dawî ye, ne dawiyeke, destpêkeke. Lê belê ji bo azadî, tevgera Apogerî, ji bo gelê me, ji bo gelên herêmê destpêkek nû ye, çaxekî nû ye. Serdemeke nû ye. Bi vî rengî divê em binirxînin û nêzîk bibin. Ji bo di xeta Rêber Apo de kongreya me serketî be û encamê werbigire her heval divê xwe berpirsyar bibîne. Bi berpirsyarî tevbigere.”